VEGER: 14 C Li dû jinavçûna serdar û rêberê CUMê - TopicsExpress



          

VEGER: 14 C Li dû jinavçûna serdar û rêberê CUMê rêxistin sist bû û tirsa xelkê ji CUMiyan kêmtir bû. Lê ligel wê jî ew her ma, çimkî rêxistinên weha ger tew rast carê ji holê rabin jî alîne veşartî wan car li dû carê zû be - dereng be dîsa vedijînin. Dirêj nekir yekî bi navê Muhelliluzzeman şûna serdarê brûsklêketî Aşiqul-Axira girt, lê karê rêxistinê her nehênî ma û endam û mirîdên wê nixamtî kar kirin. TST, li milê din, karê xwe nîvaşkere û nîvveşartî dikir. Serkên ji dûr ve rêxistin dilivand, wek hunermendê bi benikan dest û lingên bûkeke paçîn bilivîne. Ya rast ne Serkan bêyî TST hebû, ne jî TST bêyî wî, hebûna herduyan bi hev ve girêdayî bû. Şêniyê Tarê ta wê radeyê ji mirîdên herdu tevgeran ditirsiyan ku xwe bi xwe axaftina li ser wan û serokên wan qedexe kiribûn. Tirseke kûr ya nixamtî ji TST xwe li tevahiya Tarê, û heta li herêmine paş sînorê wê jî, di dilên tariyan de bi cîh kiribû, tirseke ger ji tirsa ji dewletê ne bêtir bûya dê jê kêmtir jî nebûya. * * * Sêşemê bi şev, hema bi çend saetan li dû binaxkirina termê Leheng Axa, bûyereke ku kesekî çaverê nedikir qewimî û ragîhandina wê sibeha çarşemê wekî ku erd li navçeyê hejiyabe li bajarê Tarê û seranserê herêmên tarî belav bû. Ligor nûçeyê, Serkan û Muhelliluzzeman li bajarekî mezin yê dewleteke dirawsê di xaniyekî li taxeke biçûk de gihîştibûn hev da ku di kombûneke nehênî de ew bizava bikirana ku hevrikiya li hember hev bidin rawestandin. Dihat gotin ku herdu ketibûn odeyekê û nema jê derketibûn. Serkan û Muhelliluzzeman bû bûn xwê û heliyabûn. Bi gotinan, peyayên Serkên yên ew diparastin gotibûne, dema wan li dû destpêkirina kombûnê bi saetekê li deriyê odeyê xistibûn da ku çaya germ bibin hindir wan çi bersîv nebihîstibûn û ji ber ku tirsiyabûn Serkên hêrs bikin saeteke din û yeke din xistibûn navberê, lê li dû destpêkirina kombûnê bi sê saetan gumana ketî dilên wan ew tirsandibûn û wan derî bêyê rêdan vekiribûn. Lê! Lê ne Serkan û ne jî Muhelliluzzeman li wir bûn. Odeya ew tê de wekî ku dêwekî ji xeybê be ew daqultandibûn! Dîsa bi gotinan, du peyayên çekdar yên li pêş deriyê odeya herdu serdar tê de bûne ji şûna xwe neliviyabûne. Ji wan wê de neh peya, şeş TSTyî û sê CUMî, daniştibûne. Li kêleka wan sê keçên bi kincên leşgerî, ku di bin dareke biçûk de bi karekî ve mijûl bûne, di wan sê saetan de hema-hema ji şûnên xwe neliviyabûne. Ger herdu serdarên di kombûnê de derketibûna guman tê de niye ku ew ê ji aliyê wan hemiyan ve hatibûna dîtin! Di odeyê de çi teqayên ku mirov veke nebûne, ne jî çi derî û nêrdewanên ku mirovî bigihînin şûneke din. Serkan û Muhelliluzzeman bi firran ketibûn û ji odyeke girtî wenda bû bûn! Wndabûn lê çi wendabûn! Çarşemê taştiyan, roja ku di êvara wê de kombûna derbarê projeya Tarê de dê di beşê jorîn yê Çayxaneya Aramo de cîh bigirta, nûçeya wendabûna wan êdî li tevahiya herêmên wî beşê cîhanê belav bû bû. Berpirs û mirîd û endamên herdu rêxistinan di bîsta yekem de li hev ketin gumanê û li hev gef xwarin, lê ji ber ku serdarên herduyan wenda bû bûn, wan bêhna xwe li hember hev fireh kirin. Îcar hinan ji mirîdan digotin ku ew bi fermaneke ji xeybê bo “ezmanê heftan” hatine birine, da ku li wir alîkariya melayîkeyên Xwedê bikin, tevdêrên guherandina tevahiya cîhanê û nifşên siberojê bikin û melayîkeyan bi rêya bername û semînarên derbarê birêvebirina erd û asîmanan de perwerde bikin. Hinên din digotin ku ew ji aliyê CIA ve hatine revandine, çimkî CIA dixwazt wan ji ziyangîhandina berjewendiyên Amerîka bi dûr xîne û di heman demê de hêvî dikir ji zîrekî, pêzanî û hêza dûrbînê ya li nik wan sûdê wergire. Kesine din digotin, na, KGB ew revandine, bi hêviya ku Yeketiya Komarên Sovyêtî yên Sosyalîst bi alîkariya hêza wan ya ramyarî di şerê sar de li dij Dewletên Yekgirtî yên Amerîka bi ser keve. Hinên din tawan dixistin stuyê MOSSADê û digotin ku “va komployeke ziyonîstî ye.” Kes û komine din jî dewletine rojhilatnavînî gunehbar dikirin û “iddîa” dikirin ku hîştina herdu serdaran li ser lingan nema di wê dem û şûnê de li berjewendiya wan bû. Tew di gotareke rojnameyekê de hatibû nivîsandin ku “Ligor çavkaniyeke ku naxwaze xwe bi nav bike,” Serkên Muhelliluzzeman daye kujtine û bi xwe li Îrlende ye, da ku piçekî ji hunera rêberiya xwe bide serdariya IRA û di heman demê de bo demekê xwe li Belfast’ê veşêre û ji stratêjîstên IRAyî fêrî rê û rêçikên şerê nav kolanên bajaran bike. Gotar di hejmareke taybet ya rojnameya ADIL-ATê de hatibû weşandin, hejmareke ku demjimêr 12ê nîvro derket. Rojnameya FELAKET jî hejmareke taybet weşand, yeke bi wêneyên herdu serokên wenda mişt. Hemî agahiyên derbarê her tiştên wan de tê de bûn. Rojnameyê va bûyera wek yeke bo dewleta li Tarê desthelatdar baş bi nav dikir, lê di heman demê de dipirsî: “Gelo wendabûna wan ne tektîk be û dû re encamên bed bo dewletê bi xwe re nehîne?” Li dû xwendina gotarên rojnameyan ji aliyê hinekan ji CUMiyên ku dizanibûn bixwênin ve CUMî hêrs bûn û dîsa TSTyî bi kujtina serdarê xwe tawanbar kirin, lê demjimêr 3.30ê dû nîvro rojnameyeke din, rojnameya navdar EMANET, hejmareke taybet weşand, bi sernivîseke reşe ku ligel wêneya Serkên tevahiya rûpela yekemîn tiji kiribû: SERKAN LI NIK HO ÇÎ MÎNH E! EMANETê ew kombûna ku dihat gotin Serkan û Muhelliluzzeman tê de beşdar bûne bi ser û binê wê ve wek “derew” radigîhand û di rûpela duyemîn de gotara xwe weha didomand: “Lêkolînên EMANETê raber dikin ku çi kombûnên serokên herdu rêxistinên çetayî bi hev re tê de beşdar bûbin cîh negirtine. Serkan û Muhelliluzzeman va demek e ji aliyê kesekî ve nehatine dîtine. Li milê din, her kesê di warê siyasetê de têgihîşt ê baş bizanibe ku rêxistinên wan ne ew rêxistinan in ku bikaribin bi hev re kar bikin. Hîn bi ser de, du dewletên ku cîh dabûn wan a nuha hevrikên hev in û dê rê nedabûna herdu rêxistinan ku bi hev re hevkar bin. “Rojnamevanê me M. S. îroj ji Saygon bi telefonê em agahdar kirin ku Serkan ber du rojan li Hanoy hatiye dîtin, ku ew ê di dawiya vê hefteyê de beşdare kombûneke bi Ho Çî Mînh re bibe. “Berpirsekî rêxistina El-Mutewellî ya ku bi CUMê re hevkar, li milê din, li Bêrûtê bo hevkara me Gulçin Gulergul got ku Muhelliluzzeman li Yemenê ye...” EMANETê rûpelên xwe bi wêneyên Serkên, Muhellilûzzemên, Ho Çî Mînh, serokê rêxistina El-Mutewellî, şûnên li Tarê, paytextê dewleta dirawsê, Bêrûtê, Viyetnamê û Yemenê tiji kiribûn. Lê ji aliyê rastiya naveroka mijarê ve, çi ragîhandinên ku bi bingehên rasteqîne bin û tiştekî ku mirovekî aqilmend bikaribûya jê nûçeyeke pêbawer bi dest xista, raber nekiribûn. Ligel wê jî naveroka rojnameyê heyecaneke berfireh di nav xelkê de bi rê xist. Di nav sê rojan de gotar û gotin û ragîhandinên corbicor, û carine seyr, hatin belavkirin. Roja şemê dezgeheke ragîhandinê ji London ev nûçe di nav buletena radyoya xwe de belav kir: “Serdarên du rêxistinên Tarê ku va çar roj in wenda ne zindî ne. Serokê TST Serkan di beyannameyekê de nûçeya cîhgirtina kombûneke bi serdarê CUM’ê Muhelliluzzeman re wek “derew û komplo” bi nav kir. Beynname şûna wî diyar nake, lê radigihîne ku wî dest ji siyasetê berdaye, çimkî di xwe de şanên “welîtiyê” dîtine û dê dest bi nivîsandina pirtûkên bi naverokên derbarê mijarên cîhanîmebest de bike. Serdarê CUMê Muhelliluzzeman, li milê din, duhinî di mizgefteke Bexdadê de hat dîtin. Ligor agahiyên di dest de, ew û hevaline xwe bi alîkariya rêxistineke mafên mirovan bizava bidestxistina mafê penaberiyê li welatekî rojavayî dikine.” Bizava bidestxistina mafê penaberiyê li welatekî rojavayî ji aliyê Muhelliluzzeman ve bû bû egera matmayîna endamine serek yên rêxistina wî û bi encamê hindik mabû rêxistin bibe du beşan. Muhelliluzzeman û hemî berpirs û serdarên rêxistinên wek ya wî têkoşana ji bo azadkirina “ummetê” ji bandor û toreyên rojavayî bo xwe wek grîngtirîn tişt ditîtin; û lewma matmayîna hinekan: ku çima bizava niştecêbûnba li welatekî rojavayî, û ne yekî musilman! Lê hinekên din gotibûn, “Ma bo çi vê biryara rêzdar Muhelliluzzeman ecêb dibînin? Ma markisî û çepên welatên cîhana sêyem li welatên kapîtalîst nabin penaber û bi pereyên ku dewletên impiryalî bo bêkariyê didin wan têkoşîna li dij wan nakin? Heye ku Muhelliluzzeman jî bi armanca ku bi pereyên kafiran şerê wan bike ji welatekî wan daxwaza penaberiyê kiribe!” Brayekî Muhelliluzzeman, li milê din, gotibû, “Dema komonîst ji bo penaberiyê çûn Çînê, Yeketiya Sovyêtî, Koryaya Bakur û Kûba, wê wextê brayê min jî dê li welatekî musilman bibe penaxwaz!” Melleyekî ku dostê Muhelliluzzeman bû dû re fetweyek derxist: “Bîma enne di nav ummetê de halîhazir dewleteke di riya musteqîm de niye, ew welatê ewropî bo nuha ji dewletên munafiqên me baştir e, çiqa bêîman û tiji fahîşe be jî. Netîce: Iltîca li wî welatî bo brayê ezîz Muhelliluzzeman helal e.” Bi encama fetweyê CUM ji beşbeşbûnê hat parastin. Va hevalê Muhelliluzzeman, Melle Nîdal, melleyekî zîrek bû û di nav piştgirên wî de kesên bi şehadeyên bilind jî hebûn. Ligor çavkaniyeke pêbawer, ew berê komonîst bûye û demekê li Îngliztanê penaber bûye. Wê demê di hevpeyvînekê de jê hatibûye pirsîn: “Tu çima li London û ne li Mosko yan Pêkînê penaber î?” Wê çaxê ev bersîva dabûye: “Sosyalîzma durist li wan welatan niye û hîn li tevahiya cîhanê jî cîh negirtiye. Ez ji London bo bidestxistina sosyalîzma rasteqîne dixebitim û têdikoşim.” Çavkaniya pêbawer nexwazt, heye ku bi encama tirsê, şîrove bike ka Nîdal çawa ji komonîstekî têkoşer û milîtan bû bû melleyekî tundrê û navdar. (Dema nivîsandina VEGERÊ: 2000-2005)
Posted on: Wed, 07 Aug 2013 21:30:04 +0000

Trending Topics



t:30px;">
2007-2009 CHRYSLER ASPEN Flat, Driver Side Replacement Mirror

Recently Viewed Topics




© 2015