Kurdistan PDK: Emê alîkariya hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê - TopicsExpress



          

Kurdistan PDK: Emê alîkariya hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê bikin Ji aliyê HÛSÊN OMER 15 demjimêr berê PDK: Emê alîkariya hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê bikin Cafer Êmînkî Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Îbrahîm Êminkî ji rojnameya Şerq el-Ewsat re ragihand ku serokatiya Herêma Kurdistanê di jêr tu nîrekî de qebûl nake ku jenosîda rejîma Beasê li dijî gelê me kirî li Rojavayê Kurdistanê dubare bibe. Êminkî destnîşan kir ku ew qet bêdeng namînin li hember liva hinek alî û rêxistinên terorîst ku hewla qirkirin û kuştina zarokên gelê me li Rojavayê Kurdistanê didin. Cafer Îbrahîm Êminkî tekez kir ku alîkariya Herêma Kurdistanê ji gelê Rojavayê Kurdistanê re dê giştî be û di nav dev jî alîkariya lojîstîk ji bo şoreşger û pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê daku gelê me li wir karibe parastina xwe bike. Êminkî diyar kir ku ew amade ne alîkariya şervanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî bikin û got: “Emê alîkariya hemû şoreşgerên ku berevaniya xaka Kurdistana Sûriyê dikin bikin.” Êminkî bang li hemû aliyên navnetewî, herêmî, dewletên erebî û îslamî kir daku piştgiriya tevgera wan ji bo rizgarkirina gelê Rojavayê Kurdistanê ji gefên terorîstan bikin. Derbarê helwesta hikûmeta federal a Iraqê de, Êminkî wiha got: “Divê hikûmeta Bexdayê ne rêgir be li pêş destêwerdan û piştgiriya me ya ji gelê me li Roava.” Berdevkê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê diyar kir ku tu hevsazî di navbera wan û Tirkiyê de di vê şarçoveyê de tune ye, lê got: “Ew ji her hevsaziyekê bi Tirkiyê re amade ne.” Hevserokê PYDê, Salih Muslim jî ji rojnameya Washington Post re raghandiye, ku ger ew bûyerên li Rojava rast bin, wê Barzanî pêşmergeyan bişîne Rojavayê Kurdistanê. Muslim wiha got: “Heya niha em dikarin axa xwe biparêzin. Tu rêkkeftin û daxwaz li ser wê yekê çê nebûye ku pêşmerge derbasî Rojava bibin.”
Posted on: Mon, 12 Aug 2013 23:45:32 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015