Ji Holendayê 160 cîhadî çûne Sûriyê Aydin Batman: Ji bo - TopicsExpress



          

Ji Holendayê 160 cîhadî çûne Sûriyê Aydin Batman: Ji bo şerê kurdan bikin hatine şandin Amsterdam (Rûdaw) - Piştî gurbûna şer di navbera Kurdan û grûpên îslamî de li deverên kurdî yên Şêx Meqsûd a girêdayî Helebê û du bajarokên din ên li rojhilatê heman bajarî, heftiya borî kesekî holendî yê esl mexrebî hate kuştin. Vê yekê xeleka dilgiraniyan firehtir kir, ji ber ku cîhadî li Holenda bi asteke zêde beşdarî şerê navxwe yê Sûriyê dibin. Kesê holendî navê wî Elyas Ebû Welayî bû ku wek Şukrî Meselî naskirî bû. Malpera “DeWareReligie.nl” ya ku alîgiriya cîhadiyan dike, eşkere kir ku ew birayê Murad Meselî ye û yekem “şehîdê holendî” ye ku di meha Adarê de li Sûriyê hate kuştin. Dixuye Meselî endamekî Cebhet el-Nusre be, ku liqeke al-Qaîde ye, û tê gotin ku ji aliyê Tirkiyeyê ve piştevanî lê tê kirin. Cebhet el-Nusre li dijî YPGê şer dike ku wek baskekî leşkerî yê PKKê li Sûriyê tê hejmartin. YPG beşdarî çend şeran li dijî Tirkiyeyê bûye. Li gor malpera navborî, “Meselî di şerekî de bi du guleyên YPGê hat kuştin.” Tê gotin bi sedan cîhadî ji Holendayê çûne Sûriyê, da ku li wir şer bikin, heta niha jî 4 holendî li Sûriyê hatine kuştin. Heman malperê di 17ê Tîrmeha îsal de belav kir ku ev cîhadiyên holendî ligel “çekdarên îslamî” ên din beşdarî dorpêçkirina gundekî Kurdan li Helebê bûne. Saziyên kurdî yên nêzîkî PKKê li Holendayê dilgiraniya xwe di vî alî de nîşan dane, nemaze piştî ku çend Kurd jî ji aliyê mizgeftên çend bajarên holendî wek Lahay, Rotterdam û Leidin ji bo Sûriyê hatine şandin. Dilgiraniya wan ji tirsa wê yekê ye ku ev kesên ku diçin Sûriyê, li dijî Kurdan şer bikin. Di demekê de ku hinek ji wan cîhadiyên ku bo Sûriyê hatine rêkirin, bi esil Kurd in û ji Tirkiyeyê ne, tew hinek ji wan ji wan malbatan in ku alîgiriya PKKê dikin. Serokê Saziya Civata Neteweyî ya Kurd li Holendayê, Aydin Batman, got ku 160 kes bo Sûriyê hatine şandin û dilgiran e ku ev kes li dijî Kurdan şer bikin: “Ciwan hatine rêkirin, da ku li dijî Kurdên Rojava şer bikin.” Rojnameya Yeni Ozgur Politika, ya ku alîgira Kurdan dike û bingeha wê li Ewropayê ye, nivîsiye: “Ev ji aliyê saziyên navneteweyî ve tê kirin. Dijwar e welatên ewropî agahdarî van hemû kesan nebin ku ji Ewropayê bo Sûriyê hatine şandin.” Cotmeha borî li Rotterdamê sê cîhadî hatin girtin ku dixwestin ber bi Sûriyê herin. Du ji wan Kurd bûn. Jineke 16 salî û mêrê xwe. Herdu jî li Holendayê diman û beriya ku herin Sûriyê li firokexaneyeke belçîkî hatibûn girtin. Di meha Sibatê de jî, serokê dezgeha xizmetguzariya nûçegeriya holendî AIVD, Rob Persol, dilgiraniya xwe nîşan da derbarê wan hevwelatiyên holendî yên ku li Sûriyê şer dikin. Rob di bernameyeke televizyonî de got: “Cihê dilgiraniyeke zêde ye, ji ber wan ezmûnên şerxwaz ên ku werdigirin û wê îdeolojiya ku li Sûriyê fêr dibin. Hemû tiştên ku li wir fêr dibin, bi xwe re tînin Holendayê.”
Posted on: Sun, 11 Aug 2013 08:06:27 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015