EFRÎN – Piştî nûçeya ku di malpera Rudaw TV’de hate - TopicsExpress



          

EFRÎN – Piştî nûçeya ku di malpera Rudaw TV’de hate weşandin û dihat îdîakirin ku nûçegihanê wan ê Efrînê xwestiye biçe kampa penaberên Til Hasil û Tir Eranê da ku nûçeyekê çêbike, lê YPG’ê ew asteng kiriye, YPG’ê bersiv da. Rayedarên YPG’ê yên herêmê diyar kirin ku nûçe derew e û wan astengî dernexistiye. Piştî nûçeya ku duh hatiye weşandin, Fermandariya YPG’ê ya herêma Efrînê daxuyaniyek kurt da. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Nûçeya têkildarî mijarê hatiye weşandin ji rastiyê dûr e. Kampa penaberan di bin kontrola me de nîn e. Wekî hemû herêma Efrînê em parastina herêma kampê jî dikin. Lê rêveberiya kampê cuda ye. Tiştên têkildarî kampê rêveberiya wê derê eleqedar dike.” Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG’ê tu kes asteng nekiriye û wiha hat domandin: “Ger ku armanca wan derxistina holê ya komkujiyê ye, fermo bila prosedura fermî bicîh bînin û karê xwe bikin. Tu kes wan asteng nake
Posted on: Sun, 11 Aug 2013 23:42:37 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015