RENG Û RÛKÊ VÊ YARA BEDEW Ev reng û rûké vé yara - TopicsExpress



          

RENG Û RÛKÊ VÊ YARA BEDEW Ev reng û rûké vé yara bedew Gelu ew gule yan jî bihar e Zozané birh û çahvan şérîne Her dema zanim xewş evîndare Dinav bûstané gerdené geryam Rasta behişta evîné hatin Min dî nav baxén biskan xemilîn Gulsorîn li ser laman tén xare Min destû tilî ser déman peland Rase erzené gul bişkivîbun Min hemî danîn li ber béhna xwe NÛka min neqand îro ev yare Ewro sr mérga sing û beré wé Min vexar ava kehniya jîné Min serî danî ser ferşé Enya Min naskir ev dezgirtiya pare Ji dil û can ez hema dilketmé Şev û rojé dil ser bume tima Ji eîna wé tu car té nebum Li dilé min de bu pét û are Min li bejn û bala wé pir nérî Zanî ev gulçîçeka jiyané Ev bûka Kurdistana Kurdaye FÎstan kesk û sor û sipÎ zere Çibkim rojé her bu mitala min Şevé her hiştim xew şeriqandî Li ewan xewnén tim beré sibha Ew bu yara min a Belgîzare Ev yara memik wek guza Hindé Zerdeştî mezdekî Manya Aryanî Gula sor sipî zer raberé min kir Ew bu béhna mizsk û enber ferfore Axének kete nava dilé mn Ji eşqa şengejîné dîn har bum Kezî Dicle firata por sûlav Dîsa dilé min hişt cemdî sare çibkim feleké dîsa ji min stand Bisk çemé Zab û Arasé bir û çu Çi qas lé geryam éd î min nedî Lé min nizanya ew qas nankore Li min nezivrî yara béserşün Gulçîçeka azadî serxwebun Ew bu xwîna héstirén çahvén Li Kurdistana mina Bakurre Sond dixum bi Ahura Mezdé wé Bi ronahya çirûska agiré wé Bi wé şevaq ronahya roja wé Béhna gula Zerdeşt Péxembere Kanî ew dermana kul û derda Bûka dezgirtiya doza Kurda Çav kil wekî xeté Zenda Westa Perî horya ber hewzé kewsere Milyaketa ilhama helbesta Kengé béy cem gula behişta Belazîza pîroza mirada Dilé min de hişt kul û kesere Ax ez çi béjim nikarim béjim Divim dev û léhv ziman bimijim Heta hetayé rex milé wé bim Dilé Dilpét de ew pét û agire Dilpét Jélî
Posted on: Sun, 14 Jul 2013 09:46:10 +0000

Trending Topics



/a>
Social/Economic Responsibility ********************** There

Recently Viewed Topics




© 2015