Strana Qulingo 3 Caran Qulingo Ev parçeyê h’eyranokê ji - TopicsExpress



          

Strana Qulingo 3 Caran Qulingo Ev parçeyê h’eyranokê ji devzara Nûriddîn Saîdê, ku xelkê Zaxo ye, hatiye bihîstin û belvakirin. Qulingo qulingê Sîrtê, Eve sê şevan û sê rojane, mîrata rê tê.. Çawa sebrê delalê min, li welatê xerîbiya tê ?! Herê qulingo tu xeletî, Berê te li zozana , pişta te li milletî, Heçî kesê li zozanê jorî hat û... Wa li min evdala Xwedê bê xefletî... Qulingo tu ne koçerî, tu ne êsîrî, Xûsara (xûya sar) malik xirab li ser çengê te qerisî… Heçî keskê ji zozanê jorî, Hat û min evdala Xwedê jê pirsî… Îvarî ye…roj çi nema, Bosîye teka mêra li derê xanîkê, Mala babê min girtî gozel, û çema min gotê..?! Qulingo (Kulingo) Lo wey lo... Qulingo, tu qulingê deşta vê Yemenê, Tu çima ji qewm û refê xwe veqetiyayî? Tu mayî wiha bi tenê, Te hêlîna xwe çê kiriye li zozanê Şerefdînê, Li de şta Hezargolê (îro Bîngol e), Li ser koşka bavê Siyabendê, Li ser sûra vê bedenê, Keçik ban (bang) dikirê lawiko! Mala bavê şewitiyo! Şevkê ji nîvbenda şevan û pê ve, Were tewafa sing û berê minê kalî, gewrî, bozî, beyazî û deqandî... Bila hêdî hêdî li ser te bê xûydana ber vî canî.. Lo wey lo... Qulingo, tu kulingê deşta vê Mûşê, Xwedê hebîne, çima tu ji qewm û refê xwe veqetiyayî? Te hêlîna xwe çêkiriye li zozana Şerefxanê, Li deşta Hezargolê, li ser tayê wê kalûşê.. Sala par vî çaxî, Keleşgewra min ê ji qîzan qîzek bû, Di mala ba xwe da bû… Sala vê salê, ez xiyala xwe didimê, Sor sê biskê xwe yê narincî, berdane ser darê mîrata vê dergûşê... Lo wey lo... Kulingo, tu kulingê deşta Wanê, Xwedê hebîne, çima tu ji qewm û refê xwe veqetiyayî? Tu mayî bi tenê, Te hêlîna xwe çêkiriye li zozanê Şerefdînê, Li deşta Hezargolê, li welatê Kurdistanê, Li ser milê mîrata wê dîkanê... Keçikê ban (bang) dikirê, digo: Lo, lo lawiko! Kula Şam û Helebê di mala bavê keto! Şevkê ji nîvbenda şevan û pêve, were devê xwe bavê, boxaza qirika min î kalî, gewrî, bozî, beyazî û deqandî... Bîstikekê devê xwe têxe bin mîrata vê kitanê... ---------------------------------------------- (*) Ji rojnameya Roja Nû (1943-1946), Beyrût- Lubnan. Qulingo Me te dî bû li ber dolabê, Baqa fetîl li ser kabê, Awir (1) didimê (2), ket ranabê, Canê me (3) h’eland weke şîşê kebabê. Hatî qulingê serê çiyê, Danî li deştê xal û bîyê, Terkê bejna zirav nadim, hetta şei’r girêde ser kofiyê. Me te dî bû li kullakê, Bejnê zirave, kerîk (4) ordekê, Xwezî bi gava em rûniştin tevda, me dizî sê roş (5) ji felekê. Hatî quling ê va serheda, Ketme destê nisûbeta, Sê roj (6) mame ber qubleta (7).. Me te dî bû ser kehniyê (8), Zêr beriqî li eniyê, Ez meşiyam, çûm pêşiyê… Me delal (9) dî bû, me nas ne kir, Ji gundî û ji malî (10) me pirs ne kir, Teresbavê me ramîsan ne kir… Derê malê me û piştê mala me bi teéwa, (11) Lê danî bû (12) cohtê kewa, yariyê min û teresbavê bi derewa.. __________________________________________________ Têbîniyên sosin û prym: (1)awar (2) didmê (3) te canê (4) kerîka (5) roj (6) ro (7) bi qubleta (8) Kaniyê (9) Me xelqê delal (10) me gundî (11) tava ... (12) danî.
Posted on: Tue, 09 Jul 2013 20:51:42 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015