Abdurrahman GOK / MÊRDÎN Li hemberî dîwarê ku tê xwestin - TopicsExpress



          

Abdurrahman GOK / MÊRDÎN Li hemberî dîwarê ku tê xwestin di navbera Binxet û Serxetê de were lêkirin û wek “Dîwarê Şermê” tê binavkirin, bertek derketin asta herî jor. Piştî çalakiya rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan bertekên li hemberî lêkirina dîwar ne tenê ji hêla kurdan ve di nav raya navneteweyî de jî zêde bûn. Gelê kurd û hevgirên wan ji bo ku biryara lêkirina dîwar were rawesitandin û piştgiriyê bidin çalakiya Gokkan ji bajar, navçe û gundê Kurdistanê û Tirkiyeyê herikîn Nisêbînê. Hemwelatiyên ku rojek berê xwe gihandin Nisêbînê bişev rasterast meşiyan cihê çalakiya Ayşe Gokkan. Li wir li hemberî polîsên ku barîkat ava kiribûn hem bertekên xwe nîşan dan hem jî sonda hilweşandina dîwar xwarin. Piştî Parlamenterê Mêrdînê û Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk hatin cihê çalekiyê bi komek jin re çûn cem Gokkan û demekê pê re axifîn. Piştre jî Ayşe Gokkan bi jinan re hat cem hevalên xwe, ku ji bo piştgiriyê ketibûn greva birçîbûnê. AZADIYA OCALAN Di saetên serê sibê de jî ji 4 aliyan ve gel herikî Nisêbînê. Li gelek deveran li noqteyên lêgerînê niştecih ji hêla polîs û leşkeran ve hatin astengkirin û nasnameyên wan di GBT’ê re hatin derbaskirin. Lê digel hemû astengiyan bi deh hezaran welatiyan xwe gihandin navenda berxwedana li hemberî lêkirina dîwarê şermê. Di mîtînga ku li ber avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Mîtanniyê hat lidarxistin pankartên wekî “An em ê ambargoya li ser Rojava hilînin an jî em ê Bakur bikin Rojava”, “Bi germahiya Şoreşa Rojava em ê dîwarê şermê hilweşînin”, “Şoreşa Rojava şoreşa Bakur e, azadiya Rojava azadiya Bakur e”, “Gelê kurd sînoran nas nake”, bi zimanê erebî, kurdî, suryanî û tirkî “Em ê dîwarê şermê hilweşînin”, “Heta Rêber Apo azad nabe Kurdistan azad nabe” hatin vekirin. Dîsa li avahiya çandê wêneyê gerîlayê HPG’ê Şîrîn Cebe (Akif Doğan), Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala PKK’ê hat daliqandin. SÎNOR BÊWATE BÛN Li qadê jî alên PKK,YPG, KCK, posterên Ocalan hatin hilgirtin. Dem dem dengê Rêberê Gelê Kurd hat guhdarkirin. Di wan kêliyan de qad bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” hejiya. Ji hêla din ve li ser sînor bi sedan polîs, wesayîtên zirxî, TOMA û wesayîtên cendirmeyan hatin bicihkirin. Li hemberî wê jî YPG li aliyê Binxetê şerîdeke kesk û sor û zer kişand û ji bo ewlehiya niştecihê Qamişloyê bi cih bû. Çawa gelê Serxetê hat Nisêbînê gelê Binxetê jî hat heya sînor û hem piştgirî dan çalekiyê hem jî bi al û posteran bertek nîşanî dîwar dan. Li qadê heya mitîng bi dawî bû stranên YPG hatin lêxistin û gel jî bi yek devî beşdarî van staran bû. Dengê dirûşmên qada Mîtannî giha Binxetê. Ji gelek bajar, navçe û bajarokan şaredar û hilbijêrên BDP’ê hatin Nisêbînê. Dîsa Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak, Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên KCD’ê Aysel Tugluk, Ahmet Turk, Hevserokê HDP’ê Ertugrul Kurkçu, parlamenter Pervîn Buldan, Erol Dora, Hasîp Kaplan, Demîr Çelîk, Nursel Aydogan, Esat Canan, Mehmet Ocalan, saziyên sivîl, Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, welatiyên mihellemi, suryanî, ereb, Komeleya Keyayên Nisêbînê jî beşdari mîtîngê bûn. Mîtîng bi deqîqeyek rêzgirtin û xwendina sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ dest pê kir. Piştre yek bi yek navên 53 hilbijêrên ku ketibûne greva birçîbunê hatin xwendin û girseyê bi çepika navên wan pêşwazî kirin. ‘BIJÎ ROJAVA’ Di destpêkê de Hevserokê HDP’ê Ertugrul Kurkçu axifî. Kurkçu diyar kir ku îro sedema ku ew li hev civiyan e tiştekî girîng e û wiha got: “Ji bo ku em piştgiriyê bidin şoreşa 200 metre dûrî me em li hev civiyane. Bijî Şoreşa Rojava. Silav li we ku hûn li hemberî emperyalîzmê têdikoşin. Kurdistaniyan ev sînorên ku wan parçe kiriye heya îro tu car qebûl nekiriye. Digel ku îro li hemû cîhanê dîwar tên hilweşandin jî li vir dîwar tên honandin. Ev gel destûr nade vî dîwarî. Silav li berteka we ya li hemberî dîwar. Li her 4 parçeyan gelê kurd hebûna xwe nîşanî temamê dinyayê da. Em gelê ku li Tirkiyeyê dijîn dizanin ku heya gelê kurd azad nebe em azad nabin. Silav li biratiya me be.” FERQA QAMIŞLO Û NISÊBÎNÊ TUNEYE Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ew berxwedana Ayşe Gokkan û temamê ciwan û gelên Kurdistanê pîroz dikin û wiha axivî: “Heya niha bertek û êrîşên dewleta tirk li hemberî gelê Rojava heye. Em jî bertek nîşanî van polîtîkayan didin. Ev gel ne dijminê gelê tirk e. Gelekî wisa ye di gundê xwe de axa xwe de parastina xwe ya rewa dike. Ne êrîşî kesekî dike, ne axa kesekî dagir dike tenê dixwaze di xaka xwe de azad bijî. Li hemberî vî gelê dewleta tirk, sînoran ji çeteyên El Nusra û El Qaîde vedikin, lojîstîka wan a çekan peyda dikin. AKP ne tenê ev kir. Ji Nisêbînê heya Reyhanli temamê deriyê sînor yên nav xaka kurdan girtin. Ev tev jî têr nakin niha jî dîwar lêdikin. Ev dîwar dîwarê şermê ye lê dîwarê ku sed sal e Kurdistan parçe kirine û dagir kirine dixwazin bi vî dîwarî 100 salên din jî vê berdewam bikin. Ji ber vê divê em şev û roj li ber xwe bidin bedela wê çibe bila bibe divê em nefikirin. Em nahêlin sînor bên şidandin.” Demîrtaş got ku ha Qamişlo ha Nisêbîn ferq tune û wiha pêde çû: “Ev çete Nisêbîn û Qoserê dorpêç bikin Amed, Şirnex, Êlih ger bêdeng bimana dê ev ji bo gelê kurd şermeke mezin bûya. Ji ber vê yekê gelê wir gelê me ye, destkeftiyên wir destkeftiyên me ne. Divê em zanibin gelê wir ne tenê ji bo xwe ji bo me jî têdikoşe. Em ê li hemberî zilma dewletê bisekinin û bedelê çibe bila bibe.” TÊKOŞÎNA WE DÊ AZADIYÊ BÎNE Hevserokê KCD’Ê Ahmet Turk jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew bawer in ev sedsala azadiya gelê kurd e û wiha pêde çû: “Bi têkoşîna we bi serhildêriya we gelê kurd dê bigihîje azadiya xwe. Gelê kurd îro gihaye qonaxeke nû. Ev qonax qonaxa yekitiya 4 parçeyên Kurdistanê ye. Ev siyaseta sedsal ku gelê kurd parçe dikin, lê îro tekoşîna azadiya mejiyêk nû yeke şoreşgerî daye gelê me. Gelê me îro xebatek gelek pîroz dikin. Em we û şoreşa we pîroz dikin. Siyaseta dewletê înkarkirina daxwazên gelê kurd e. Gelê kurd siyasete hevbeş, hevpar û wekhev dixwaze. Em dixwazin li 4 parçeyê Kurdistanê bi gelê tirk, ereb û farisî re di nava demokrasiyê de bijîn. Daxwaziya me pîroz e neteweyî ye. Heya daxwazên me werin cih dê şoreşa me berdewam bike. Em tenê nabêjin dîwarê şermê rakin em dibêjin hişmendiya xwe jî rakin. Îro li Rojava şoreşek dewam dike. Îro em ji sînorê Rojava birayên xwe şervanên xwe yê Rojava pîroz dikin silav dikin. Em dibêjin rakirina sînor ne bes e diwarê însanî de alîkarî bide û astengiya neke. Gelê kurd sînonar naxwaze. Divê em xebatê xwe dewlemend bikin.” Piştre peyama Parlamentera Mêrdînê ya girtî Gulser Yildirim hat xwendin. XWE LI DAXWAZA GEL NEGIRTIN Piştî axaftinan girseyê dest bi çalakiya runiştinê kir. Anonsa; “Heya hevserokên me nebêjiin çalakîya me encam girtiye bila tu kes ji Nisêbîne veneqete. Heya ev çalakî encam bigire wê çalakiya me ya rûniştinê berdewam bike” hat kirin. Dema ku gel xwest ku çalakiya rûniştînê li dar bixe, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kir. Gel ji bi kevir, bombeyên deng û fîşekên hewayî xwe li hemberî êrîşa polîsan parast. Bi êrîşa polîsan re gelê Qamişloyê jî ji aliyê din ê sînor kevir avêt polîsan. Pevçûnên derketin belavî hemû taxên Nisêbînê bûn. GOKKAN DAWÎ LI ROJIYA MIRINÊ ANÎ Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan jî derket ser dikê û gel silav kir. Gokkan li vir axaftinek kurt kir. Di axaftina Gokkan de rewşa tenduristiya wê jî derdiket der. Gokkan wiha got: “Em nikarin zarokên xwe birîndarên xwe li wir derman bikin. Tên asteng kirin. Wek tevgera jinan em dibêjin em sînoran naxwazin em dîwaran naxwazin. Spas dikim ji we hemuyan re. Sînor di sedsala 21’emîn de şermeke mezin in.” Hilbijêran diyar kir ku wan greva birçîbunê û rojiya mirinê bi dawî kirine. Şaredar Gokkan ji bo kontrola tenduristiyê rakirin nexweşxaneyê.
Posted on: Sun, 10 Nov 2013 16:50:20 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015