KOMARA ÎDAMÊ Û ÇANDA NAMERDIYÊ! Ji serdema Sefewîyên - TopicsExpress



          

KOMARA ÎDAMÊ Û ÇANDA NAMERDIYÊ! Ji serdema Sefewîyên talanker û nifşparêz heya roja îro kuştina Kurdên nîştiman perwer pilana yekê a dewleta navendîya Îranê bûye. Piştî serhildana Emîrxanê Lepzêrîn ev kîn û dijmnahî li Urmiyê û pêre jî herêmên din yên rojhilatê Kurdistanê gehişt derca xwe ya herî bi tirs û xof. Lê ew ne bi rêç an jî zagûnên şer belkî tim bi xapandin û fêlbazî rastî Kurda hatine. Qûran bi destê mîr û padişahên wan hatine îmza kirin, lê rêberên Kurd bi Qûrana îmzakirî re kuştine. Di bîranînên xwe de jî ew bêşermane behsa van bêexlaqiyên xwe dikin. Ev karê wan padişahên bêpar ji hemû sifetên exlaqî, rizî û bêterbiyet sedan sale ku bûye rêbaza kar û xebata berpirsên Îranîyên desthilatdar jî. Sefewîyan dest pêkir û Qacarî, Pehlewî û meleyan jî „çanda namerdî û bêtifaqiyê“ di sîstima hakimiyeta xwe de perwerde, berfireh û ramanên kîn û dijminahiya Kurdan wek tovekî di mejiyê neviyên xwe de jî çandin. Hêzên komara îslamî her çaxê ku di qada xebata şoreşgerên Kurd de rastî şikestê tên, dest bi îdamên komî û girtiyên siyasî dikin. Havîna sala 1988an û kuştina hezaran kesan, sala 1989, 91 û heta roja îro karê wan li hundir û dervey sinorên Îranê teror, îdam û tîrbarankirina şoreşgeran bûye. Di rewşekê de ku bi hatina Hesen Ruhanî re dewleta nû li ser dûrketina ji şidetê, edalet, zêdekirina mafên kêmnetewên etnîkî-olî, vekirina etmosfêrê siyasî li welat, azadkirina girtiyên Kurd û Belûç û dehanên mizgînîyên din diaxivî û desthilatdariya tije tirs, girtin û kuştin a serdema Ehmedînejad rexne dikir, dîsa du ciwan Kurd û 16 kesên Belûç jî îdam kirin. 16 kesên ku her yek girêdayî komeke siyasî bû, lê hemû bi tawanekê hatine kuştin. Gelo çima kuştina girtiyên siyasî li Kurdistanê?! Aya ev bersivek bû ji daxwazên PJAKê û partiyên din yên rojhilatê Kurdistanê re ji bo destpêkirina mozakire û diyalogê bi komara qaşo îslamî re? Aya bersivek bû ji Ehmed Şehîd re ku demek pêş raporta xwe a di derbarê mafê mirovan li Îranê belav kir? Aya wan dîsa xwestin bi bîra partiyên me Kurda bînin ku li Kurdistanê „pisrgirêka Kurd“ tune û em ti qîmetê nadene daxwazên we yên siyasî-netewî? Di rewşeke wiha hesas de ku hezaran ciwanên Kurd li rojhlilatê Kurdistanê bi hîvîyên mezin dilxwazên PJAKê ne, çima rêxistineke wiha xwedî hêz bi bêxwendineke kûr dawa diyalogê ji rejîmeke wiha fenatîk, totalîter û egoîstî dike? Aya rêberên PJAKê nizanim ku bi pêngaveke wiha re hezaran kes ji endam û alîgirên wan gêj û serşêwyayî dimînin? Aya karekî wiha bêpilan zirarê nagehîne bizava rizgarîxwazî li rojhilatê Kurdistanê? Di rewşa îro de îdama girtiyên siyasî karekî ehmeqane ê rayedarên komara îslamî bû ku fenatîzma serdema Neunazîyên faşîst bi bîra me tîne. Hebîbûlah Gulperîpur û Îlham Îsmaîlî(Mamedî) bi tawana hevkarîkirina bi PJAKê re li girtîgehên Urmiyê û Selmasê hatine îdam kirin. Di hemen rojê de tê gotin ku pîrejineke Kurd a 65 salî jî li girtîgeha Urmiyê hatiye îdamkirin. Dadgehên ku girtiyên siyasî têde têne mehkeme kirin, destûrê ji îdara Êtlaatê distînin. Yanî berê ciza hatiye diyarkirin. Serokê dadgehê jî di rûniştineke 5 deqeyî û formalîte da hukimê îdara Êtlaatê dixwîne. Mafê îtrazê jî nadene evûqat û girtiyên siyasî. Ev karê han %100 li dijî hemû xalên benda 7an a zagûna dadgeha tawanên giran li Îranê ye. Gulperîpur û Mamedî beriya dadgehê bi hemû şêweyên hovane şikence kiribûn. Şikenceyên fîzîkî ji hêlekê û yên rûhî jî ji hêla din di hemû salên mayîna wan a di zindanên komara terorê de berdewam bû. Ew bi tawanên weke:“ çalakî û propagande ji bo hizbeke Kurdî a li dijî sîstemê, muharibe an jî şerê li dijî hikûmeta Xwedê li rû erdê, ramanên cudaxwaziyê û hwd“ bi giranî têne şikence û tirsandin. Kesek dikare li dijî dewletekê xwedî ramanên siyasî û cuda be, lê gelo çima li dijî girtiyên Kurd tawanên weke „şerê bi Xwedê“ re bikar tînin!? Ew bi vê re dixwazin his û baweriyên olî yên civaka Şîiyên Îranê li dijî şoreşa Kurda bilind bikin an jî meşrûiyetê bidin cewherê cinayetên xwe yên neyasayî. Hebîb bi tawana „hebûna pirtûkan û peywendî bi dayikên aştiyê“ re hatibû girtin. Îlham jî li pey dayîna raporta caş an jî xayînekî Kurd ku goya hevkariyên lucîstîkî dane PJAKê, hatibû girtin. Her du jî ji malbatên feqîr û Kurdperwer bûn. Ti kesek biqasî girtiyekî siyasî nikare li ser wan derd û eleman biaxive ku ji bo armancên xwe yên pîroz neçar bi kişandina wan bûye. Ji ber wê jî H. Gulperîpur li beşeke nameya xwe ya ku ji girtîgehê derketiye derve wiha dibêje:“ Tevî hemû girtinên domdirêj û şikenceyên fîzîkî û rûhî ez heya sinorê mirinê birim ku şikayeta wê min ji organên cûr bi cûrên dewletê re şandine, lê li vî welatî dengê me ji hûcreyên zindanên me derbas nabe, çi bigehe bi wê hindê ku guhdarvan jêre hebin…“ Îlham Mamedî bêguneh û bêbelge hatibû girtin. Ew kesekî derddîtî û ji çîna hejar a civakê bû. Sala 2006an li gundê Dêrikê(girêdayî bajarê Selmasê) li pey peqîna kepsûla gaza aşpêzxanê xanim û du zarokên xwe ji dest dabûn. Ew malbateke Kurdperwer in ku ji mêj de ye boy doza welatê xwe xebatê dikin. Lê tevî van hemû cinayetên kêmdîtî pêwîste rayedarên komara mirovkuj û keftarên sedsalê tiştekî qet ji bîra nekin: Ferzad Kemanger, Şirîn Elemhûlî, Îlham Mamedî û Hebîbûlah Gulperîpur rêberên bizava nû a Kurdistanê ne. Nayê texmîn kirin ku komara neîslamî û têhnî bi xwîna azadîxwazan bikarîbe bi rêbazên şidetê vê hêza girêdayî gel bêxe ser çokan. Sed heyf û mixabin rêxistin û organên ku evqas li ser mafê mirovan diaxivin, li hemberî van cinayetên „Holokostî“ û „Serdema Navîn an jî Vustayî“ tenê temaşegerên başin û bes. Ew li hemberî karên hovane ên vê komarê bêhêz, kerr û lalin. Di dawiyê de tenê dikarim bêjin ku hezar tif û leinet li vê çanda we a namerdî, xapînok û wê keramet û şerefa we bin ku di hemû temenê xwe yê tije qir û tevkujiyê de hûn jê bêpar bûne. Rêya ku dikeve ber me Kurdan jî hevgirtin û yekîtiya me. Carê daxwaza mezin ji partî û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê tenê eve. Kakshar Oremar / 28. 10. 2013 DÜSSELDORF
Posted on: Mon, 28 Oct 2013 12:37:10 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015