BAVÊ HELBESTÊN MODERN ÊN KURDÎ : ŞÊRKO BÊKES Çapemeniya - TopicsExpress



          

BAVÊ HELBESTÊN MODERN ÊN KURDÎ : ŞÊRKO BÊKES Çapemeniya Swêdê ji bo Helbestvanê Kurd ê navdar Şêrko Bêkes ku roja borî li Stockholmê dihat derman kirin jiyana xwe ji dest da, bi ser navê “Bavê Helbestên Moder ên Kurdî mir” ji rayagiştî re ragihand. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan ya TT ya Swêdê û hema bêje di hemû çapemeniya Swêdê de derket û hate diyarkirin ku, Bêkes yek ji nûnerên pêşîn ên helbestên modern ên Kurdiye, xwediyê şêyanek wisane ku bi hevokên pir hêsanî bûyer û têgehên tevlîhev dide fêm kirin. Bêkes ku di sala 1987’an koçî Swêdê dike û beşek mezin ê temenê xwe li Stockholmê derbaz dike. Duh Kurdistaniyên çar parçeyên Kurdistanê ji bo Bêkes li semta Kista kombûn. Di sersaxiya ku ji aliyê “Yeketiya Niştîmaniya Kurdistanê” ve hatî organîzekirin de, wêneyên Bêkes bigulan hatin xemilandin û helbestên ku wî bixwe xwendine dan guhdar kirin. Nûnerê Yeketiya Niştîmaniya Kurdistanê ê Swêdê Şoreş Qadirî derbarê mijarê de bersiva pirsên me da û da diyarkirin ku, wî helbestvanê navdar di dema kêşana filmê Kurdî ê dervey Kurdistanê hêj di temenê 12 salî de naskiriye û got, Bêkes dema temaşeyî filmê wî rolê sereke dileyîst pir pesnê wî dabûn. Qadirî da zanîn ku, wî piştre zanî ku Bêkes helbestvanekî navdare û dest bi xwedina helbestên Bêkes kiriye, her wiha pir jê bandor bûye. Qadirî destnîşan kir ku, piştre weke malbat Bêkes naskirine û sohbet kirine, herî dawî beriya niha mehekê dema ku penceşêrê girtiye li mala wî ya Stockholmê serdana Bêkes kirine. Qadirî derbarê Bêkes de ev tişt anîn ziman: “Helbestvanekî pir binirx û endamê YNK’ê Bêkes, mirina wî ji bo tevayî Kurdistanê windahiyek mezine. Piştî Rêveberiya Herêmî ya Kurd hate avakirin, Bêkes ê ku parlementerî û Wezîrtiya Çandê kir, hembû dengê hikumetê û hem jî yê muxalefetê. Hem li Kurdistanê û hem jî li Swêdê tevkariyên pir binirx dan tekoşîna gelê Kurd. Bêkes netenê Helbestvanekî Kurd ê mezin bû, di heman demê de rewşenbîr û milîtanekî ji bo azadiya gelê Kurd tekoşîn dayî bû.” Qadirî destnîşan kir ku, Bêkes xwestiye ew li Parka Azadî ya li Silêmaniyê were defin kirin û wesîyet kiriye ku li rexa gora wî jî “kafeyek ya çandê” rewşenbîr û hunermend lê kombibin bê çêkirin. Qadirî anî ziman ku, ew dê daxwazên Bêkes ragihînin Rêveberiya Herêmî ya Kurd. YEK JI WAN REWŞENBÎRAN BÛ KU HELBESTA KURD ANÎBÛ ASTA MODERNÎZMÊ Rojnamevan-Nivîskar Omer Şêxmûr da diyarkirin ku, ji salên 1960’an ve Bêkes nas dike, di sala 1967’an de Bêkes ji wî re dîwana helbestên xwe jêre şandiye û wê demê fêmkiriye ku Bêkes yek ji wan rewşenbîrane ku helbesta Kurd aniye asta modernîzmê. Şêxmûs da zanîn ku, piştî tevlî Tekoşîna Azadiya Kurdistanê bû Bêkes anî ser radyoyê, wî û Mehmet Uzun ji bo “Xelata Tucholsky” bidinê ji rêveberiya PEN’ê re pêşniyarkir û bi armanca girtina xelatê di sala 1987’an de hatiye Swêdê û piştî wê jî li Swêdê bicih bû. Şêxmû aşkera kir ku, hinek helbestên Bêkes wî û hevjîna xwe vegerandine zimanê Swêdî û balkişande ser ku Bêkes demekê Wezîrtiya Çandê ya Rêveberiya Herêma Kurd kiriye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Lê belê ji ber astengkirina azadiyê û protestokirina binpêkirina mafan ji peywira xwe îstîfa kir. Ev helwesta wî ji aliyê rewşenbîr û gelê Kurd ve hate textîr kirin. Çiqas ez çûbam Başûrê Kurdistanê ez diçûm min ew didît. Herî dawî beriya du heftiyan ez çûm mala wî serdanê. Lê mixabin ji ber nexweşiya wî em gelek neaxivîn.” MÎRANÊ BÊKES DÊ JI NESIL DERBAZÎ NESIL BIBE Şêxmûs bibîrxist ku, netenê Kurd, Swêdî û gelek rewşenbîrên welatên din Bêkes weke yek ji nûnerên herî pêş yê Helbestên modern ên Kurdî dibînin. Şêxmûs da diyarkirin ku, bi mirina Bêkes gelê Kurd rewşenbîrekî pir girîng û helbestvanekî mezin winda kir. Şêxmûs aşkera kir ku,netenê ew gelek nivîskarên navnetewî jî Bêkes weke helbestvanê herî mezin yê Kurdistanê dibînin û wiha got: “Ji mere mîrasek pir mezin hişt. Ev mîras dê salên dirêj ji nesil derbazî nesil bibin.” Werger Ehmed Îskenderî diyarkir ku, wî dema ku di salên 1980’an de li çiyayan pêşmergetî dikir pirtûkên helbestan ên Bêkes naskirine û got, piştre derfetê naskirina Bêkes dîtiye. Îskenderî bilêv kir ku, Bêkes netenê ji bo azadiya Kurdistanê tekoşîn kiriye, li Kurdistanê ji bo demokrasî û mafê mirovan jî tekoşîn daye meşandin. Îskenderî daxuya kirin ku, “Bêkes netenê piştgirî da tekoşîna Kurdên Başûr, piştgirî da tekoşîna Kurdên hemû perçe û Kurdên ku li her aliyek yê cîhanê jiyan dikin.” Îskenderî balkişande ser ku, Bêkes rewşenbîrekî mafê jinan diparast bû, ji ber vê çendê di nava aktîvîstên parastina wekhevî û jinan de kesayetekî binav û deng bû. JI BO KURDISTANEKÎ DEMOKRATÎK, AZAD Û WEKHEV TEKOŞÎN KIR Di sala 199’’an de dema ku peywira Wezîrtiya Çandê ya Rêveberiya Herêmî ya Kurd birêve dibir, vekirî li hemberî kuştin û tundiyên ji ber namûs û toreyan helwest nîşan da, li hemberî zextên li ser jinê derket û ji bo mafê wekheviyê bidin jinê tekoşîn da meşandin. Ji ber vê jî tevlî çalakiyan bû. Îskenderî anî ziman ku, Bêkes li hemberî pêkanîn çewt ên li Kurdistanê derket û bi pirtûka “Welatê min keçek ciwan e” ciwanên ku ne ji partiyên desthilatdar, di nava jiyana rojane de rastî çi pirsgirêkan tên û zoriyên wan xiste rojevê, ji ber vê çendê rastî bertekên partiyên desthilatdar hat. Îskenderî got: “ Wî hertim ji bo Kurdistanekî demokratîk, wekhev û azad tekoşîn meşand.” Nivîskar Amed Tîgrîs destnîşankir ku, wî Bêkes li Stockholmê naskiriye, 4 salan kovara binavê Berwang bi hev re derxistine û got, Bêkes netenê helbestvanek mezin yê Kurdistanê, yek ji helbestvanên herî mezin ên Rojhilata Navîne. Tîgrîs balkişande ser ku,Bêkes rewşenbîrekî ji tenêbûnê hes dikir û gelek cigare dikişand. Berpirsê Weşanên Apecê Elî Çîftçî aşkera kir ku, piştî ku Helbestvanê Navdar Bêkes hatiye Swêdê û vir ve wî nas dike û anî ziman ku, di sala 1988 û 1989’an de sê pirtûkên wî weşandine. Çîftçî diyarkir ku, “Helbestvanekî dihate heskirin bû. Ji bo wî zaravayê Soranî girtîng bû. zaravayê Kurmancî ji bo wî tiştek îfade nedikir. Kesayetekî welatparêz û ji gelê xwe hes dikir.” MIRINA WÎ JI BO GELÊ KURD WINDAHIYEK MEZIN BÛ Nûnerên Meclisa Gelê Kurd ya li Stockholmê, Tevgera Jinên Demokratîk ên Ewropayê û Federasyona Elewiyên Demokratîk tevlî sersaxiyê bûn û sersaxî li malbata Bêkes dan. Berdevkê Federasyona Elewiyên Demokrat Hesen Înce got, Bêkes di sedsala 20’an de yek ji helbestvanên Kurd ên herî girînge, ji bo zimanê Kurdî û helbesta Kurdî di qada navnetewî de bê naskirin tevkariyên mezin da, mirina wî ji bo gelê Kurd windahiyek mezine û dê valehiyek mezin çêbike. Rojnamevan-Nivîskar Kurdo Baksî jî anî ziman ku, piştî Bêkes di sala 1987’an de hate Swêdê ew naskiriye û ji wî re wergertî kiriye, di şevên Çandê de helbestên Bêkes ên bizimanê Swêdî xwendine û diyarkir ku, hevaltiyek baş di navbera Bêkes û mamê wî Mahmût Baksî de hebû. Baksî anî ziman ku, ew bê serbilindin ku, di sala 1987’an de PEN’ê Xelata Tucholsky da Bêkes. Baksî wiha axivî: “Em li Tenstayê li heman semtê diman, weke malbat me hev didît. Li rexmî ku helbestvanekî mezin û demekê Wezîrtiya Çandê jî kiribû, her demê dilnizim bû û têkiliyên xwe li gel Kurdan didomand. Di aliyê siyasî de rexmî ku me ji hev cûda jî difikirîn, tu caran navbera me xirab nebû. Tam berevajî têkilî û dostaniya me pêşket.” JI BO BÊKES FÊM BIKIN, PÊWÎSTE HELBESTÊN JI BO HELEBCE NIVÎSANDINE BIXWÎNIN Baksî anî ziman ku, mirina Bêkes bandora xwe li ser Kurdên çar parçeyan jiyan dikin kiriye, Bêkes xwedî şêyanek wisan bû ku, bi bûyerên biçûk di ket rê û pê li pirsgirêkên mezin dikir û balkişande ser ku, ji aliyê hinek wêjevanan ve Bêkes di nava 10 helbestvanên herî mezin ên cîhanê de tê nîşandan. Baksî da zanîn ku, Bêks di sala 1987’an de li Îtalya û piştre jî li Îngilîstanê xelat wergirtin û got: “Ji bo mirov Bêkes fêm bike, pêwîste mirov helbestên ji bo Helebce nivîsandine bixwîne. Helbestvaneke ku pir baş Helebceyê bi helbestan dide fêmkirin. Ev helbestên wî bi zimanê Swêdî weke stran tomar kirin.” Herwiha hate diyarkirin ku, Bêkes alîgirê yeketiya netewî ya Kurd bû. MURAT KUSEYRÎ - STOCKHOLM Çavkanî : Ajansa Nûçeyan a Firatê
Posted on: Tue, 06 Aug 2013 10:51:21 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015