Panik- YEKETÎ. Panik rewşeke weha ye,ku mejî û mentiq - TopicsExpress



          

Panik- YEKETÎ. Panik rewşeke weha ye,ku mejî û mentiq radiwestin û gerize dikeve dewrê.Loma sewal di her kêliyê de,dikevin panikê. Ew bi xwe tirs e û di wê rewşê de,lêgerîna çareyan ji bo rizgarkirina ji wê tirsê ye.Eger mirov bi xwîneke sar nêzik bibe,yaní nehêle mejî û mentiq rola xwe wenda bike,bi hêsanî mirov kare encameke baş,yan jî wendabûneke pir kêm bide.. Nimûneya herî baş ya şoferan e. Ku di dema buyerên tirafikê de,li şûna ku pêlî frêm bike,pêlî gazê bike...xwe jî,rêwiyên bi xwe re jî,heta derdora xwe jî tunedike.. Ev dest pêk ji bo partiya YEKETİ li rojava pir watedare. Ev demeke ku panîkek bê hempa dijî.piştî ji Hevgirtina siyasi vekişiya,berê xwe da Silêmaniyê( pir rewa û normal e helbet)pişt re û bi taybet ku bû sedema panikê,hevdîtinên di navbera PYD ú Alpartî ya A.hekim Beşar de. Partiya YEKETÎ,di hêla hêzê de ,xwe qanii kiriye ku wek PYD ye,ne bejí wek alpartiye..lê bi xwe jî zane ku ne weha ye,loma ku " serdestiya" Pyd bi Alparti re bê parvekirin,dê ew hêza ku xwe alternatifa Pyd dibîne,li ber lehiya " Apocî û Berzaniyan- nerina wan e-" here.Û ev bû sedema ku kete nava panikê û ket nava têkiliyan bi tensiqiyatên Encumana Suri ya dijbikurdayetiyê,ku bi xwe li dijî ramanên YEKETÎ ne.Wan delodiniya xav a xortên tensiqiyata bikaranîn-tînin û beravajî wê jî. Min berî buyerên Amúdê her li ser vê mijarê nivisîbû,ku wê encam pir xerab be. van demên dawî,zimanê YEKETÎ,yeketimedya,pir tûj û xerab be,rêxistinên Wê daxwiyaniyên pir xerab belav dikin,berpirsiyarên wan hevokên pir xeter bikartînin.. Hemû sedeam panika bê wateye. Ez gelek kesan ji rêvebir û endamên YEKETÎ nasdikim,mirivên nerm û bi mejî nêzîkî meselyan dibin,pir rehet mirov kare bi wan re gotubêjan bike,ji rexnên wan fêde biger,nizanim,dibe ku naxwazin ev tişt pêkbên,lê divê rola xwe bilizin û YEKETÎ ji vê panikê rizgar bikin,ji ber ku bi rastî YEKETÎ yek ji wan partiyên ku pêdivî pê heye,lê ne Yeketiyek bi panik,çavsor,berevaji wê,yeke ilmanî,nerm,buyeran baş bixwîne,helwestek wek a 12 Adarê diyar bike... Baweriya xwe bi guhertinan bîne,ji danûstandinan netirse.. Rojava têra hemuysn heye û heya dawiyê,bi her rengî xizmetê bike.
Posted on: Mon, 29 Jul 2013 10:24:09 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015