Agahdarî Em wekî sazîya zanist û zanyarîyê, dixwazin di - TopicsExpress



          

Agahdarî Em wekî sazîya zanist û zanyarîyê, dixwazin di hemû bajarên bakurê de semîneran pêk bînin û di van semîneran de Farhad wekî doktorandê ”Stockholms Universitetê” beşdar bibe. Farhad Janmihan, li zaningeha Stockholmê lêkolîner û doktorand e û bi eslê jî, ji Rojhileta Kurdistanê ye. Ew li Universiteya Stockhomê Doktorand û di derbara pedagojîya taybetîyê de zanist e. Li Swêdê jî, li Universîtê karê pisporî û pedagojîya taybet dike. Em di van semînerên pêşerojê de dixwazin bal bikişînin ser perwerdeya taybet a zarokan, dêûbav û bandora hawîrê li ser zarok û ciwanan. Farhad bi xwe li Universiteta Stockholmê doktorand û mamosteyê pedagojîya taybet e û li başûrê Kurdistanê jî, semînedariyê kirîye û herwisan jî, pispor û zanistê zarokan e. Daxwaza me ya yekemîn ew e ku bi alîkarîya Universitetên Kurdistanê, em semînereyekê ji bo xwendekarên zaningeha Artuklu´yê li dar bixin û ji bo vê yekê jî, pêwîstiyên me bi alîkarî û erêkirina zaningehan heye. Li ser daxwaza sazîya “Barn- och ungdomsvetenskaps och kunskaps tolkningê” tê amadekirin û dikare bibe pireke pedagojîyê di navnera Universiteta Stockholm - Mêrdînê de. Amadekar Barn- och ungdomsvetenskaps och kunskaps tolkning Child and Youth Science and knowledge interpretation 147 52 Tumba / Stockholm, Sweden Pêwendîmend: Maruf Yilmaz, mamosteyê zimanê kurdî, zanistê zanyarîya zarok û ciwanan, şirovekarê zanistî û zanyariya zarok û ciwanan 46-0762827977, [email protected] Stockholms Universitet Barn- och ungdomsvetenskapliga institutionen, Stockholms Universitet Seminedar: Farhad Janmihan, Doktorand, zaroknas, pedagojnas su.se / buv.su.se Frescati hagväg 16B Farhad Janmihan 0729272431
Posted on: Sat, 17 Aug 2013 09:58:39 +0000

Recently Viewed Topics




© 2015