Qamişlo (Rûdaw) - Di rûpelên înternetê de, li ser - TopicsExpress



          

Qamişlo (Rûdaw) - Di rûpelên înternetê de, li ser pêşniyara bi navkirina roja înê wek `Îna na ji bo terora Partiya Yekîtiya Demokrat-PYD` de, gelek bang derketin. Rûpela `Şoreşa li dijî rejîma Beşar Esed` ku navên rojên înê li Sûriyê diyar dike, êvara her sêşemekê çend navên pêşniyarkirî dixe ber dengdanê. Ji bo vê, li ser xwesteka hin çalakvan û hevrêzên kurdan navê `Îna na ji bo terora PYD` pêşniyar kiribû. Gelek çalakvan, rêxistin û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê derbarê wî navî de, nêrînên cuda anîn ziman. Tevgera Ciwanên Kurd ku girêdayî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye, di daxuyaniyekê de bi navkirina her tevger û partiyeke kurdî bi `terorîst` şermezar kir û got: “Ev li dijî rêzkirina mala kurdî ye û armanca wê ew e ku fitneyekê bixe di nava gelê kurd de.” Herwiha, Hevpeymaniya Xortên Sewa ku girêdayî ENKSê ye, di daxuyaniyekê de pêşnyarkirina navê înê li dijî partiyeke kurdî şermezar kir û di heman demê de bang li PYDê kir ku girtiyên li cem xwe azad bike û diyardeyên çekdarî li nav bajaran vekişîne. Nivîskar û endamê berê yê Sekreteriya Giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurd Mistefa Îsmaîl derbarê mijarê de li ser rûpela xwe ya Facebookê wiha nivîsandiye: “Nabe kesên serpereştiya pêşniyarkirina navên rojên înê dikin, navê PYD wek terorîst belav bike û bixe ber dengdanê de.” Mistefa Îsmaîl ku xelkê bajarê Kobanê ye wiha got: “Raste PYD bi rêya tundiyê siyaseta xwe dimeşîne û mafê mirovan li navçeyên kurdan li Sûriyê bin pê dike. Lê nabe navê wê wek terorîst bikeve dengdanê, ji ber ev yek xizmeta rêça giştî ya Sûriyê û ya kurdî bi taybet nake.” Li hember de, nivîskar û helebestvan Can Dost ku bi eslê xwe xelkê bajarê Amûdê ye nivîsandiye ku ger navê roja `Îna na ji bo terora PYDê` serkeve yan na, tiştek nayê guhartin, ne yê terror were jinavbirin û ne jî wê terora wê partiyê bi dawî bê. Derengiya şeva borî, dengdana li ser navê vê înê ku xwepêşandan di bin banê wê de derdikevin, qediya û navê `Heta em tiştê di hundirê xwe de biguherin` hejmara herî zêde ya denganê bi dest xist.Qamişlo (Rûdaw) - Di rûpelên înternetê de, li ser pêşniyara bi navkirina roja înê wek `Îna na ji bo terora Partiya Yekîtiya Demokrat-PYD` de, gelek bang derketin. Rûpela `Şoreşa li dijî rejîma Beşar Esed` ku navên rojên înê li Sûriyê diyar dike, êvara her sêşemekê çend navên pêşniyarkirî dixe ber dengdanê. Ji bo vê, li ser xwesteka hin çalakvan û hevrêzên kurdan navê `Îna na ji bo terora PYD` pêşniyar kiribû. Gelek çalakvan, rêxistin û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê derbarê wî navî de, nêrînên cuda anîn ziman. Tevgera Ciwanên Kurd ku girêdayî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye, di daxuyaniyekê de bi navkirina her tevger û partiyeke kurdî bi `terorîst` şermezar kir û got: “Ev li dijî rêzkirina mala kurdî ye û armanca wê ew e ku fitneyekê bixe di nava gelê kurd de.” Herwiha, Hevpeymaniya Xortên Sewa ku girêdayî ENKSê ye, di daxuyaniyekê de pêşnyarkirina navê înê li dijî partiyeke kurdî şermezar kir û di heman demê de bang li PYDê kir ku girtiyên li cem xwe azad bike û diyardeyên çekdarî li nav bajaran vekişîne. Nivîskar û endamê berê yê Sekreteriya Giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurd Mistefa Îsmaîl derbarê mijarê de li ser rûpela xwe ya Facebookê wiha nivîsandiye: “Nabe kesên serpereştiya pêşniyarkirina navên rojên înê dikin, navê PYD wek terorîst belav bike û bixe ber dengdanê de.” Mistefa Îsmaîl ku xelkê bajarê Kobanê ye wiha got: “Raste PYD bi rêya tundiyê siyaseta xwe dimeşîne û mafê mirovan li navçeyên kurdan li Sûriyê bin pê dike. Lê nabe navê wê wek terorîst bikeve dengdanê, ji ber ev yek xizmeta rêça giştî ya Sûriyê û ya kurdî bi taybet nake.” Li hember de, nivîskar û helebestvan Can Dost ku bi eslê xwe xelkê bajarê Amûdê ye nivîsandiye ku ger navê roja `Îna na ji bo terora PYDê` serkeve yan na, tiştek nayê guhartin, ne yê terror were jinavbirin û ne jî wê terora wê partiyê bi dawî bê. Derengiya şeva borî, dengdana li ser navê vê înê ku xwepêşandan di bin banê wê de derdikevin, qediya û navê `Heta em tiştê di hundirê xwe de biguherin` hejmara herî zêde ya denganê bi dest xist.
Posted on: Thu, 11 Jul 2013 10:40:52 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015