Ji kitêbxaneya kurmancî: “Barê Şevê” »Rohat - TopicsExpress



          

Ji kitêbxaneya kurmancî: “Barê Şevê” »Rohat Mîran Hetta niha min ji Fawaz Husênî du Kitêb xwendin. A sifte, “Parîsabad” bû. Ya din jî,”Barê Şevê” ye. Min Fawaz Husên, bi “Parîsabad”ê naskir. Gor min, romana “Parîsabad”ê, him bi navê xwe û him jî bi naveroka xwe ve, di nav romanên kurmancî de cihekî giranbiha digire. Li Parîsê em, di nav kuçe, bazar, diltengî, xweşî û nexweşiyên wê de, bi çavên nivîsvanekî kurd geriyan. Min di romana “Parîsabad”ê de, curbicur tahma romanên Bukowskî wergirtibû. Ew biserketî bû û F. Husênî bi wê, bala hemû xwendevanên kurmanciyê kişand ser xwe. “Barê Şevê” jî, bi nav û bi naveroka xwe ve hinek di binê “Parîsbad”ê de bimîne jî, nîşana dêriyên din û nû dike û baweriya mirovî ji nivîsevaniya F.Husênî hêvîdar dihêle. Di wan rojana de, ji aliyê F. Husênî ve romaneka din, li ser navê, “Evdo û çend bêhnikin şadiyê” weşiya ber xwendevanan. Min hîn ew nexwendiye, lê helbet ez ê wê jî bixwînim. “Barê Şevê”, beşek ji koçberiya kurdan e. Ew bûn çend hezar sal, kurd bi her awayî di nav şer de ne. Di vî şerê hebûn û nebûnê de kurd, yan li ser axa xwe man û li ber xwe dan, an asîmîle bûn, yan jî li ser axa xwe bi berxwedenan umrê xwe qedand. Ji ên sax mayîn jî gelekan berê xwe da derveyî welatî, war û deverên biyanî û bûn koçber. Gor min, çîroka koçberiya kurdan, a herî seranserî hîn nehatiye nivîsandin. Çîroka koçberiyê li aliyekî bisekine, hîn çîroka asîmîlebûyîna me, a li ser axa me nehatiye nivîsandin. Dîsa jî, bi çi şiklê dibe bila be, ew çîroka çar xortên kurd, a ku Fawaz Husênî xistiye nav rûpêlên romana “Barê Şevê”, beşek ji çîroka koçberiya kurdan e. Di nav rûpêlên “Barê Şevê” de Fawaz Husên, bi hemû qeweta xwe ya nivîsarê ketiye dû neçarîmana xortê kurdan. Nivîsevan, ji war û malbatên wan, ên li çar aliyên Kurdistanê dijîn ve dest pê dike, dikeve odeyên wan, li ser sifreya wan rûdine, dikeve nav xeyalên wan, wek “Alaeddîn”î, ji pênûsa xwe cin û periyên xweşik derdixîne, wan bi wan re şa dike û dûvre wan ber bi rêya koçberiyê ve oxir dike. Em jî bi saya peyvên wî, bi pênûsa wî û bi xeyalên wî li çûyîna lehengên wî temaşe dikin. Ji aliyê çîroknivîsînê ve Fawaz Hûsên biserketiye. Mejî û fikrên wî wek ewrên ku berî ku bibarin dikin reqereq, û bi guregurekê li hev dikevin û dûvre bi xişîniyekê dibarin in. Her mejî ji aliyekî ve xwe digihînin hev û rêya koçberiyê diafirînin. Mirov xwe di nav bihûşta çîrok, xeyal, rastî û nerastiyan de dihese. Her leheng, ne tenê bi çîrokekê ye, lehengên wî, dikevin nav çîrokên din, û mirov xwe li ber deriyê “Şeva Hezarûyek”ê dihese. F.Husên, wek ku bi afirandina xwe ya seranserî qaîl nabe, ji “nediyariyan”, banga “Cin”,“Kalê Rihspî”, û “Simîr”an dike û wan dixe nav çîroka xwe. Bi min ew, dewlemendiya afirandina nivîskarî ye. Bi vê stîla xwe ya di nav “Barê Şevê” de Fawaz Husên, bi dilxweşiyekê dikeve nav surrealîzmê. Ku mirov,“Barê Şevê”, wek çîrokeka surrealîst bi nav bike, ez bawer im, nakeve nav şaşîtiyê. »Barê şevê Ji aliyê rexnekirineka negatîfê jî divê bê gotin ku, Fawaz Husên, di nav rûpêlên “Barê Şevê” de, xêr ji aliyê afirandinê, zêde eklektîk e. Çîroka “Mele Gundoro”, di nav rûpelan de hinek biyanî mabû. Her wiha, “Zîba.” û jina Rustemê Zal, “Tehmîne” jî herçiqas dilê mirovî bi xemginiyeka kûr biêşîne jî, di nav rûpelan de eklektîk dima. Loma jî kitêb, ji romanekê zêditir, bi min wek fîlmekî qut hat. Xirab e? Na. Lê, bûyerên wî bi awayekî berfireh dets pê dikin, zû diqedin. Ewqes leheng, war, afirandin û qewimîn bi tundî, di hundirî sedûsîhûyek Rûpelan de bi şûn bûbûn. Di beşa duyemîn de, ango li Parîsê, roman bêomdi bipêşve çû û xwe gihand dawiyê. Li Parîsê, li ser kolanên wê, bi hawarên kezebxwîn qediya. Erotîzma di nav “Barê Şevê” de Min bi xwe çend nivîs li ser “Barê Şevê” xwendin, di nav wan de, a herî bala min kişandî, pirsa li ser erotîzma di nav rûpelan de bû. Bi rastî jî pirs û şiroveyeka wiha bi min pir ecêb hat û nizanim ew şexsiyet çawa bi ber xwe neket û ew ji romannivîsî pirsî. A din, erotîzma di nav rûpelên “Barê Şevê” de, cihê xwe xweşik digirt û ew hevokên bikarhatî jî, di nav jiyana kurdan de wek av û axê bûn û kurd jî bi wan pir dikenin. Ez jî pê kenîm; ”Şêrko li wê derê bû û cav li xirê di nav nigên wî ket”, an jî “Mele du sê carên li ser hev pişta xwe di kûrahiya hinavên wê de anî bêyî ku singê xwe bikişanda an bêhna xwe berda.” Ber bi dawiyê ve, nivîsevan êfa xwe ji “Sîno” kişand û dîsa bi “Erotîzmê” got; ”wî, mirî dişandin Kurdistanê û xirê xwe di navranên jinebiyên wan de tûj û şahîk dikir.” Bi vê jî eniya min qerçimî û ez bi hêrs bûm. “Barê Şevê”, romaneka li ser xêzên modern e û hêviya pêşveçûna edebiyat û zimanê kurmancî geş dike. *Hevokên di nav Dunikan de, Orîjînal in û ên Nivîskar bixwe ne. Barê Şevê, 131 Rû, Avesta, 2012 Rohat Miran Payîz – 2013 -------------------------------------------------------- Rohat Mîran - rohatmiran@hotmail kulturname/?p=7239
Posted on: Tue, 17 Sep 2013 19:10:03 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015