Duran Kalkan: Li Rojava destan hate nivîsandin Navenda Nûçeyan - TopicsExpress



          

Duran Kalkan: Li Rojava destan hate nivîsandin Navenda Nûçeyan ANF- 18.07.2013 17:13:12 Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Duran Kalkan got, li Rojava destan hate nivîsandin. Kalkan da diyarkirin ku, hate çespandin ku xeta demokratîk modernîte ya şoreşa Rojava dikare bikeve pratîkê û serkeftinê qezenc bike. Kalkan di derbarê pêvajoyê de jî axivî û diyarkir ku, “Aliyê Kurd zêdetir xwe bi ruhê pêvajoyê re hevsengand û amade kir. Bêgûman bi KONGRA-GEL ve sinordar nîne. Konferans hatin kirin/dê bênkirin. Rêxistinên din amadekirin/amade dike. Dê di hemû qadan de bipêvajoyê bide hesandin.” Kalkan pêhesandin jî wiha soje kir: “Serhildan, bê ve girêdayî em dê dîplomasiyê pêşbixin. Dê parastina cewherî qayîm be. Em dê xebatên li parçeyên din jî hîn zêdetir bi aheng bikin/piştgiriyê bidinê. Îtîfaqên hundir û derve ji bo pêşketina şoreşa demokratîk dê bên avakirin.” Kalkan di nirxandinên xwe de behsa kesên ji rêxistinê jî qutbîne kir û diyarkir ku, pêşniyara Ocalan ên heya niha ji rêxistinê qutbûne dikarin bikevin nava xebatan de jî di KONGRA-GEL de bûye biryar û ji bo herkes ahengî ruhê vê pêvajoyê beşdar bibe bang hatiye kirin. Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Duran Kalkan di hevpeyvîna xwe ya li gel ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Nurdogan Aydogan de destnîşan kir ku, ji bo Pêvajoya Avakarina Jiyana Azad Û Rizgariya Demokratîk polîtîkayên rast ên ku li Bakûr, Rojhilat û Başûr bêne şopandin hatine diyarkirin û bûne biryar. Kalkan pêşdîtin dike, di plansazî û dabeşkirinên kar ên nû hatin kirin de zêdetir kesiman bêxin nav de û bang li hemû dost, rêxistên gel ên ciran, rêxistinên Kurdan, derdorên demokrat, hemû civatên etnîkên cûda û baweriyan di nava yeketî û îtîfaqê de vê pêvajoyê birêve bibin û hînbêhtir beşdar bibin. ŞOREŞA ROJAVA Duran Kalkan destnîşan kir ku li erdnîgariyek ku mirov dikare bêje şer lê çênabe, destan hatiye nivîsandin û wiha dom kir: “Li Rojava her tişt diguhere. Ruh, raman, tevger, terzê jiyanê û pîvanên mirovan diguherin. Jin, ziman, zarok, ciwan û pîr diguherin. Ev salek e tenê kurdan na, hemû mirovahiyê ji gelê Rojava moral girt. Hem di warê berxwedanê, hem jî di afirandina sîstemek demokratîk ku li cîhanê tuneye de, bi cesaret û ısrara xwe moral dan gelan. Ev şoreşa mezin bi huner û muzîka xwe anîn ziman û moral dan mirovahiyê, ruh da qezençkirin. Dîtina yekemîn salvegera vê şoreşa mezin, xwegihadin û jiyandina wê çavkaniya heyecan û coşek cuda ye.” Kalkan destnîşan kir ku, hem wê tecrubeyên salekê û hem jî dersên dîrokî yên demên borî hîn zêdetir bêne fêmkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê yekê destpêkê wê hêzên şoreşgerî yên Rojava bikin. Ev serkeftin encama keda wan e. Lewre hem dê peywîra xwe bicîh bînin, hem jî dê wekî mafekê dersên dîrokî yên vê hemleya mezin a şoreşgerî derxînin holê û bikin malê gelê kurd û mirovahiyê. Ev dê girîng be. Wê herkesek ji vir tiştekê ji bo xwe fêm bike. Em bawer dikin ku wê rêhevalên ku ev têkoşîn dane meşandin, dê encama vê şoreşê jî wekî dersên bingehîn derxînin holê û ramana me, hişmendiya me ya şoreşê hîn zêdetir pêş bixin. Bi şeklên gelekî cuda wê vê yekê pêk bînin û teoriya me ya şoreşê, pêşketina terz û taktîka me pêk bînin. Ev peywîr di serî de ya wan e.” Kalkan bal kişand ku, ev yek tenê karê hêzên şoreşgerî nîn e, divê hemû kes vê şoreşê baş binirxîne, ji van encaman derxîne û wiha dirêjî da axafina xwe: “Ji ber ku ev şoreşek û bi awayekî vekirî hatiye jiyandin. Di serî de divê kadroyên me hişmendî, tevger, xebata rêxistinê, terz, uslup û tempoya xwe li gorî vê yekê hîn zêdetir pêş bixe û nû bike. Her wiha ji bo ku hemû kes ji van dersan sude werbigire tevkariyê bikin. Yên ku hîn zêdetir fêm kirine, divê ji bo ku hemû kes feyde bigirin van deran bikin agahiyên zelal. Ev jî peywîra me hemuyan e. Di vê bingehê de em bawerim ku dê encamên girîng bêne derxistin.” Kalkan derbarê geşedanên di nava salekê de pêk hatine de jî ev tişt anîn ziman: “Beriya her tiştî divê ez viya bêjim. Hinekan ne ku salekê, bawer nedikirin ku dê ev şoreş rojekê, hefteyekê, mehekê bê jiyandin. Ev qas jî temen nedidanê. Li erdnîgariyek evqas biçûk şoreşek wiha hatiye jiyandin û ev jî bi serê xwe encamek ku divê bê nirxandin e. Li aliyê din em jî di nav de, kurdan, dostên kurdan her tim dihat gotin ku dê li perçeyên mezin ên Kurdistanê şoreş pêk were, encam wê bêne girtin û perçeyê biçûk Rojava jî girêdayî vê yekê wê mafên xwe bigire. Ev ferasetek bû. Şoreya 19’ê Tîrmehê ya salekê ev feraset serobino kir û hilweşand. Derket holê ku êdî mijara meşandina xebatên şoreşê, pêşxistina wê, pêkanîna şoreşê wisa bi hêzê çênabe, girêdayî mezinahî û biçûkahî nîn e. Di vê wateyê di ramana me de guhertin çêbû.” Kalkan diyar kir ku, li Rojavayê Kurdistanê du nêzîkatî hene û wiha got: “ Ya yekemîn şoreşger şoreşê dikin(zehmetî, pêşeng derdixe pêş, pir pesin dide). Ya duyemîn şoreş berhemê girseyê ye (Ji xweve derdikeve holê, xebatê rola şoreşgerî kêm dikir.) Bi taybetî bi van herdu nêzikatiyan derbe li Rojava xistin. Şoreş rastiyê baştir derxist holê. Di têkoşîna şoreşgeriyê de pêşnegtî , xebatê pêşengtiyê, cihê xebata şoreşgeriyê, erk, berpirsyartî, peywir û li cihê konjonkturê, li cihê rihê pêşketina civakî? Ev yek derxistin holê. Ev yek da zanîn ku bi zora şoreşgeran şoreş pêk nayê. Tenê rewşa heyî tê, gel radibe ser piyan, tê wateya şoreş pêktê, li benda van jî mayîn şoreş pêk nayê. Her du jî rast nînin.” Kalkan her wiha bi lêv kir ku li her derê, her demê xebatên şoreşgeriyê û pêşengtiyê dikare were kirin û wiha axivî: “ Peywira şoreşgeran, meşadina xebatên pêşengiyê; derxistina zanebûna şoreşgeriyê û amadekirina pêşnegên bi rêxistin kirî tê wateya ku pêşeng hatiye amadekirin. Dema ku şoreşgeran ev tiştên ku amadekirîn bi konjokturê ve bê girêdan wê demê şoreşên mezin pêk tên. Di parçeyên herî biçûk de jî şoreşa azadiyê bivî awayî mezin pêk tên. Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an jî bivî awayî pêk hat. Bi rastî jî kesên ku dinava şoreşê de cihê digirin ne dizanîn ku wê geşedan ve qas bin.” Kalkan bal kişand li ser şoreşa 19’ê Tîremhê û wiha pêde çû: “Bê guman şoreşa 19’ê Tîremhê bi serê xwe pêk nehat. Tenê nebû. Bê zanebûn, bê rêxistinî û bê pêşeng pêk nehat. Ji ber ku konjoktor guncav bûn, xebat û amadekariyên ji bo şoreşê jî amade bûn. Di vê mijarê de divê neyê ji bîrkirin şoreşa Rojava ya 2011 û 2012’an beşeke ji stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî ya di çarçoveya Kurdistanê de ye û divê neyê piştguhkirin. Vê şoreşê bi hêza xwe ya cewherî xwe pê xist. Wê jî di pêsîra xwe de hewand, lê ev bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve girêdayî bû. Bi têkoşîneke giştî, bi planekî şoreşgerî bi awayekî rêxistinkirî bi pêş ket û mezin bû. Ji wê hêz girt, hêz da wê. Bi tena serê xwe teqes nebû. Ji hêleke din ve qasî ku ji vê giştîbûnê hêz girt, bêguman bandorê lê kir. Hêz jî dayê, ronî kir, ji hêla pêşengtiyê de rola xwe leyîst, wiha da îfadekirin.” Xeta di navbera şerê modernîteya kapîtalîst a Gerdûnî û stutoparêziya dewleta netewe de nabe alî, li hemberî wan ku demokrasiya gelan îfade dike wek xeta sêyemîn derdikeve holê, serketina xeta modernîteya demokratîk kir nav xwe û rastiya wê nîşan da. Ev bû yekemîn pêngava vê xetê ya serketina mezin. Ji lewra îspat kir ku ev xet dikare bi ser bikeve, derbasî jiyanê bibe û bikeve pratîkê. Divê misoger mirov girêdana wê ya bi xeta Rêber Apo re bibîne. Hêzên parastina xwe, pratîk û rastiya berxwedana YPG’ê gelek dersan di nav xwe de dihewîne. Me heta niha li Kurdistanê şerê li çiyayan esas girt. Dema gerîlla dihat gotin, bi çiyayan ve dihat bîranîn. Çiya dihatin aqlê mirovan. Em wer difikirîn ku ev tişt bê çiya nabin. Ji her aliyên Kurdistanê yên xwestin bibin gerîlla ber bi çiyayan ve meşiyan. Ev ne şaş bû, rast bû. Tişteke girîng derxist holê. Di wan şert û mercan de heta ku mirov xwe nespartiba hêzeke wek çiyayan ne mimkun bû mirov şoreşê pêş bixe û li ber xwe bide. Lê belê me bi Şoreşa Rojava re dît ku, çiyayan rola xwe lîst û hîn jî dilîze û heta bandora xwe berdewam bike bi sûdwergirtina ji wê bandorê dikare li deşt û bajaran jî gerîlla pêş bikeve. Li hemberî her cure êrîşan mirov dikare li ber xwe bide. Dikare şoreş bê kirin. Dikare gel û şoreşê biparêze. Di pêşxistina gerîllatiya deşt û bajaran de; di pêşxistina terz û tektîkên wê de, di avakirina pergala rêxistinî de Şoreşa Rojava û tecrûbeyeke mezin a Parastina Meşrû de kabiliyet derxist holê. Divê mirov, hîn bi detay û kitekit, hîn bi berfirehî û kûr li ser hûr bibe û dersên dewlemend jê derxe. Divê em hemû van nîqaş bikin, hîn zêdetir li ser hûr bibin. Ev hem mafê me hem jî wezîfeya me ye.
Posted on: Fri, 19 Jul 2013 02:07:22 +0000

© 2015