HEWLDANÊN QIRKIRINA KURDAN ÇETEYÊN DAÎŞÊ LI MINBICÊ - TopicsExpress



          

HEWLDANÊN QIRKIRINA KURDAN ÇETEYÊN DAÎŞÊ LI MINBICÊ ÊRÎŞÎ MALÊN KURDAN KIRIN Komên çete yên girêdayî DAÎŞê îro li herêma Minbic ya girêdayî Helebê êrîşî Kurdan kirin û malên wan talan kirin.. Hat zanîn ku çeteyan ge lek Kurd jî revandine.. Di vê navberê de, Serokê Hikûmeta Demî ya Koalîsyona hêzên opozîsyona Sûrî PYD wek dijmin ragihand û da zanîn ku ew ê li dijî PYD şer bikin.. Îro di hin malperên înternetê de, li ser navê komên çete yên girêdayî DAÎŞ daxuyaniyek hat belavkirin.. Çeteyên DAÎŞ di daxuyaniya xwe de ragihandin ku wan biryara dorpêçkirina bajarên Efrîn û Kobanê dane.. Di heman daxuyaniyê de tê gotin, komên DAÎŞ wê bi ti awayî destûrê nedin ku pêdiviyên jiyanê derbasî herêmên Kurdan bibin.. Piştî belavkirina nûçeyê bi çend saetan, çeteyên DAÎŞ li herêma Minbic ya girêdayî Helebê, bi awayekî hovane êrîşî malên Kurdan kirin.. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin çeteyên DAÎŞ yên êrîşkar, jin jî di nav de gelek welatiyên Kurd revandine û malên wan talan kirine.. Li aliyê din jî, komên çete rêya di navbera Kobanê û bajarê Cerablusê de girtine û destûrê nadin welatî di navbera herdû bajaran de herin û bên. ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ROJAVA EHMED TIHMA: EM Ê BI TÛNDÎ ŞERÊ PYD BIKIN Di rewşeke weha de, Koalîsyona Hêzên Opozîsyona Sûrî dijberiya xwe ya li hemberî gelê Kurd careke din raxist ber çavan.. Serokê hikûmeta demî ya Koalîsyona Opozîsyonê Ehmed Tihma ji dezgeheke çapemeniyê ya Başûrê Kurdistanê re, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD weke beşek rêjîmê binav kir.. Tihma diyar kir ku ew ê ji niha û pê ve wek aliyekî rejîmê nêzî PYD bibin û got, ew ê bersivên tûnd bidin PYD.. Ehmed Tihma her weha îdîa kir ku PYDê nûnertiya gelê Kurd nake û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrî ku ji 14 partiyan pêk tê nûnertiya Kurdan dike.. Serokê Hikûmeta Koalîsyona Opozîsyonê bi vê daxuyaniya xwe, di kesayeta PYD de, li dijî gelê Rojava şer ragihand.. Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûrî beriya niha jî bi daxuyaniyên weha dijberiya xwe ya bi gelê Rojava re ragihandibû.. Koalîsyonê dema rizgarkirina bajarokê Til Koçer, komên çete yên DAÎŞ û Cebhet El Nusra weke hêzên xwe yên şoreşger binav kiribû.. Her weha piştî ragihandina Rêveberiya Demî, PYD û pêkhateyên Rojava yên cihê xwe di vê rêveberiyê de digrin jî, wek dijminên Sûrî binav kiribûn.. ŞAHİN ALUCİ
Posted on: Tue, 03 Dec 2013 16:38:06 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015