Peresîna min Civak organîzme ne.. Werarbûna wan wek ya - TopicsExpress



          

Peresîna min Civak organîzme ne.. Werarbûna wan wek ya laşên organîzmeyên dî ye. Mixabin kurdn peresîna xwe bi awayekî ne xweziya temam kirine. Ev teorî ya Herbert Spencerî ye. Heger em li laşê ajalan binerin em ê bibînin ji sê tiştan pê dihê: 1. Pergala rêvber: di ajalan de central nervous system an jî pergala eseban ya navendî ku di civakan de: hikûmet e. 2. Pergala berdewamiyê: di ajalan de ew jî xwarin û vexwarin e, di civakan de; kar, xebat, aborî û hwd 3. Pergala beleavkirinê: di ajalan de veîn û reh û damar in, ku di civakan de; rê, amûrên pêwendiyê û hwd.. Heger em li civaka me ya Kurdistanî binerin em ê bibînin Kur pergala me ya rêveber ti carî çênebûye, lew peresîna me jî bi awayekî siruştî pêk nehatiye. Ji xwe herdû endamên dî jî di civaka me de herdem seqet bûn lewra me nekariye em bigihên cihekî ku xwe wek civak biparêzin. Ji xwe di dîtaneya Spencerî ( ku Darwîn bi xwe jî jê girtiye) ya ku dibêje: yê xurt û guncavtir dê bijî. Eb bend jî di wê teoriyê de nîaşn dide ku hemû tiştên ku divêya hebûna me wek civaka biparêze bûye sedema nebûna me.. Anku Darwînzma civakî ya ku Spencer derxist dibêje bihêlin kesên qels bimirin û yên xurt bijîn. Em dikarin li dijî rastiya wê derkevin dikarin bêdademendiya wê dest nîşan bikin, lê çawa be jî wek civak divê em xwe xurt bikin û amûrên mayîna xwe biafirînim. Spencerî bawer dikir ku yê xurt divê bijî û yê dî divê bimire. Ez dizanim ku ev nerîn di hundirê xwe de zêde tund dixuyê lê rastiya me ev e. Di şûna em hewl bidin kesên mirî vejînin em kesên ku hîn dilê wan dijene asayî bikin û xurt bikin dê çêtir be. Dîsa wek min duh got: civak ji pêkhateyan pêk dihê û her pêkhatiyeke rola xwe dilîze û bi hev re pwyirekê tînin cih. Gava em em yêk ji van pêkahteyan piştguh bikin yên dî jî li paş dimînin. Mînak: Di rewşa me kurdan de tu çiqasî kurdan ji aliyê rêxistinî û polîtîk ve xurt bikî jî eger tu wan hînî zimanê wan nekî tê bibînî ku polîtzebûna wan fiş û vala ye û bêwate ye. Yanî di dawiyê de: Civakbûna me bi xurtkirina hemû endamên civakeke serbixwe de ye. Ne bi afirandina kesên ku xwe û yên dî ji hev nanasin. dilyaramudi.blogspot/2013/12/peresina-min.html
Posted on: Tue, 03 Dec 2013 17:19:17 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015