Hinek gelek xwe zane dihesibînin hene; bêyî ku nenivîsin û - TopicsExpress



          

Hinek gelek xwe zane dihesibînin hene; bêyî ku nenivîsin û neaxivin nasekinin. Di her fersendê de wêjeya me ji çiyayan “rizgarkirinê” dikin. Ew ên ku me ji nû ve “bigihînin” bajaran. Te dî pir dizanin ya, pêwîstî bi guhdariyê jî nabînin. Lê piştî ku pir dizanin, ji van zane û aliman re çend pirsên me hene; Hûn qet asîmanan dizanin? We qet berî ku razên peroşa temaşekirina bi milyonan stêrkan ku berî berbanga sibehî de di heman ciyî de dîtinê tahm kiriye? Dema ku hûn li lûtkeya çiya ne, we qet di hêşê xwe de ew tirêjên rojê ku xwe rengorengo dixemlînin di bin ewran de nîgar kiriye? Nexwe hûn dîtina vanan deyndarê ew kevalên nîgarkêşên navdar in? We qet dersa kedê ji ew moriyên ku li pey hev rêz bûne, di vir de wê de dibezin her derî û di nava ahengekê de dixebitin girtiye? An jî hûn mîna pezkoviyan bi lez û veşartî ji nişka ve û ciyek ku qet ne li bendê ne derketin û windabûnê dikarin hîn bibin? Ma hûnê qet fêm bikin ku ew siworiyên ne roj ne şev bêyî ku ji lîstikan têr bibin û hemû dinyayê didin aliyek û nîşanî me didin ka zarokatî çawa tê jiyandin? Ma we qet xwe gihandiye ew raza dengê çûkan û wateya çavên hespekê? Nexwe hûn bihîstina vanan deyndarên fablên La Fontanine ne?
Posted on: Mon, 18 Nov 2013 16:40:43 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015