GELO ÎNCÎL ÇEND HEBIN? ÎNCÎL HATÎYE GUHARTIN? - TopicsExpress



          

GELO ÎNCÎL ÇEND HEBIN? ÎNCÎL HATÎYE GUHARTIN? - BEŞA 2- Hevalên Hêja û Birêz: min di Nivisa min ya berê de li ser mijara; " ÎNCÎL ÇEND HEBIN Û GELO HATÎYE GUHARTIN?" de çen tişt nivisand. Niha em cîhê ku lê mabûn li wir dewam dikin. TEWRAT, ZEBÛR Û ÎNCÎL HATÎYE GUHARTIN? Xwedê şîyandarê hertiştîye? Kesên ku bawerî bi xwedê naynin re li gorî wan Kitêbên pîroz dive ku bêne guhartin û dive ku hatibin tunekirin jî! ev ji bo wan ne tiştekî zor e. Lê mixabin kesên ku bibêjin ez ji Xwedê bawer dikim, nikare bibêje Kitêbên Pîroz hatine guhartin yê ku dibêjin Tewrat,Zebûr û Încîl hatine guhartin ew di şaşîtîyekî mezin de ne. Li gorî bawerîya Misilman û Mesîhî de Xwedê şîyandarê her tiştîye. Xwedê dilovane. Kitêbên xwe yên Pîroz ji bo rêya rastîyê peyxam dide. Heger Tewrat,Zebûr û Încîl bê guhartin wê demê lazime ku ji vê herdû encam em qebûl bikin: An (heşa) Xwedê nikare Kitêbên xwe biparêze û ji ber vê yekê ew ne şîyandarê her tiştîye! Anjî bi tenê yek caran giringî dide daku ji însan re rêya rastîyê nîşan bide û dema ku ji rê derkevin jî ew eleqedar nabe. Kitêbên wî jî bêne guhartin ji bo wî nemuhîm e. (heşa) Xwedê ji van hemu buxtanan (îftîra) dûr e! Dema ku Gotinên Xwedê bêne guhartin wê demê ne mimkune ku mirov di rêya rastîyê de bimeşe. Ji dîrokê jî tê zanîn ku B.Z (M.Ö.) (berî zayînê) dı sedsala 15 yan de Tewrat, Zebür B.Z. sedsala 10, Peymana Kevin Kitêba Pêxemberên dawî (Malakî) B.Z. di sedsala 5. Încîl (Peymana Nû) P.Z. (piştî zayînê) di sedsala 1 ê de hatîye peyxam (Wehîy) kirin. Heger nivisarê ev pirtukan hatîye guhartin anjî piştî peyxam kirinê de bi temamî winda bûbê û bi tenê derbasdar kitêba Qurân be, Nexwe em dikarin bibêjin ku ev nêzîkî 2000 sal e ku însan di nav taritîya arîşen (manewî) de ye. Nexwe tiştekî hişê mirov tevlî hev dike! Heger Xwedê di navbera çend sedan salan de nikaribe Peyv’a xwe biparêze nexwe Ew (heşa) jixwe acize an jî heyînekî bêdilovan e!... Mixabin Xwedê şîyandarê her tiştîye. Û ew Soza xwe digre û lê xwedî derdikeve. TEWRAT, ZEBÛR û ÎNCÎL HEVUDÛ TESDÎQ DIKIN Belê Tewrat, Zebûr, û Încîl hevudû tesdîq dikin. Didin nîşandin ku Peyva Xwedê tu caran nayên guhartin. Wekî mînak: “ Gîya (çere) ziwa dibe: Lê belê Pevva Xweda yê me bêdawî sekinîye.” (Ji Kitêba Pêxemberan Îşaya 40: 9) “Beriya ku erd û ezman bibihûre, herfek an nuqteyeke biçûk ji Şerîetê winda nabe, heta ku her tişt bê cih.” ( Metta 5:18) Îsa wiha got: “Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin” (Markos 13:31) Îsa ji Şagirtên xwe re wiha got: “Lê Alîkar – (Ruhê* Pîroz) – yê ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê hemû tiştî hînî we bike û wê her tiştên ku min ji we re gotine, bîne bîra we.” Dema ku Şandî Pawlos, di derheqê xwe û di derheqê şandîyên din de dipeyivî wî wiha got: Em van, ne bi peyvên ku bi şehrezayiya mirovî hatine hînkirin, lê belê bi peyvên ku Ruh hîn kirine dibêjin. Em tiştên ruhanî ji mirovên ruhanî re eşkere dikin.” ( 1.Korintî 2:13) Pêxemberên ku Berê Zayînê jiyîne û Şandîyên ku Piştî Zayînê Sedsala 1’ê de peyvên wan û mucîzeyên ku nîşandane, Kehanetên ku gotine û hatine cîh bi van nimûneyan peytandine. (îspat) Îroj Di sedsala 21 de Bawermendên Mesihî tê de dijîn, ji bo me Kitêba Pîroz (Tewrat, Zebûr, û Încîl) Bi tecrubeya şexsî jî em didin tesdîq kirin. Ji ber ku me bi saya Kitêba Pîroz rêya rastîyê dît û li gorî daxwaza Xweda yê dilovan, jîyaneke pak, bi hêvî tije û bi coşîyeke mezin de dijîn. Her wekî din di Qurân ê de di derbarê Încîlê de ku hatîye guhartin de tu ayeteke tüneye! Wekî din jî me li jorê dîte ku li gorî Tewrat, Zebûr, û Încîl ê Peyva Xwedê ne mimkune ku bê guhartin. Belê Quran ji bo Cihu (Yahudî) yan dibêje ku wan Tewratê tehrîf (rixîn) kirin ( tê maneya ku ew ayetên Tewratê wergerandinê de şaşitî dikin!) Quran wiha dibêje: bê şik, Tewrat me şihand. (Xwedê şihand) Di wê de rêya heqîyê heye û nûr (ronahîya îlahî) heye. ( teşe,sure 5:44) (Bala xwe bide! Quran nabêje ku ‘hebû’ dibêje Heye: Ango bi awayekî vekirî bi me dide zanîn ku Tewrat hê ji rêya heqîyê û têde ronahîya îlahî heye. Eva tişta aşkere dibêje! Dewam dike: “… di nava wî de heqîqet û bi nura îlahî ku ew Tewrat tesdîq dike me Încîlê da.” (( teşe,sure 5:46) Her wekî din lê binêrin Teşeya (Sure) 3:3, 5:68-70, 6:91… Li gorî Quranê lazime ku Mumînan Tewrat, Zebûr û Încîl tesdîq bikin û bawer bikin. ( JÊRÊNOT: EV NIVIS WÊ DEWAM BIKE)
Posted on: Tue, 13 Aug 2013 08:53:26 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015