Kela Hawaran Zeynel Abidîn (Romana Zîndana Diyarbekrê) Ew - TopicsExpress



          

Kela Hawaran Zeynel Abidîn (Romana Zîndana Diyarbekrê) Ew sal dihên bîra min, dilê min dihêşe, mîna ku ez di nav daristaneke tarî û bêkês de mame, wisa bêkes û bê heval, bi tenê me û dixwazim bigrîm bigrîm bigrîm… Lê nikarim. Belê, ew salên wehşetê dihên bîra min. Ji nişka ve vediciniqim. Dil û cergê min bi janeke bê sînor dişewitin. Ev jan nahête deyax-kirin. Jiber vê yekê naxwazim wan salên hefsê bihînim bîra xwe. Û baş dizanim ku êşa ser dilê min wê bi vî awayî zêdetir dibin. Dizanim girîna hundirê min wê mîna çemekî ji keseran biherike biherike.... Lê ji aliyekî ve jî, xwe bi xwe dibêjim ev helwesta ez tê de me, tirsonekî û egoîstî ye. Ma ne em li hemberî pêşeroja xwe berpirsiyar in û eger ev berpirsiyariya evrayî bi heqen û di cîh û dema xwe de nehête pêkanîn, êdî çi qî-meta kişandina wan êşên bê dawî û şahidiya dîrokî dimîne? Na na, ez nikarim yekî tirsonek û egoîst bim… Ew Kela Hawaran ku me ew di ser hêvi-yên xwe yên parçeparçekirî de bilind dikir û nedixwast ku çi hêrişên bê eman yên artêşên zulmê wê hilweşîne, ma ji me re tirsê jî, cesa-retê jî venegotibû? Ma dîroka Ameda bi hezar salan rayê me nedikir ku ev zulma li me hatiye kirin, ne ya ewil bûye û ne jî wê bibe ya dawî… Eger em dixwazin ku ev zulim êdî bidawî bibe, ev weh-şeta li me hatiye kirin divê yek bi yek bihête vegotin… Belê, ez nikarim xwe ji vî karê berpirsiyarî paş ve bigirim. Di nav şewata janên nediyax de bim jî, divê binivîsînim. Ez bi kedera wan salan û nebîrkirina demên esaretiyê ve dest bi nivîsîna zîndana Amedê dikim. Xwe bi xwe dibêjim, ev derd mirov îflah nake û ez nikarim serboriyên reş û hişk yên wan salên ji şewatê, bes bi xwe re bigerînim û rojekê, rastiyên bi şewat û jehrîn, wan kir-yarên zalimane û nemirovane yên dagirkeran bi xwe re bibim bo cîhana wî aliyê. Belkî dê çi kesek min rast û baş tênegîhîjin, belkî gelek kes wê bixwînin û bêjin, „Te jî gelek ji ber avêtine lo!“ bila be, divê ez binivîsînim. Jixwe derdekî min yê bi îqnakirina xelkî nîne, bi min bawer bikin yan jî nekin, ew derdê wan e, ne yê min. Ez vê kiryara hanê ku bi rastî jibo min jî ne tiştekî dilxweşiyê ye, ne jibo çi kesek, bes jibo dilê xwe yê sêwî, bêkês, birîndar û şikiyayî dinivîsînim. Eger dilê we jî sêwî be, mîna zarokek sêwî, ku di şeş saliya xwe de bê dayik maye û ew bi hişê xwe yê şeş salî jî pir baş pê dizane ku ew bi bêdayikmayînê ve êdî mîna teyrek bask-şikestî be û di navbeyna derya reş û asîmanê tarî de, heta hetayî bê evîneke wisa germ û bê berjewendî, evîneke sade û ya herî bi dadî, evîna dayika xwe, bê şewqeta parastinê ya dayka xwe ya rûpak û giyanlerzîn bifire bifire bifire. Eger dilê we jî mîna yê min bêkês, birîndar û şikiyayî be, yan jî; ka em bêjin di jiyana we de, bes yek kesek ji hezkiriyên we û bes bo carekê be jî, di rewşa dilê min de mabe û we bi rastî pir jidil û can xwastibe ku wî dilî fêm bikin, belê, wê çaxê îhtîmala pêkanîna arman-ca nivîsandina min ya van hevokên xemgîri çêdibe û ev îhtîmal, ji hezaran yek jî bibe, hê-ja ye. Jiber ku mirov û dilê mirov hêja ye. Eger derfeta min hebe, ez dê bi rojan rake-vim û şevan hişyar bim, jixwe gelek caran jî wisa dikim. Her çi qas di jiyana rojane de gelek tişt jiber vê xûyê xwe yê bê wate wenda bikim jî, ev bitenêman pir xweşa min dihê, lê mixabin nikarim wê jî bikim. Jiber ku, bitenêman di şevê de tenhatiyeke rast û yeqîn e, yanê ez dikarim şeva xwe bes jibo xwe bijîm. Lê nebaşiyeke din ya vê carê jî tarî bi xwe ye. Jiber ku ez ji tariyê hez nakim, na na, qet kesek jê hez nake. Ez ji tariyê ditirsim, nifret dikim. Welhasilî niha çi bêjim derew e, bes rasti-yeke min heye. Her gav dilê min dihêşe û qet min guhdarî nake. Ew bi daxwazeke din ve dijî û ez jî bi daxwazeke din, em bi ya hev nakin. Ew mîna xwe dike, ez mîna xwe û pir caran di dawiya vê cûdabûnê de ew dihêşe û ez jî digrîm… Bes êşa wî û giriyên min, me dihîne cem hev û em di nav hucreyeke tarî û biçûk de (mîna di hefsa min de) hevûdu hembêz dikin û wisa dimînin… Eger jibo we nirxa vê yekê hebe, ez dixwe-zim behsa hestên xwe yên piştî çend demji-mêrên derketina min ya ji hefsa Amedê bikim. Belê belê, ev yek girîng e. Jixwe ez yekser ji hefsê derneketibûm, yanê serbest nehatibûm berdan. Bi hevalekî xwe re bo hefseke din dihatim neqilkirin, ez behsa wê demê dikim; yanê dîsa destên me kelemçekirî û di ber serê me de polêsên adliyê… Gava em bi vî halî ji hefsê derketin û berev nav bajarî bi rê ketin, ji dil dibêjim û bi min bawer bikin, min ji hebûna xwe şik dikir… Na na, ez ne ew kes im, na na, ez ne ez im û hevalê min ne hevalê min yê hefsê (Boksorê Sêwasî) ye, her çi qas destên me kelemçekirî be jî, wa ye du polês bi me re di erebê de ne û bi me re qise dikin. Nadin xiberan, wisa heqa-ret jî nakin. Ma bikin jî dê çi bibe, derfeta parastina me nîne nîne her nîne… Lê esil mabesta min çi ye, ma hun dizanin? Em bi halê kelemçekirî û berev bi hefseke din diçin. Em du girtî diçin û ez nikarim bo we bêjim ku çi qas û çi qas bi heyecan im û ji vî halê me bawer nakim. Mêze polêsan dikim, yekî ji wan bi girnijîneke zeyîf û nediyar li min dinihêre û dipirse: “Çi bû, te çima li me mêze kir?“ „Nizanim memûr beg, hema wisa!“ Polês ev car bi rewşeke germ keniya û got; “Xeman nexwe, hun ji dojehê filîtîn, xeman nexwin… Xweda alîkariya we kir, çavê we ronî be…” Polêsê din ket navberê: “Derbas bû, derbas bû! Xwedê hun xilas ki-rin!“ Mînîbûs em anîn ber baxçeyê baregeha polêsan ya navenda bajarî û serinceya min ya zîndana Amedê li wê derê bi dawî bû… Belkî jî dest pê kir… We li me zulim kir û me jî kişand, he-min em ji we zêdetir gunehkar in, jiber ku me hun pejirandin. Lê bi tiştekî ve em dikarin gunehên xwe kêmtir bikin. Divê em vê zulma we jibîr nekin û divê hun jî qet nehînin bîra xwe, ku jiyan heyfa xwe li we bihêle… Naxêr nahêle, ez ji niha de jibo we xemgîn dibim, êşa we ji ya min xiravtir be, jiber ku dostên êşa we nîne û qet nabe jî… Jiber ku em ji bîr nakin ew ji bîr nabe… Kela Hawaran * Zeynel Abidîn © Han-Grafik & Zeynel Abidîn Han Çapa 2. Berlîn/Avrêl-2010 Weşanên Han – 26 Roman– 8 Edîtor: Zeynel Abidîn Han Berg Design: Gazîn Onur Han Çap û Girêdan: HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur Cranachstr. 62 12157 Berlîn Tel.: 00 49 (0) 30 47 98 70 52-53 Fax: 00 49 (0) 30 47 98 70 54 [email protected] zeynelabidinhan@hotmail ISBN: 978-3-940997-04-3
Posted on: Wed, 24 Jul 2013 16:19:53 +0000

Recently Viewed Topics




© 2015