GULA WELATÊ KURDAN Ev çi gule hinde béhne,li Diné wekî wé - TopicsExpress



          

GULA WELATÊ KURDAN Ev çi gule hinde béhne,li Diné wekî wé tun e Gula doza Kurdistane,ew tené dilkeya min e Roj ji nav enya diçrûsé,erd û ezman ber diteysé Fîstan kesk û sor zer sipî,ew Rûrostérhîva min e Xwînîya Dolén Qesaba,laş tev birîn şona derba Dilbenda desté béba,jan éşa vî dilé min e Ji heyl û taqet û birhé, pîr kirim ewé béhn bihé Gula serhildana Dihé,şox û şeng û spehya min e Baré giran daye ser mil,rû roj birh hîv çav sitérik kil Bûka dest hene xwîna şil,ew bînahya çavén min e Çibkim jîyan bé nameşé, kes ne bé qama béhn xweş é Ji Lurîstan ta Mereşé,şengejîna min e Ji eslé Métan û Made,ronahya roja felate, Kezî Dicle û firate,xiyal û kedera min e Maldare xwey neft û gaze,Sorî ye kurmanc û zaze Léhv Kulîk kepî elmase,ew ziman Kurdiya min e Bejn û bal yekta zirave,por ser namila sûlave Misk û enber û gulave,şev û roj mitala min e Xewş heval û dost û yare,gul û kulîlk û bihare Xewna îsal par pérar e,ev kul û keser min e Ber bihariya zozana li Cilo Qatu Şemdîna Li mérgemar Fereşîna,bérîvana bérya min e Tér nabime ji evîné ji dildayé xem revîné Zivistan pehîz havîné,ew geşta bihara min e Dixazim péra jîn bim dum, wé xelaskim ji desté rom Ta Qers û Ulto Erzurom, welaté,bermalya min e Li ser dilé min bu axûz,xweş dermane ev pelhewîz Sosina Dimil, Alegûz ,Nérgiza Dérsima mine Çava héstir kir dl girî ,bu gula çiyayé jorî Ber béhna sax dibin mîrî,binefşa QuçgÎrya min e Wé roja Gelyé Zîlané xwîné példa Gola Wané, Sumbula çiyayé Sîpané,Terazina eşqa min e Li Pirana xwezî Zin bu héstrén çavé Şéx Seîd bu Şéx Ubeyd Şéx Abduselam Şéx Mehmud Berzenc yé min e Aha Mîr Abdrehman baba Mîr Miheme Mîr Bedirxan Simko Mela SelÎm Burhan Şéx Şehab Seyd Elyé mine Derdé dilé sé Qadiya qehreman Barzanyén çiya Êhsan Nurî û seyd Riza Şéx Gersyé min e Nalîna wan sémbél soran wan Mezlu Ferhad pîran Şevaq û péta giré can dildayén doza mine Çibkim ber darén sédaran pi li qeydé dest zicîran Exsîré desté neyaran Abdulahé Riha mine Dilé min her pé zaniye yar Kurd û Kurdistanîye Çi xweş bedew Nuraniye Eh medé Xanîyé mine Xwezya Seyday Cîgerxwîn ew pîroz li me bu evîn Çétir ji xec şérin û Zîn kulîlk Bohtaniya min e Awir Guhderz Rustemîyé Çav kil xeté Awestayé, Nurha Ahura Mazdayé Zerdeştî Aryanya mine Ev sebra min bé wé hewté desté min ji wé naqeté Beybûna çiyayé Nemrûdé,eezen séva xelata min e Xort û keç reqsa vé bûké,sef giha Efrîn Qamûşloké Dinya nahéjé neynuké,serhildaya doza min e Çiya dora xwe civandin,neyar ji ber rateqandin Dar beran jî got em Kurdin, min zanî Kurdçîxa min e Bila Kurdistané çéké wek xwe dîwaré xwe lé Min li ber hifza xwe biké hinga zanim dosta min e Da bes dil hûr hûr binalî,navim jé bibime xalî Eve yara Dilpét Jélî Belazîza xewna mine Dilpét Jélî,
Posted on: Tue, 02 Jul 2013 17:02:09 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015