Kemal Burkay; Perwerde bi zmanê dayikê mafekî mirovî yê - TopicsExpress



          

Kemal Burkay; Perwerde bi zmanê dayikê mafekî mirovî yê bingehîn e. Ji bo çapemeniyê Perwerde bi zmanê dayikê mafekî mirovî yê bingehîn e Perwerde bi Kurdî ji dibistanê heya zanîngehê! Di 16’ê Îlonê da sala xwendinê ya teze dest pê dike. Lê mixabin wek salên berê îro jî bi mîlyonan zarok û xortên me ne xudan mafê perwerde ne bi zimanê dayîkê. Perwerdebûn bi zimanê dayîkê mafekî mirovî yê bingehîn e û di gelek peymanên navnetewî da hatiye nîşandan. Zarok bi vî awayî baştir dibe xwedan zanîn û kesayetiya wî çêdibe. Perwerde bi zimanê dayikê pedagojîk e û mafê her zarokî ye. Lê mixabin, dewleta Tirk heya iro ew maf binpê kir û îro jî dike. Gelê Kurd bi salan e ji bo vî mafî dengê xwe bilind dike, lê mixabin hîn jî ew maf ne hatiye naskirin. Destûra Tiirkîyê ya heyî ew maf nas nekiriye. Îro jî ku ji bo destûreke teze kar û xebat tê kirin, ne hukumet ne jî mixalefet dil nake ku ew maf di destûra teze da cî bigre. Ev yek dijî hiqûqa navnetewî ya hemdem e, ne mirovî ye û zulm e. Divê rojkî berê zagon bêne guhartin û rê vebe ji bo vî heqî. Siyaseta dewleta Tirk di heqê pirsa Kurd da ku bi salan e li ser nasnekirin, neheqî û asîmîlasyonê meşiya, ne gihîşte armanca xwe û êdi pûç bû. Bona vê yekê nuha dewlet û hukumeta Tirk ji bo çareserî û aşitîyê li rê olaxên dinê digere. Di demeke han da tiştê ku divê bêne kirin, yek jê naskirina mafê perwerde ye bi zimanê dayîkê. Hukumeta Tirk par ji bo xwendina zimanê dayikê heqê 2 saet ders da di heftekî da. Lê ev yek berê tiştekî nagire. Gelekî wek gelê Kurd, ku hejmara xwe di nav sînorê vî welatî da digihîje 25 mîlyonan, divê zarok û xortên xwe bikaribin ji dibistanê heya zanîngehê bi zimanê xwe perwerdebin. Divê rojkî berê ev yek dest pê bike û ev neheqî ji holê rabe. Bona vê yekê divê mektebên mamosteyan vebin. Îsal li Zanîngeha Mêrdînê-Artuklu da 500 xort beşa zimanê Kurdî xilas kir. Ev bûyereke gelek delal e. Lê divê ji van xortan ra û yên ku zanîngehên Dêrsim û Bîngolê xilas bikin ji wan ra heqê mamostetîyê bê naskirin û dewlet kar bide wan. Partiya me HAK-PAR gazî Parlamen û Hukumetê dike ku bi vî karî rabin. Divê hemû sazî û kesên eleqeder, bi taybetî jî berpirsên karê perwerdê û rewşenbîr di vî warî da piştgirîya gelê Kurd bikin. Kemal Burkay Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê
Posted on: Mon, 16 Sep 2013 17:40:24 +0000

Recently Viewed Topics




© 2015