Pir ji dîna te xerîb im xanim Ji te ser ta bi qedem heyran - TopicsExpress



          

Pir ji dîna te xerîb im xanim Ji te ser ta bi qedem heyran im Her bi can teşnelebî lehlan im Dil di benda giriha zilfan im Yûsifî cirhekeşî hicran im Niqteyî daîreyî rindan im Lew şebî daîre sergerdan im Badenûşî qedehî hirman im Bedel ateş ji ceger biryan im Lew perîşan im û pir êşan im Aşiqî nazik û mehbûban im Tu mebîn bêser û bêsaman im Gulî baxê iremî Bihtan im Şebçiraxî şebî Kurdistan im Çi tebîet beşer û insan im Lilehil hemd çi alîşan im Di riya yar li rêza san im Lew di iqlîmî sixen xaqan im Sibehî îd e û ez pê zanim Ko bi kêra te seher qurban im Xweş birîndarekî bêderman im Carekê şefeq e rûhim can im Ji Xwedê re veke benda beriye. Dînbirê hurmisalê zeriyê Nazikê nîşkerê sirperiyê. Malayê cizîrî ad: Garmyan
Posted on: Wed, 10 Jul 2013 22:46:50 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015