- Mucahîd Bîlîcî: Înşellah wê rojekê Kurd bigihîjin - TopicsExpress



          

- Mucahîd Bîlîcî: Înşellah wê rojekê Kurd bigihîjin azadiya xwe Li gorî Bîlîcî geşedanên li Rojava dide çespandin ku ‘Kurd êdî nema têne zeftkirin.’ Sosyologê kurd Dr. Mucahît Bîlîcî ku li Jay Colleg a City University of New Yorkê (CUNY) hîndekarê beşê sosyolojiyê ye, diyar dike ku parçebûna Kurdan a tarîxî ji bo wan êdî ne dezavantaj e lê ber bi avantajê ve vediguhêze. Li gorî Bîlîcî geşedanên li Rojava dide çespandin ku ‘Kurd êdî nema têne zeftkirin.’ Sosyologê Kurd eşkere dike ku dema ew pêvajoya aştiya li Tirkiyê û destkeftiyên li Rojava bi hev re dinirxînin, tabloya li seranserê Kurdistanê bi awayekî zelaltir dibînin. Bîlîcî dibêje; ‘Heke Kurd di bin banê dewleteke serbixwe de nikaribin bêne cem hev jî, divê armanca wan a sereke ew be ku bibin hakimê dewletên lê dijîn.’ *** Em dibînin ku di hevdîtinên aştiyê yên di navbera hikûmeta AKPê û PKKê de hê jî gavên berbiçav nehatine avêtin. Gelo çi hêviyên cenabê we ji pêvajoyê hene? Ez jî wekî herkesi bi hêvî me û dixwazim hêviya min berdewam be. Lê piştî bangawaziyên bi rengê; “eman bila kes nederîne, pêvajo gelek hesas e”, ji bilî sekinandina pevçûna şer, tiştekî berbiçav xuya nake. Hem AKP, hem jî rêxistin (PKK) bi ya min etîkî tevnagerin. Wisa xuya ye ku ji bo wan silameta rêxistinî girîngtir û pêşdetir e. Di vê pêvajoyê de hûn helwesta hikûmetê çawa dinirxînin? Hikûmet dixwaze ti maliyetê daneyne pêşiya raya giştî û bêyî ku berdêlekê bi wan bide dayîn çareser bike. Ev hem rêbazeke karîger e hem jî ji karîgeriyê dûr e. Hem jî hurmeta ku pêwîst e nîşanî Kurdan nade. Divê raya giştî ya Tirk fêr bibe û qebûl bike ku Kurd gihîştine asta wan û wekî wan in. Kirina vê yeke peywira hikûmetê ye. Heke li Tirkiyê aştiya bi Kurdan re pêk were, gelo wê hevkêşeyên siyasî çawa biguherin û ber bi ku ve herin? Heke li Tirkiyê aştiya bi Kurdan re pêk were, wê siyaseta kurd zêdetir dergehên xwe ji çanda olî re veke. Demokratîkbûn wê neçar bike ku siyaseta kurd bi îslamê re aş bibe. Her wiha siyaseta kurd a ku neçar e rikeberiya siyaseta tirk bike, wê berfirehtir bibe û wê ji bo aktorên li derveyî PKK û AKPê, qadeke mezin a vegotin û derbirînê vebe. Ev her du aktorên ku dixwazin vê qadê bi dest bixin, wê neçar bimînin ku veguherin. Fikra min ew e ku hem di nav Tirkan de, hem jî di nav Kurdan de geşedana cudabûna kemalîst û demokratan wê bibe diyardeyeke girîng. Di pêşerojê de em dikarin behsa aloziyeke di navbera AKPê û cemaeta Gulen bikin? Di dawiyê de AK Partî neçar e bi cemaetê re li hev bike. Heke hêrsa şexsî û hestiyarî nekeve pêşiya aqilê pragmatik, pêwîst e ku AK Partî bi cemaetê re aş bibe. Lê heke alternatîf derkevin holê, heye ku rewşa heyî bikeve merhaleyeke cuda. Heke Abdullah Gul û pêkhateyeke nû, wekî alternatif derkeve holê, wê gelek tişt biguhere. Bi nihêrîneke ji Amerîkayê, wekî pisporekî kurd, cenabê we li Rojhilata Navîn û Ewropayê dahatûya gelê Kurd çawa dibêne? Ragihandina dewleteke kurdan a serbixwe wê bibe sedema encamên çawa? Baweriya min bi edaleta Xwedê heye. Înşelah wê rojekê Kurd bigihîjin azadiya xwe. Ne şert e ku ev yek di bin banê dewletekê de bibin. Lê divê Kurd bibin xwediyê dewleta ku di bin îdareya wê de ne. Yanî ji bo min Kurdistaneke serbixwe û tekane şert nîne. Heye ku formasyonên cudatir û mezintir hebin. Lê ji bo ku Kurd asta netew-dewletê derbas bikin, pêwîst e, netew dewletên Tirk, Ereb û Farisan derbas bikin. Ji bo ku Kurd meseleya netewê derbas bikin, divê bibin Kurd; ji bo dewletê derbas bikin jî divê bibin xwediyê dewletê. Kurd dikarin tevî Tirkan bibin xwediyê dewletê. Lê divê teqez bibin xwediyê dewletê. Pêwîst e Kurd li her dewleta lê dijîn, bibin xwediyê desthilatdariyê. Geşedanên li Rojava yekser bû kêşeya sereke ya Kurd. Tevahiya dinyayê bi baldarî berê xwe daye vê herêmê. Hûn pêşeroja Rojavayê Kurdistanê çawa dibînin? Divê bi kêmasî Rojava otonomiya xwe bi dest bixe û li Suriyeke nû ava bibe de bibe yek ji diyardeyên avakar. Dabeşbûna Kurdan di nava çar dewletan de, heta niha li dijî kurdan bû. Lê vê gavê ev rewş di sûdmendiya Kurdan de ye. Kurd hatine asteke wiha ku nema tenê zeftkirin. Înşelah wê bigihîjin azadiya xwe ya kamil. Gelo hûn têkiliyên Hikûmeta Kurdistanê bi partiyên din ên kurdan, Hikûmeta Navendî ya Iraqê, cînarên derdorê û dewletên rojava re çawa dinirxînin? Siyaseteke gelek baş dimeşînin. Ne li gorî rêçikên îdeolojîk lê bi hurmeteke kamil a li gorî çanda civaka ku temsîliyeta wê dikin tevdigerin. Ev tiştekî gellek baş e. Divê çar parçeyên Kurdan jî tiştên hev ên baş û nimûneyî ji hev wergirin. Şîreteke min li Hikûmeta Kurdistanê heye: Divê di nava hemwelatiyên xwe de daxwaza rûhê hewldan û dahênaniyê bi pêş bixin. Divê Kurdistan di asta dewleteke petrole de nemîne. Perwerdehî û dahînanî sermiyana herî girîng e. Hêvî û daxwazên we ji Kongreya Neteweyî ya Kurd çi ne? Heke pêk were, ez di wê baweriyê de me ku kongre ji hêla sembolîk ve gellekî girîng e. Ferz e ku Kurd pişta xwe bidin hev. Birayên din ên Misilman jî divê ji vê rewşê kêfxweş bibin. Piştgirîdayîna çar Kurdistana ji hêla çandî, ekonomîk û siyasî, wê li herêmê bibe piştgiriya aştî û entegrasyona welatên din ên misilman. Wê kongre bibe bingeha yekîtiya Kurdan. Divê teqez bê kirin û divê bê çespandin ku Kurd xwediyê îradeyekê ne. Ezbenî çavdêriya we ya li ser veguherîna PKKê ya di van salên dawî de çawa ye? Gelo heye ku di demen pêş de di nava Kurdan de şer û pevçûnên olî û îdeolojîk derkevin? Ji bo jiholêrakirina van rîskan divê mirov çi bike? Doza siyaseta PKKê mafdar e lê dezgeh û îdeolojiyên bi kar tîne bere dûrî gel bûn. Di vî warî de di salên dawî de bi taybetî bi pêvajoya aştiyê re veguherîneke cidî heye. PKK mezintirîn organizasyona Kurdên Tirkiyê ye. Divê ev yek bi awayê oldarî û medeniyeta kurdan eşkere bike, demokratîze û girseyî bibe. Jixwe heke PKK vê yeke neke wê nikaribe hebûna xwe biparêze. Hûn bixwe yek ji wan kesan in ku nêzîkî fikir û ramanên Seîdê Kurdî ne. Em dibînin ku fikren Seîdê Kurdî di tevgera siyasî ya Kurd de dernakevin pêş. Sedema vê yeke çi ye? Bedîûzzeman Saîdê Nûrsî zatekî Kurdistanê ye. Ew alimekî wisa mezin e ku ne tenê Tirkiye, ne tenê alema îslamê, wê rojek were tevahiya mirovahiyê bi têra xwe qedrê wî bizanibe. Bedîûzzeman di serdemeke wisa de ku pê dihesiya îslam di ewlekariyê de ye, bi awayekî lokal eleqedarî nîşanî kêşeyên li Kurdistanê daye. Li Stenbolê di vî warî de xebitiye. Lê kengê dîtiye ku alema îslamê hem piraniya Kurdan, hem piraniya Tirkan pêrgî “krîza îmanê” bûne, hingê siyaset û kêşeyên taybet ên Kurdan daniye aliyekê û dest avêtiye kêşeya herî gerdûnî û herî acîl. Îro li Tirkiyê şoreşeke demokratik pêk hat. Aktorê vê yê ku xuya nake Bedîûzzeman e. Dikarim bibêjim ku îro di serî de bi saya xizmetên telebeyên Rîsaleya Nûr, kêşeya îmanê çareser bûye û dîktatoriyeta Kemalîst hatiye rûxandin. Her wekî Tirkan, di warê parastina îmanê û xizmeta ji bo îslamê de xofên Kurdan jî hene. Li hêla din meseleyeke Kurdan a din jî heye. Ew jî ev e; Divê Kurd ji tehakûma li ser navê Tirkan tê kirin rizgar bibin. Ev ne tenê meseleya Kurdîtiyê ye, meseleyeke edaletê ye. Bedîûzzeman Seîdê Nûrsî, di navbera Kurdistan û Anatoliyayê de girîngtirîn pir e. Tirk neçar in hem rastiya Kurdistanê, hem jî kurdîtiya Bedîûzzeman a ku heta niha nexwestine bibînin, nas bikin. Bedîûzzeman wê di siyaseta Kurdistanê û di medeniyeta nû de di qada pêş de cih bigire. Bedîûzzeman stêrkeke hemdem a îslamê ye û şayanê pesindanê ya Kurdistanê ye. Rexne hene ku hin şopînerên sereke yên Seîdê Kurdî –çi bi zanebûn, çi bêhemdî- bûne sedema rewşeke wiha. Nêrînên bi vî rengî çiqas rast in? Herdem ji ber niyeteke xerab nebe jî, ji bo ji zerûriyet û rizgariya propogandaya dewletê, nasnameya Kurdî ya Bedîûzzeman dihate înkarkirin. Lê vê gavê hinek kes xwedî li vê tirsa Kemalîst derdikevin û ji wan weye rastî ev e. Wê rojek were telebeyên Nûrsî jî hişyar bibin û hay ji rastiyê hebin. Şîrove hene ku geşedanên li Suriye û Misrê bûne sedema temambûna Bihara Erebî. Cenabê we tevlî van şîrove û ramanan dibe yan na? Bi saya bayên berevajî radibin, bihar sekiniye, heye ku niha werza nivistanê li dar e! Lê teqez wê bihar were. Sibeha her şevê, bihara her zivistanê heye. Çawa ku hişyariya misilmanan nema tê taloqkirin, wisa jî hişyarî û azadiya Kurdên çar parçeyan nema tê berbendkirin. Dr. Mucahît Bîlîcî kî ye? Li Jay College a City University of New Yorkê (CUNY) Hîndekarê beşê sosyolojiyê ye. Derbarê xebatên teoriya civakî, Bedîûzzeman Seîdê Kurdî, Civaka Tirkiyê û Nasnameya Kurdan de tê naskirin. Dr. Bîlîcî yê ku qunciknivîsê rojnameya Tarafê ye, ji Farqîna Amedê ye. Ergulen Toprak / Rûdaw
Posted on: Sat, 05 Oct 2013 10:32:56 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015