Ezbenî! Em Li Hêviya Heyamekî Nû Ne Konê Reş Ezbenî! Min - TopicsExpress



          

Ezbenî! Em Li Hêviya Heyamekî Nû Ne Konê Reş Ezbenî! Min bîr ne dibir gelo çima; Beriya Mêrdînê, deşta Sinceqê, Deşta Sirûcê û çiyayê Kurmênc Di hewşa mala min de radizên?! Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Efrînê û Kobanî.. Her êvar li min dibin mêvan?! Erê, min bîr ne dibir çima; Darên Beriwa ji ser çiyayên min direvin û Darên Çinarê, ewên kevnar, didin pey wan..?! * * * Ezbenî! Em bi hêviya heyamekî nû ne; Heyamekî, ku em porê serê wî Bi çîrok û çîvanokên kevin û nû Şeh bikin û bihûnin.. Kirasê wî ji kul û derdan daweşînin.. Erê pêwistiya me bi heyamekê nû heye Heyamekî ku ji tirsê ne tirse û Bi cegerdarî karibe; Di ser agirê gurr re çemke û bibeze pêş.. Erê, em bihêvîne ku careke din Kaniyên çemê Xabûr der bibin û vebin Av di best, cog û newalan de biherike.. * * * Ezbenî! Em bi hêviya bahozekê ne ku Zimanê me bihejîne û Bend û lelan bişkîne.. Bi hêviya ronahiyekê ne ku Em canê xwe bispêrinê û rehet paldin.. Bi hêviya çiyayekî ne ku Pêve hilkişin, dinya û alemê bibînin û Kul, eş û birînên xwe nebînin.. * * * Ezbenî! Ne hêsane ku ez dergehê gotinê bigirim û Bilivim pêş.. Ne tu radiweste ezbenî û Ne rê bi dawî dibe..? * * * Erê ezbenî! Çendî spîbûn bi tirse?! Bi tirse ku; Em sayebûna wê bi tariyê Bilewitînin.. * * * Ezbenî! Dîroka me şilfîtazî li pêş me dimeşe Bi dawîbûnan dagirtiye. Kêm rûpel di tûrikê wê de parastîne Kêm pênûsan li ser lat û zinarên wê Nivîsîne.. Dîroka me bi keser derbas dibe, Bi girî rojên me di buhirîne.. Zimanê me; toşî talanê bûye û dibe, Ji devê me dizîne û didizin.. Û Wiha bê dergevan, Bê dost û yar em mabûn.. Bi tene çiya, çiya dost bû Heval û hogir bû û dost maye.. * * * Ezbenî! Hawara Xelefê Şûvî Ji mîr Bedirxanê Botanî re Zindî ye: (Ez Xelef im, Xelef im Ez Xelefê Şûvî me Xwediyê şûrê sedef im Hawar e Mîr hawar e Mîr Yezdan Şêr begê Botan e..!) Nerazîbûna Xelefê Şûvî Bi mîrîtiya Yezdan Şêr, Wefadarî û mêranî ye.. Îro roj pêdiviya me Bi kesên wek Xelefî Şûvî û Hawara wî hêjî heye.. * * * Erê ezbenî, bela heyv were! Bela dem were û çerx û dewran Bifitilin.. Bela heyv were û bi me re meyê Vexwe, Xwe dûr neke û çiva nede xwe Çendî ewir tarî be nikare heyvê veşêre.. * * * Were baranê were! Tofan bi derengî ket Kûpê çiyayê Cûdî hêjî spî xuya dike Gundê Heştêyan, bajarê Şernex û Cizîrê Lavijên Botanî dixwazin.. Stranên me sarbûne.. Awazên me ziwa bûne.. Êdî nema Mihemed Arif Cizîrî Strana Eyşana Elî dibêje û ne Gerabêtê Xaço Strana Lawikê Metînî Dinuhirîne.. Bibare baranê bibare Şuristê vejîne, Keskahiyê bi ser me de bibarîne.. Bela careke din kevoka aşîtiyê Şaxekî darzeytûnê bi nikilkê xwe Di asmanê welatê me de bigerîne, Destpêka dîrokek nû Di Rojhilata Navîn de biçîne û Heyamekî nû bi ser me de bişîne Erê heyamekî nû.. Konê Reş Qamişlo
Posted on: Tue, 06 Aug 2013 12:54:36 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015