KONFERANSA SEROKOMARIYA ÎSRAÎLÊ DEST PÊ KIR Konferansa - TopicsExpress



          

KONFERANSA SEROKOMARIYA ÎSRAÎLÊ DEST PÊ KIR Konferansa serokomariya îsraîlê, bi pîrozkirina 90 saliya serokomar Peres dest pê kir. serokomarê ABDê yê kevin Clinton, serokomarê îngilîstanê Blaîr, Prensê monacoyê Albert jî di nav de gelek navdar beşdar dibin. Konferansa serokomariya îsraîlê ya 5. ku bi rojbûna Peres re rastî heman demê hat, bi mijara "bi siberoja xwe re rû bî rû" dest pê kir. Galaya konferansa serokomariya îsraîlê ku bûye adet, bi beşdarbûna serokomarê ABDê yê kevin Clinton, serokomarê îngilîstanê Blaîr, Prensê monacoyê Albert, hunermenmendê sînemayê Robert De Niro, Sharone Stone, Diva Barbara Streisand jî di nav de bi beşdarbûna 2500 kesî dest pê kir. Di mîhrîcana ku di centera navnetewî de hat li dar xistin de pêşî Tony Blair axivî. Blaîr bi îbranî bi hêvîya "rojên xweş" rojbûna Peres pîroz kir û ji guhdaran re got "erê kralîçeya me heye, lê li bal we jî Şîmon heye". Serokomarê îsraîlê Binyamin Netanyahu jî rojbûna Peres pîroz kir û jê re got "tu mîrovê aştî û dûrbîniyê ye." Netanyahu, hevdîtînên aştiyê bi bîr xistin u wisa peyivî: " Me destê xwe da cîranan û aştiyê û her dem jî em ji parastina xwe re amade ne. tiştê ku ez ji Peres hîn bûm ev e: li paşerojê binêre, pêşeroje bîne bîra xwe û tîm ji bo parastina xwe amade be."
Posted on: Wed, 19 Jun 2013 09:27:36 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015