Bebînno yê Suryanî: Em her tim bêdeng bûn, êdî bes - TopicsExpress



          

Bebînno yê Suryanî: Em her tim bêdeng bûn, êdî bes e MÛRAT KÛSEYRÎ - STOCKHOLM/ANF 26.12.2014 07:08:14 Azîz Akyol Bebînno, di salên 1980yî de gundê Ayn-Wardo yê Mîdyadê terikand û koçî Ewropayê kir. Dibêje ku ji roja hatina Ewropayê û vir ve bi xeyala vegera li xaka xwe jiyaye, gotiye qey wê li Tirkiyeyê hin tiştên baş, pêşketinên erênî rû bidin, lê belê di pratîkê de guhertineke şênber çênebûye. Bebînno da xuyakirin ku gotinên AKPê yên Ji bo teşwîka vegera Suryaniyan li welêt wê erdên wan û alîkariya madî bê dayîn xweş tê guhê mirovan, lê belê tiştên bi serê wî de hatine nîşan didin ku di nêrîna dewletê ya li Suryaniyan de ti guhertin nehatiye kirin. Tîne ziman ku wî beriya niha bi deh salan serî li Walîtiya Mêrdînê daye, ragihandiye ku ji ber şer malên wan hilweşiyane, dewletê dest danîne ser erdên wan û dixwaze erdên hatine desteserkirin careke din bikire, lê belê tevî ku heta roja îro gelek caran aniye bîra rayedarên dewletê jî, hînê bersivek ji serlêdana wî re nehatiye dayîn. ME LI TIRKIYEYÊ JI BILÎ ZEXT Û ZILMÊ TIŞTEK NEDÎT Di sala 2003an de di dema serokatiya Mehmet Elkatmiş de Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentê Rapora Mêrdînê amade kir û tê de diyar kir ku rîska ewlekariya Tirkiyeyê heye ku Suryanî li Mîdyadê erd bikire. Bebîno nerazîbûn nîşanî vê da û got, Em van sûcdariyan qet qebûl nakin. Yên vê dibêjin ya bi xwe dîroka xwe nizanin, yan jî rastiyê berevajî dikin. Zarokên cewherî û xwediyên wê xakê Suryanî ne. Wan ew şaristanî ava kirin. Piraniya mirovên îro li Tirkiyeyê dijîn, ji wê şaristaniyê sûd wergirtine. Lê belê me li Tirkiyeyê ji bilî zext û zilmê tiştek nedît. Me her tim bûn berx. Wan her tim ji hirî û goştê me sûd wergirtin. BEDENA MIN LI VIR E LÊ RUHÊ MIN LI WIR E Bebînno da xuyakirin ku ev demeke dirêj e ew li Swêdê dijî, lê belê hişê wî her tim li welêt e û got, Hemû Suryaniyên li vir dijîn xwedî karekî ne, lê belê dema serê xwe datînin ser balîfê li welatê xwe dijîn. Tevî ku 30 sal in li vir dijîm jî, ez nebûm yek ji vê derê û naxwazim bibim. Bedenê min li vir e, lê ruhê min li wir e. Ji sedî 90 ê Suryaniyan mîna min dijîn, mîna min difikirin. Tîne ziman ku di dema qirkirinê de mîna hemû Ermenî û Suryaniyan malbata wî jî êşên giran dîtiye û metka dayika wî di temenê biçûk de ji malbatê hatiye stendin, ew kirine Misilman û zarokên keç ên Suryanî bi zilamên Misilman re hatine zewicandin. DEWLETÊ Û GEL CIHÊKARÎ KIR Bebînno bi mînakên berbiçav diyar kir ku ew li Tirkiyeyê hem li cihêkariya dewletê hem jî li ya gel rast hatine û anî ziman ku di sala 1965an de ji bo bavê xwe yê nexweş tedawî bike ew biriye Stenbolê, lê belê ji ber ji tedawiyê encamek negirtiye, biryar daye vegere. Bebînno da xuyakirin ku di dema vegera bi trenê de bavê wî li nêzî Kayseriyê jiyana xwe ji dest daye û wezîfedarên trenê yên dîtine, ew û bavê wî yê mirî li strasyona destpêkê ji trenê peya kirine û bi van gotinan serpêhatiya xwe vegot: Ez hingî 15 salî bûm. Min cenaze xist mînîbusê û anî Mêrdînê. Li wir jî min xist taksiyekê û anî Mîdyadê. Taksîvanê destpêkê yê min bang lê kir, dema hîn bû em Xiristiyan e, em nebir Mîdyadê. Taliyê ajokarekî qemyona barê wê genim bû, qebûl kir û min cenazeyê bavê xwe di hundirê qaseya qemyonê, li ser genim anî Mîdyadê. EM 6 HEZAR SAL IN LI SER WÊ XAKÊ NE, EM YEK JI XWEDIYÊ WÊ NE Bebînno diyar kir ku nêzîkatiya gel a li hemberî Xiristiyanan ji ber polîtîka zext û cihêkar a dewletê ye û got, Em her tim bêdeng bûn, me kul û derd avêtin nava xwe. Bi hêviya ku sibê dusib baş bibe, em jiyan. Em 6 hezar sal in li ser wê xakê jiyan û yek ji xwediyê wê derê ne. Hûn bi mêvandarî hatin. Ser serê me ser çavên me. Lê vê neheqiyê li me nekin. Me ji welatê me dernexînin. Êdî bes e. Bebînno ragihand ku weke Suryaniyan ew tiştekî zêde naxwazin, mafên hemû mirov xwediyê wan e dixwazin û got, Li Swêdê Misilmanek, Erebekî Afrîkayî û koçberek xwedÎ kîjan mafî be, em jî dixwazin li Tirkiyeyê xwedî heman mafî bin. Bebînno bibîr xist ku salvegera 100. a Seyfo nêzîk dibe û got, Qirkirin hebû. Diya bavê min ji qirkirinê revandin û birin gundekî din. Dayika 3 zarokan di tarîtiya şevê de bi rût tazî direve û vedigere. Çima vê înkar dikin? Lê tevî hemû tiştên li me hatine kirin jî em ji welatê xwe hez dikin. Mala min bi dozerê hilweşandin. Cihekî lê bimînim nîne, lê belê salê çend caran ez neçim Tirkiyeyê, neçim Mîdyadê îdare nakim. Diçim di otelan de dimînim. Bebînno herî dawî destnîşan kir, ku Tirkiye neçar e bi paşeroja xwe re rû bi rû bimîne.
Posted on: Fri, 26 Dec 2014 23:09:54 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015