Çima bixapim? Yeni Özgür Politika / Ömer - TopicsExpress



          

Çima bixapim? Yeni Özgür Politika / Ömer Leventoğlu Ramanger û fêylesofên berê digotin, “gava ku dema parvekirina aqilmendî û hestgermiyê hat, wê demê Xweda ya jorîn li der û dora xwe nêrî, yekbiyek li ser însan û bi rengê wan sekinî, vekoliya û axir biryarek girt: Aqilmendî ji însan û civakên reng spî (ango rojavayî), hestgermî jî ji bo însan û civakên qemer û habeşî re (ango rojhilatî) parve kir. Lewma li rojhilat teolocî, ol û helbest pêş ket, li rojava jî taybet karên ilmî û aqilmendiyê biserket.” Û pey re jî hin nivîskar, ramanger û xwedî fikir ya rojavayî, li ser vê mijarê gelek gotin û şêwazên bilêvkirinê afirandin, nivîsandin. Wek mînak hin kes gotin: “Ew însanên ku zêde bibawer in û hindik difikirin, dê ezê ji wan bitirsim.” Di dîroka ramannivîsê de bi vî awayî gelek mînakên başkêş hene; ji wê wêdetir jî gelek gotin, fikir, nêzîkahî, lîteratûr û hwd... Taybet jî yên ku li rojava (Awropa an jî hê dûr) xwendine, ji hişmendiya xwe re ji rojava sûd wergirtine, hişmendiya rojava ray kirine, elimîne, an jî bi çanda rojava xwe gihandine asta ramangeriyê, gelemperî ya wan jî bi vî halî ne. Bi vê sedemê ve girêdayî jî, gava ku di navbera însan an jî civakên rojava û rojhilat pirsgirêk derket, an jî em bêjin gotûbêjiyek hat rojevê, nêzîkatiya rojavayiyan timî li ser vê xetê saz dibe. Di van gotûbêjtiyan de, xwesteka wan a yekemîn bawerî ye. Ji rojhilatiyan bawerî dixwazin, stratejiyên wisa dişopînin ku bila baweriya rojhilatiyan bihêz be,.. Tevahî stratejiya wan, taybet ji bo bihêzkirina baweriya rojhilatiyan tên saz kirin. Desthilatdariya pergala rojava, ya ku li ser rojhilatiyan biserwer e jî, taybet bi vî hişmendî û bi vî rewşê ve heta niha serkeftinek qezenc kiriye û di dîroka tekiliya rojava û rojhilatiyan de bi vî halî meşiyaye û pêk hatiye. Ev dîrok, bi baweriyê ve xemilandiye û bi xapandinan ve têr û tijî ye... Lê li gorî min, ew mesele, di serdema 1600’an şûnde derbeyeke mezin hilda. Taybet jî ew derbe ji Farisiyan, ji Kurdan hat. Wek zarokekî Kurd Ehmedê Xanî, di pirtûkê xwe ya bi nav “Mem û Zîn” de pêşekek xêz kir, dû re di qada siyasetê de jî Bedirxan Beg û şopdarên wî... Lê ev şiyarbûn û ev ramanên cûda, di dîrokê de, demeke dûr û dirêj pirr bêbandor man. Heta ku sedan sal gelên rojhilat di bin tesira hişmendiya rojavayiyan de nalinal bûn, pey re tevgereke nû, hişmendiyeke nû, zanyariyek nû, nêrînek nû, tarzeke nû peyda bû. Ev peydabûn jî, ne bi awayekî asayî, wek bi awayekî biêhtişam xwe rapelikî li ber çavên civak û çandan. Ji qada siyasetê bigirin heta şer, raman, çand û bi her awayî di qadên civaknasiyê de guhertinek xiste rojevê. Di vê navberê de, desthilatdariya Tirk û Ecem jî li şûna xwe nesekinîn. Birastî jî, bi salan, bi dehan sal pergala Tirk û Eceman guherî, gelek reform û nûsazî lidarxistin, serkeftî jî bûn. Ewqasî ku, di qada wêje û çand û siyasetê de bigirin heta dîplomasî û zanyariyê de gelek danehevî kirin, agahî û metoda dinyayê kom kirin. Heta ku ew peydabûn (ku me li jor qala wê kir) derket holê û gotinên xwe bilêv kir, anî ziman û bi kedên dijwar ve gihaşt gelên rojhilatî û rojavayî teva... Aniha di navbera van her du daneheviyê de gotûbêjek, tekiliyek, di rê ya siyaset û ramangeriyê de nakokî û axaftinek didome. Ji aliyeki pergala serdest û desthilatdar, ji aliyekî jî raman û têgihîştineke nû, ji şerê bigirin heta beşa siyaset û ramangeriyê tekoşineke nû heye. Ev jana vê demê, ji bela vê sedemê ye. Niha yê serdest, li ser cila xwe ya nerm runiştiye û ji rojhilatî du tişt dixwaze: pêngavên berbiçav û ji xwe re jî bawerî... Lê nizane ev serdem êdî ne ew serdem e, ev hişmendî jî êdî ne wek hişmendiya berê ye. yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nivis&id=4406
Posted on: Thu, 22 Aug 2013 06:59:03 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015