Ciwanên şorşger banga hişyariyê kirin QAMIŞLO– Tevgera - TopicsExpress



          

Ciwanên şorşger banga hişyariyê kirin QAMIŞLO– Tevgera Ciwanên Şoreşger bi bi daxuyaniyekê diyar kir ku bûyerên piştî êrîşa Amûdê ji şewitandina wesayît û dikanan pirevqisyone li dijî gelê kurd û berdewama plana tevlihevî û fitneyê ku jê tê xwestin gelê rojava ji rastiya xwe ya dîrokî derbike ve. Di daxuyaniyê de bang li ciwan hate kirin da ku li gorî demê bi hişyarî tevbigerin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku erîşên dawî li Amudê û bajarên Rojava ê pêk hatî berdewama heman planê ye û heman hêz li pey van plana ne. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hin hêzên dijberî yekitiya neteweya ya gele kurd li seranserî rojavayê Kurdistanê ji Dêrikê heta Efrîn di nava hewldanan de ne da ku fitne û tevliheviyê di nava gelê kurd de derbixin. Di berdewama daxuyaniyê da hate gotin ku hin kenalên televzyonê wekî Orient û hin ragihandinên girêdayî hêzên derve bi awayekî şaş û dûrî exlaqên çapemeniyê bûyer radihandin û di ragihanina xwe provakasyon diyar dikirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku buyerên dawî ên wek şewitandina seyyare, dikan û hwd ji bo sabotekirina pêvajoyê bi awayekî amadekrî pêk hatine. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di dîroka Kûrdistan de buyerên bi vî rengî gelek caran pêkhatine û Tevgara Ciwanên Şoreşger bê ku bênê lîststokan bi hestayî tev geriyane û planên bi vî rengî vala derxistine. Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanên kurd hate kirin da ku nên lîtoka û ev tişt hate gotin:᾿̓ Li ser vî esasî bangawaziya me ji hemû girseya tevgera me ku pêşeng bikin û hêza xwe ya avakirinê nîşan bidin. Ji bo vê em careke din bang li tevahî ciwana dikin ku li dijî van lîstokên provakatîf nekevin nêzîkatiyên cûda û bi hestyarî û li gorî hesasiyeta pêvajoyê tevbigerin.᾿̓ (ie)
Posted on: Sat, 06 Jul 2013 09:06:18 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015