Bavê helebçe Gelek caran me di medya û rojnameyên kurdî de - TopicsExpress



          

Bavê helebçe Gelek caran me di medya û rojnameyên kurdî de l ser , çelengî û qehermania jina kurd û giringiya rola wê di civat û dîrokê de xwendiye, û gelek navên navdar bi tîpên zêrîn di rûpelê dîrokê de hatine nivîsandin . û bûne sitêrkin geş roniya xwe dane qada xebatê û rê li pêşya xorta ji pêkanîna mafên wî yên netewî û jiyaneke azd û aştine de bijî ,ronî û dûz bike. jina kurd carekê,dayka şehîd e carekê jî şew reşgere li serçiyayên kurdistanê di nava berf û seqema dijwar de mîna pilingan li kêleka pêşmergên qeherman , xaka welatê xwe ji êrîşên dijminan parast ye . Belê,jina kurd ewe ya ku bi destê çepê dergûşa qehremanan dihejînê û di destê rastê cîhanê seraser dihelînê . Jina kurd LEYLA ZANA ye a ku bi dehê salan di zindanên şoven û xwînmijan de , berxwedanek bê sînor di ber doza gelê xwe de kiriye ,û nav u dengê wê li seranserî cîhanê belav bûye . Jina kurd LEYLA QASIMe ya ku canê xwe yê şêrîn ji doza gelê xwe re kiriye qurban û bi xwîna xwe ye pîroz , riya azadiyê li pêşya gelê xwe ronî û geş kiriye ... Belê jina kurd , HELîMEYE dayika çar şehîda ye û careke din jina kurd SITûNA ZORAVA ye dayika çar lehegên min ŞêRAN yên di zindanên şamê de SEMSA XANIM e Roja 15 Sibata 2005 an li taxa zorava ,di nav wan xaşerêkên çiyayê QASYON de ,di navbera wan latê berz û bilind de ez pêrgî ŞEMSA xanim hatim ku ew serkêşiya birek qîz û xort dike ,berê wan li dadgehê bû , Dengê lingên wê û yê dilê wê her yekî êşek cuda nîşan dida,di keskayiya şavên wê de şahî û xemgînî tevlî hev dibûn keskesor di nav herdû pêsîrên wê de der dibû tevan bihev re tabloyeke rengîn nîşan dida . Bi coşek gerim ez jî tevlê kerwanê wê û hevalên wê bûm , me berê xwe da dadgehê ew dadgeha suxte ya ne dadmend , me pêşwaziya he çar kurên wê û 11 e hevalên wan bi gul û çîçekan kir di encamê de her çar kurên wê û hevalên wan bi 3 salan , bê sûc û guneh hatin ceza kirin Di wê navê de ŞEMSA xanim da ber tilîlyan û salogan avêtin bi dengekî bilind zimîn bi dîwarê dadgehê xist ,got hun karin me zindan bikin hun dikarin me bikujin , lê tucarî hun nikarin behweriyê me biguherênin ,çendî em zilm û zorê ji destê we dibînin ewqasî em bi doza xwe ve tê girêdan ma gelo dema em daxwaza mafên xwe bikin wêbersiva we eşkence û zindabe lê bera hun bizanin ku gelê me ,bi van kiryarên we çavtirsandî nabe û serê xwe natewîne ji ber go ew dizane di siya wilo serkirdayetê şoven de riya azadiyê bê eşkence û zindan ronî û dûz nabe Heger we îro heçar kurên min avêtin binê zindanê ,ha vaye bi sedan qîz û xortên min çêbûn Rojên li pêş,rojên me ne rojên gelên bin destin baweriya min bi gelê min xurt e baweriya min bi van qîz û xortan bilind e ku ewê karibin vê doza xwe ya pîroz bi rêve bibin serî Xortino qizno destên hev bigrin rêzên xwe biyk bikin ji hev bela nebin ,ji ber ku xurtiya me û gelê me di yekîtiya me de ye ,
Posted on: Wed, 05 Mar 2014 23:52:48 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015