RÊK DI TARIYÊ DE STÊRKÊN ŞAHRAM DIKUJE. 6. …………… - TopicsExpress



          

RÊK DI TARIYÊ DE STÊRKÊN ŞAHRAM DIKUJE. 6. …………… bavê Omer,Berhê piştî ku sînor hate çêkirin û bû wargehê sisiyasetmedar û xwiniyan di şeveke bê stêrk de dakete bin xetê , bi dimançyeke ku Almanan hemû hunera kuştinê xistibûnê û bi xencereke ku kurdan bi jehra xiyanet û xedrê xemilandibûn daket , daket ku kujerê deh mêrên serxetî bikuje , xwe bi hewsa şevêre berda binxetê da ku bi sê pereyê zîv dujminê xelkê bikuje , li serxet û binxetê gîhak ji Berhê ditirsiyan , acal jê ditirsyan, stêrkan xwe ji ber dida alî , kujerê sehwê sehwû bi xwe jê ditirsya , ji qerejdaxê hetanî mûsilê hedefên wî li benda wîbûn , ji mûşê hetanî beriya Hisiça jinên beriyê navê wî li zarokên xwe dikirin -perê xwe bide û ezê ji te re porê jina te bi xwina dujminê te hine bikim , li kur be û kurê kêbe ezê nefesa wî ya dawî ji te re bînim . Kujerê sehwê li sêrtê di nav komek mêrên qeras de ev gotin ji maldarekî ku kurê wî di pîna mirîşkan de hatibû kuştin gotibû , piştî bîst rojan bi tenê li başûrî Qamişlo Berhê dujminê wî maldarî kuşt, bi guleyekê wî kuştê ,bi xwina wî jî xencera xwe seyand . Lê wê carê Berhê jibo ku xezebê bikuje daket , ji bo ku xwe bike cêwiyê qederê daket , bîst salan şêxê bazirganê qeraçdaxê xwe da bendê, bîst salan wêrktiya Berhê û newêrektiya wî xist mîzanê , bîst salan xwina kurê xwe bi lehingiya Berhê re girê da -Berhê tu nikarî Bedranê Birûşev bikujî , niha ez hersê jinê xwe tevî milk û malê xwe jî bikme helalê te jî ewê gule ji devê dimançeya te dernekeve Şêxê bazara qeraçdaxê bi vê pîskirinê Berhê dixiste mîzana wêrektiyê ,Bdranê Birûşev kurê şêx yê ku sê jinan hatibû hebûnê di nava kolana qeraçdaxê de kuştibû, kurê sê jinan ,kurê delalîbûna pere û tekbûnê xwestibû ku bi peran mêrantiyê pîs bike ,lê Bedranê Birûşev bi guleyeke wî firote Izraîlê birinê -Şêxê min, Birûşev mirinê nas nake , min bi wî re mirov şandine ji axê re , şirîkê minî tenekirinê ye , ez nikarim Izraîl têxime nav bera xwe û wî , ku ez wî bikujim dê di deh rojan Izraîl min tine bike û daweta xwe bi serkeftinê re çêke Berhê wenî xwest ku xwe ji şêxê Bazirgana xelas ke , bîst salan Berhê ber xwe da , bîst salan Izraîl û şêx bazirganan jî ber xwe da, lê gava ku çavê wî ji hedefan melûl bûn û nîvê nîşanê wenda kir, piştî bîst salan Berhê xwe xiste xefka Ezmûnê û daket binxetê -Ezê wî bikujim , gava ku Izraîl mirinê ji bîr bike ezê wî bikujim Berhê biryara xwe ji şêxê ku li ber minê re ye got û di şeveke bê stêrk de daket , tarî ji tinebûbê reş tirbû wê şevê , eşêran wî nedî , bajaran wî nedît , gund û gundiyan wî nedît , tirkan wî nedît , şevê ew parast , bi mihîneke reş û bi Ebeyek reş dakete bin xetê , piştî serêkaniyê bi qwendrî saetekê Birûşevê heştê salî xwe di nav nivînên xwe de razandibû , ji roja ku Birûşev kurê şêxê Bazirgana kuştiye Birûşev xew nedîtiye , pereyên şêxê bazirgan li ser hemû kujeran belav bûn ji bo ku rihê wî bistînin , her kesî hewl da , her kesî pere stend lê her kes jî berî ku bighêje Birûşev destê wî di bêrîka wî de qerimî û vegeriya , dev ji nav û dengê xwe berda û vegeriya , îro jî Berhê tê , Berhê gihişt gundê Birûşev ,weke maran xwe berda odeya wî hîn dûmana cixara wî bi hustekê li ser serê wî bû lê çavên wî di kêlîkê re çûbûn , Berhê dimançeya xwe ji qewlik derxist û li Birûşev nihêrî , birûyê Birûşev gihabûn dêmên wî , salên wî rûwê wî veşartibûn , Berhê li ber serê wî sekinî ,rûniş,rabû, vekişiya , cardin vegeriya , dawî dîsa li ber serê wî rûnişt destê xwe di ser serê wî re bir û giriya , bi dengê girî re Birûşev çavê xwe ji kêlîkê anîne ser Berhê -tu hatî ? mere hewqasî hedefeke giran li hêviya xwe nahêle Berhê, bêst sal , êdî destê te diricifin , tu yê bi vê qûnê min bikujî ? Berhê dimançeya xwe danî û ji qutiya Birûşev cixareyek pêçand -ke ez te nekujim ewê hemû kuştiyên ku min kuştine bi izraîl re îşev newrozekê li darxin ji kêfa , ev tola wane Berhê bihna tûtina Birûşev hetanî dilê xwe kişande hundirê xwe -ku tu min bikujî jî dê ew newroz we re li darxistin Berhê , me bi hev re Izraîl li ber mirinê pîs kiriye . Birûşev li baceya jorîn nerî , hino hino şefeqê tîrêjên xwe berdida erda bê deng , Berhê birûyên Birûşev ji ser çavê wî rakirin ,di hundirê çavê wî de Izraîl bangî kuştiyê herdûka yê Berhê û yê Birûşv dikir , Berhê Birûyên Birûşev vegerandin cihê wan û derkete derve , dunya zelal bûbû , vegeriya serêkaniyê Birûşev mayinde hişt , li serêkaniyê zewcî û pereyê şêxê Bazirgana ji wî re şand , piştê hefteyekê bi tenê ji daketina Berhê ba Birûşev , Birûşev di nav nivînên xwe de raket , raza, veket û ranebû qet ranebû, piştî sê mehan ji zewacê Berhê jina xwe hişt û berê xwe da serxetê -min bêriya sehwê kiriye , tirs li vir hesaban ji min re nake Berhê li ser sînor hate kuştin , tirkan hetanî sibehê bi qederê re şer kir û ew kuştin,piştî şeş mehan jî Omer çêbû , ji çêbûnê hetanî niha Omer sînor û tirkan fêrî hûnandina sehwê dike ……… dewam dike
Posted on: Thu, 20 Jun 2013 00:22:20 +0000

Recently Viewed Topics




© 2015