Parêzerê Ocalan: Hewldan Îmraliyê bidin jibîrkirin, lê bi - TopicsExpress



          

Parêzerê Ocalan: Hewldan Îmraliyê bidin jibîrkirin, lê bi ser neketin ALÎ BARIŞ KÛRT - STENBOL 26.07.2013 09:18:29 Qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re du salên xwe tije kir. Parêzerê Ocalan Rezan Sarica got qedexeya hevdîtinê û tecrîda giran ji bo ku Ocalan ji cîhanê bê qutkirin pêk hatiye û wiha got: “Hewldan Îmraliyê bidin jibîrkirin. Lê bi ser neketin.” Cigirê serokê ÇHD parêzer Munîp Ermîş jî got: “Divê girtîgeha Îmraliyê bê girtin. An jî hewce be divê di 24 saetan têkilî bi wir re bê danîn. Di 27’ê tîrmehê de qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re du salên xwe tije dike. Di van du salan de bi hincetên cuda hevdîtin hat astengkirin. 205 caran serlêdan hatkirin. Serlêdanên sûc yên parêzaran jî bê encam man. PARÊZER SARICA: LI ÎMRALIYÊ HEM TECRÎD Û HEM JÎ BERXWEDANA DÎROKÎ HAT JIYÎN Ji Buroya Hiqûqê ya Asrin parêzer Rezan Sarica ji ANF’ê re axivî û got hikûmeta AKP’ê di dîroka îmraliyê de tecrîda herî giran pêk aniye û got: “Hemû serlêdanên me di van du salan de hat redkirin.hewl dan hemû îmraliyê bi hemû cîhanê bidin jibîririn. Polîtîkayên herî giran meşandin. Gel xapandin. Mafê herî sereke yên girtiyekî tune hat hesibandin. Sarica wiha pêde çû: “Di 27’ê Tîrmeha 2011’an de mafê ragîhandinê, parastina Ocalan ji dest hat girtin. Bi vê pratîkê hat dîtin ku Tirkiye ne dewleta hiqûqê ye. Li Îmraliyê hiqûq hatiye veşartin. Dadger rêgeza dewletê bikaraniye.ev rejîm ji bo Birêz Ocalan hatiye avakirin. Lê Ocalan ev şantaj qebûl nekir. Ji rolên xwe yên dîrokî yek lîst. Pêvajoya çareseriyê pêş xist. DIVÊ EM WEK YÊN DIN BI OCALAN JÎ HEVDÎTINÊ BIKIN Sarica da zanîn ku Cigirê serokê giştî yê AKP’ê Huseyîn Çelîk îdia dike ku dozên Ocalan ne girîngin û ji ber vê sedemê hevdîtin nayên kirin ûwiha got: “Dozên birêz Ocalan di Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de cih digirin, hema hema hemû binpêkirinên Peymana mafê Mirovan a Ewropayê dihundirîne. Ev doz sernavên wekê azadî, ewlehî, îşkence, li hemberî mafê jiyana malbatî û taybet bêrêzdarî dihundirîne. Demek AKP wisa nêzî demokrastiya AKP’ê dibe. Birêz Ocalan hevdîtinên li dijî hiqûqî, girtina bin girtekan, hatina kesên bê raye a hevdîtina prosteto dikir. Niha bi heyetên ku hevdîtinê dike re daxwaza hevdîtina parêzeran dike. Ligel vê qedexe didome. Sarica wiha got: “Li Îmraliyê rêgeza hiqûqê ya dewletê li wir ne derbasdare. Ji ber vê jî divê AKP ji bo xwe nebêje ez dewleta hiqûqê me. Ger bi rastî behsa hiqûqê diek bila pergala tecrîda Îmraliyê rabike. Ez çawa ku bi muvekîlên xwe yên din re dikarim hevdîtinan bikin, divê ez karibim bi Ocalan re jî bikim. DU SALAN RÊ LI BER WENDAHIYAN VEKIR Sarica destnîşan kir ku qedexekirina hevdîtinan a li Îmraliyê di nava du salan de rê li ber wendahiyên mezin vekirine û got gelek dozên Ocalan ji ber hevdîtinan hatine kirin û got: “Serlêdanên ji bo pirtûkan. Serlêdanên ji bo dozên DMME’ê , serlêdanên bo CPT’ê tê kirin. Van pêkanîn gelek tişt bi demokrastiya Tirkiyeyê da wendakirin. Lê ligel her tiştî hikûmet bi ser neket, Birêz Ocalan berxwedana xwe ya bi rumet meşand. DAXWAZA HEVDÎTINA BI ÇAPEMENIYÊ RE Sarica balkişand ser peyama dawî ya Ocalan ku xwestibû bi rojnamegeran re hevdîtinê bike jî wiha got: “Ev daxwazeke hiqûqiye. Lê Arinç dibêje ev ne mumkune, li dij hiqûqê ye. Bulent Arinç ji bo rayagiştî bixapîne van daxuyaniyan dide. Ma gelo te kengî li Îmraliyê hiqûq pêk aniye. Niha tu vê dibêjî. Ger hun samîmî bin divê ev daxwaz teqez bê cih. Divê demildest qedexeya hevdîtina parêzeran bê rakirin. Em hevdîtina bi Ocalan re dixwazin. MUNÎP ERMÎŞ: DEWLET SÛC DIKE Cigirê Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem parêzer Munîp Ermîş jî daxwaza hevdîtinê kir û got: “Ev dus ale hevdîtin nayê kirin. Parêzerên Ocalan di 2010’an de hatin girtin. Hevdîtina parêzaran a bi muvekîlên wan Abdullah Ocalan re li gorî hiqûqa tirk sûce. Kê em talîmat dabe bila bide di bin berpirsyariyê de ye. Di alî hiqûqê de aliyê wê yê bê nîqaşkirin nîne. Erdogan bi daxuyaniyên xwe yên ku tê wateya ‘min biryarek wisa da’ berpirsyarî girtiye ser xwe. Di serî de serokwezîr, wezîrê dadê û rêveberiya îmraliyê sûc dike. Nêrîna min eve ku ji bo ev şert û mercên tecrîdê bê rakirin divê girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Ji bo ev pêvajo baş bimeşe divê şert û merc bên afirandin. Riyeke din tune. Ger hewce divê Ocalan 24 saetan bi derve re têkiliyê deyne.
Posted on: Fri, 26 Jul 2013 08:39:50 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015