Hin Biwêjê Herêma Botan Agir berda heriyê. Ango fitne kir, - TopicsExpress



          

Hin Biwêjê Herêma Botan Agir berda heriyê. Ango fitne kir, fitne dada, fitne germ kir. Agir kete bin lingê wî de. Yanê hedar û seqara wî/wê nehat. Dema yek dixwaze bi awayekî lez û bez ji cihê ku lê ye veqete wê demê yê li der dora wê vê biwêjê jê re bikar tînin. Ava wan di cûyekê de naçe. Ji bo wan her du kesên ku ramanên wana ji hev cûda ne û bi hev û din re derbas nakin tê gotin. Av di neqeba wan de naçe. Ji bo kesên ku neqeba wan gelek xweş e û pêwendiyaên wan dostane ne tê gotin. Avê daye kuna rovî. Ji bo wî kesê ku zerareke mezin ya wî çêbûye û ketiye delaveke teng de û tengezariya wî di rûyê wî de xuya dike de tê gotin Avê lê venaxwe. Yanê wê hema wê biryara xwe bi cih bêne û înfaz bike Avê li destê wî/wê nake. Yanê dema yek muqayeseya di neqeba du tişt, yan jî di mirovande bike û qîmet û hêjayiya yek ji wan li ser ya/yê din destnîşan bike ev biwêj tê gotin.. Avika rûyê wî teqiyane. Ji bo wî kesê bêar bûye tê gotin; ew qas ku êdî nizane ka fihêtî çi ye. Av lê germ dibe. Der barê wan kesên mezin û yên dikarin îşan bikin de tê gotin. Bayê xirê de/Di bayê xirê da. Yanê di demeke gelek kurt de. Be’de xerabûl Besra Yanê piştî ku kar qediya. Piştî ku zerareke mezin çûbû. Beqê req hilgirt. Dema mirov yekî, yan jî tiştekî ji xwe mezintir, yan jî girantir dane ser milê xwe û wî/wê hilgire ev biwêj tê bi kar anîn. Bênder li erdê ye. Ji bo wî malê li erdê hatiye danîn, hêj nehatiye rakirin û parvekirin tê gotin. Bê nan û xwê. Ji bo wan kesên ko qenciyê nizanin tê gotin. Bibe tav nade xelkê. Ji bo wan kesên ku qenciya wan nagihîje kesî tê gotin. Bibe teyr, ji destê min xilas nabe. Yanê rizgariya yê reviyayî tune ye, ew bi ku ve here xilas nabe. Bi dilek kul û şanzdeh birîndar. Yanê dema yek bi kul û qehra xwe ve û bi awayekî dilşikestî ji dereke vegere, tê gotin. Bike gustîl biêxe tiliya xwe de. Ango vê meseleyê ji bîr meke, aqil jê wergirê, ibretê jê bigre. Bila ew neh jî li ser wan dehan be. Dema yek ji xwe ketibe zerarekê û îca zerarekî din jî bikeve ser de tê gotin. Bila se goştê wî bixwin. Ji bo kesên ku ti qîmeta wan ya di nav civakê de neyî tê gotin. Bi kêrî daseke tûj û werîsekî dirêj tê. Ji bo wî kesê ku ji bilî karê xizmetê bi kêrî tiştekî din nayê û tiştekî nezane tê gotin. Binçeng lê rast kir. Der heqê wî kesê ko bi awayekî têr ji ser sîniya xwarinê rabûyî tê gorin. Yanê têradilê xwe xwar. Binê hawina kun kir. Dema yek demeke dirêj li kesekî yan jî li tiştekî bigere û pirs û pirsiyar bike û di vê rêyê de gelek zehmetiyan bibîne, lêbelê rastî wê neyê û wî/wê nebîne de tê gotin. Binê wê da tavê. Yanê tişta ku di firaxê de heye hemû xilas kir. Biqasî pirça serê xwe. Yanê gelik caran. Bire serê minarê. Yanê rezîl û ruswa kir; her tiştên wî yên veşarî aşkere kir. Birîna wî birîna kêçê ye. Ji bo kesê ne temakar be û bi tiştên hindik jî qayil dibe tê gotin. Bizmarê xwe di felekê de quta ye. Ji bo wan kesên ku gehîştine meqseda xwe û her tişta wan wek xwestina wan bi cih hatiye tê gotin. Bîst li te dikeve. Yanê kirina vî karî dikeve ser te. Bîst, te bihîst. Ev biwêj bi giştî di hejmara pîvana kirîn û firotina dexlî de dihate gotin. Ango dema yê dexil dipîva digot, yek, dudo, sisê… û hinga ev hejmar digehîşte bîstê bi dengê bilind digot “Bîst, te bihîst.” Bû birê marî. Ji bo wî kesî ko xizanî ser de hatiye û tiştekî wî nemaye de tê gotin. Bû çiçikê diya wî. Ji bo wî kesê ku tim û tim bi tiştekî ve mijûl dibe û bi carekê xwe jê qut nake de tê gotin. Bû dizê sola xwe. Gava yek hewl dide ku tiştekî bibêje yekî, yan jî tiştekî bi wî bide kirin, lêbelê bi bertekek/reaksîyonek dijwar re rû bir û bimîne û juvan bibe û bi şûn de gavê biavêje, wê demê ev biwêj tê bi kar anîn. Bû dîk. Ji bo wî kesê li ber baranê zêde şilbûyî tê gotin Bû ‘Elo kamêşa Der barê kesên ku gelek çixareyê dikêşin tê gotin. Bû fitîl. Ji bo wî kesê ku gelek ecizbûyî tê gotin. Bû girara gavanan. Yanê her tişt têkilî hev bû. Bû Hemedê Here, Were. Hemedê Here Were, xelkê cizîrê ye. Di dema xwe de li nik bazirganên Cizîrê erkedar bû. Her dem li gundên ser bi Silopya, Şirnex û Hezexê ve girêdayî de digeriya û deynên bazirganên ku li dikandarên wan deveran bû dixwest. Ango ji ber ku her dem dihat û diçû ev leqep pê ve ma.Vêca dema yek serhev diçe derekê û tê ev biwêj jê re tê gotin.
Posted on: Fri, 26 Jul 2013 17:20:17 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015