TU GUL Û KULÎLK Û BİHARA kURDÎSTANÎ Tu gul û kulîk û - TopicsExpress



          

TU GUL Û KULÎLK Û BİHARA kURDÎSTANÎ Tu gul û kulîk û bihara Kurdistanî, Pîroza mirada dilé min rih û canî Giryé dilayî héstirén xwîna çahva yî Şox û şenga zozané Kardux û anzanî Zanim rumet biha héjaya Kurdayî Li dîroka berxwedana can û dildayî Bi şev û rojan bandikime te tu nayî Ji Jîné bişkvyî Terazin Semyanî, Ev qinyada dilé mnî mitala rojé Şevé xewna min deyî dilé min disojé Axén ji desté te awir xwedar mérkojé Sipehya spehiyayî ronya erd û ezmanî. Çima ew qas dilé min riht dikî deynakî Ma qey heqé min tune rojekî dilém şakî Li vé bihara jîné hing derman nakî Rû roj û çav sitér û birihîva zozanî . Bawer bike îro sebra min bé te nayé Ji méjde dil ne nexwşim nava éş û tayé Êqbala me buye qedera li ber bayé Kepî elmas léhv gul ziman Kurdî ciwanî . Çi qas béjim nika pesné te bidim yaré Li ber çavé minî wek roja biharé daré Me soz û peymanek nav xwe danî évaré Stu bilor û gerden zér sing û ber mircanî . Tu zanî bu te çi dibéjim çi dixwînim Vé efsan û eşqa te ya xweş dinvîsînim Çawa dikim nakim nikarim te bibînim Ehnî tîroj û bext sipî berf û baranî. Zanim pora xwe dihonî çahvan kil dikî Tu çi havîngehî dilé min honik nakî Ley şapa eşq û evîné li min rast dikî Bisk çemé Zab Arasa pélén Gola Wanî . Nizanim çi dixazî ji dil nayî rehmé Çend sal zemanin te kir nav éş û elemé Biné re çi qas ez bu te dikim xemé Kezî Dicle Firata Mezopotamyanî. Ji eslek paqij bedewî Karduxiya min Horî perya baxé behişta welaté min Fîstan kesk û sor û zerî xemla Ala min Bejin bilind zirav por sûlava Aryanî . Ev bax û bûstanén çiyayén te hemî Li ser rûniştîne Ereb û ecem Romî Li dilé min de xwînşérîn û nazenînî Awir agir û péta Zerdeşté Rézan î . Bi eslé te bilind û serfirazim her çax Mirî li ber béhna te ji goré dibin sax Loma her dem li kula te dikim ax û ax Xweş evînî Cejna Newroz û Méhrîcanî . Dest û tilî henene ji xwîna ziwa şil Li ber xemla te bişkivûne kulîlk û gul Tér nabim ji awirén çahvén te yén şîn kil De béje min qey tu milyaketa Yezdanî Yan tu jî buyî kevoka çiyayé Bohtan Ser min ra firdidî ew qas bi nav û nîşan Ma li bejna te çahvén hemî keç û xortan Îro ser xéré bibî bersîv û mizgînî Nazdariya neke bu min béje ciwané Min béhrya te kirye gulçÎçeka jiyané Ji eşqa te dîn bu Dilpét Jilîyé Bohtané Aştî Dîmokrasî Azadya Kurdistané Bese te ez te helandim ji vé bé dengiyé Ez jî wek te quçberim li vé xwerîbîyé Şérîn şerberbeta ava heyata saxiyé Belazîza Finazî li Dilpét nûşûcanî Dilpét jélî. 31 Mayıs 15:45 Dılpet Jeli .KULÎLK GULA FÎSTAN RENGÊ ALA RENGÎ Tu buyî agîr û péta, şewata nav dil her demî Eşq û evîna wan salén, burî hé wek beré germî, Havîn û pehîz , zivistan,li ber xemla te bun bihar, Ber belgé bejn û bala te,bişkivîn kulîlk gul hemî Ji béhna hélma te ya xweş misk û ferfor, enber fîrî Xunavé erd girt şluke, baran ji jor ezman barî Min zanî tu bî Teyrika, mina Tawîsa ber dila Ji pey te ve rawstan bun,Horî milyaket û perî Nû min bawerkir tu wî yar, milyaketa mina Xuda Nurha Xuda, Péxember ji te barî dermana derda, Loma ev sipehiyén Diné seranser nabin qama te Li ber neynuka te nayén,te datînin li ser desta Dilé min de ew qas spehî, çeleng bedew şox û şengî, Li ezmana buyî rû roj, birihîva çav kil stérkî Loma ew navé te min kir, Rûrostérhîva evîné Li erdé buy kulîlk gula, fîstan rengé Ala Rengî Buyî xewna Çardé Nîsan, kulîk gula çarşem soré Sala hezar neh sed nuht şeş, du hezar du sisyé çaré Çi zû te ez jibîrkirim qey bîra te nayé ew roj Roja em rasta hev hatini, bo te xew got wé évaré Min got tu wî evîn û eşqa ew doza mina Kurdistan Ronya Agré xetérén rojén cejnén Newroz, Méhrîcan Tu bî belgîzera ser tehré dara şîn her weşya yî Li nav wan bax û bûstan û dehl û rez war û zozanan Çibkim ji min xweydî çuyî,dilé min zer kir wek bihé Soza évarî te day min,negihandin nîvro sibihé Dil bi girî û çav héstér, desté me ji hevdu qeta Negha mirada kevoka ,dil kul Dilpét Jélyé Dihé Dilpét Jélî, 1 Haziran 10:56 Dılpet Jeli NİKARİM WELATÊ XWE DE BİJÎM Ev welaté min e, lé ez téde najîm, Li welaté xelké, quçber bume dijîm Dixazime bijîm nikarime bijîm Şev û rojé ser welaté xwe dinvîsim Nav wan dehl û bax bûstana nikm bijîm Dixazime bijîm nikarime bijîm Ketme nava derya, evîn eşqa welat Ber pélan tém diçim,dîsa nikam bijîm Dixazime bijîm nikarime bijîm Ji Kezî Dicle Firata, xwe dûrketim Xwîna héstrén çahvan, bé wé nikam bijîm Najîm najîm Bandikim bisk çemé, Zab Arasé nayé Bûka Mezopotamya, çu nehat najîm Dixazime bijîm nikarime bijîm Ew alîkî qucber, ez alîkî qucber Man bé çare mefer, gelu çawa bijîn Dixazime bijîm nikarime bijîm Waré bav û kalan, ma desté neyaran Dola Kuréş gundé xwe Basné de najîm Dixazime bijîm nikarime bijîm Ji eşq û evîna erzen séva xwelat Dil burîm laş tezîn, bé hiş bume najîm, Dixazime bijîm nikarime bijîm Béhn lîloza waré swerhedé xeydî çu Bé kevoka kelha texté Toşpa najîm Dixazime bijîm nikarime bijîm Mejî Bigîseyara zana xwendevan Ez kal û pîrkirim,hiştim bé wec najîm Dixazime bijîm nikarime bijîm Gulçîçeka çiyayé Sîpané xelat Rex Key Bano Xaldî Arartya xwe najîm Dixazime bijîm nikarime bijîm Nérgiz sosin sumbula çiyayé Nemrud Rex gul nesrîna gola Nazoké najîm Dixazime bijîm nikarime bijîm Bohta Xerza Toré man benda xélé wé Bûka dest hene ka,rex sipehyé najîm Dixazime bijîm nikarime bijîm Belazîza mina sibha téye xewné Çûka bé céql neht gelu rex ké bijîm Dixazime bijîm nikarime bijîm Ewe jîn jiyana behişta Kurdistan Bé Karduxya Subarya xwe nika bijîm Dixazime bijîm nikarime bijîm Bila weré da em desté xwe bidin hev Xwe bighînîn dewleta Berzan da bijîn Dixazime bijîm nikarime bijîm Qehremané qerné bist û yeka hat péş Ber bexté Kawa Hesingeré xwe bijîım Dixazime bijîm nikarime bijîm Da rex milé fîstan kesk sor zer spiya xwe Belazîza eşqa li ber dila bijîm Dixazime bijîm nikarime bijîm Ber çahvik ser gulya por şonde şehkirye Çavréka dûr diréj wek min nika bijî Dixazime bijîm nikarime bijîm Ew zané çi dibjim héstiran bu dirjim Da dev û léhvén ziman Kurdyé bimijim Dixazime bijîm nikarime bijîm Da dilé Dilpét Jélî carek derman be Rex ciwan keçka demokrata xwe bijîm Dixazime bijîm nikarime bijîm Dilpét Jélî 3 Haziran 09:42 Dılpet Jeli ,NİZANİ ME SEB Çİ ÎRO ÊQBALA ME SERAST NEHAT, Tu wî xem û xiyala evîn û eşqa dila, Gelu qey xecîcana Sîpané xelaté yî Li wé hélekané de ser çiya re bifirî Yan çûka Nemrud cîlo zagroz, Ararata yî Bibî kevoka mizginya mirad mexsedé Rûrostér hîva mina erzen séva xelaté Yan tu jî biyî xwezîzîna,axéné û derd kula Li dûrderaz dinérî ,ehnî tîroj hilaté Were da ez ji bu te, fal û tazîmé deynim Derdé aha dilé te, ji jan éşa bibînim Nivişta wan keserén, héstrén ziwa dikşînî Ser dilé te ve bikim,helbesta te bxwînim Nûka dé tu bizanî Dilpét Melayé te me Şev û rojé li réka ,eşq û evîna te me Yan héja xeydî silî,dil li min qet şanakî Dîsa ser te binvîsim,lé evîndaré te me Were li min bizivre,îro seré havîné Bihara me bixér çu,gul û kulîlka jîné Keçka Kurdistana min,binahiya çahvén min Tu wî evîndara min, xewna çardé Nîsané Belgîzera tehré dara gulşîna weşayî Ziman Kurdiya mina, Kurman sor û zazayî Buy wek şîrîna Ferhad,dil de agir pét şewat Kezî Dicle û Firata,welaté Kurdayî Nizanime seb çi,éqbala me serast nehat Qederé sozda jovan bu,çibibkim felek xirab hat Evîn eşqa Dilpét Jélî,şev rojé bu agiré germ Kul û derdé Belazîza hişt dila de bé tebat Dilpét Jélî, 6 Haziran 00:49 Dılpet Jeli ,Şev baş roj xweş,wek te gul geş Bé te jiyan, tu car nameş Çibkim qeder, neh bibîn Ka rû sona béhn binefş Kî zané gul çi gule Béhné da kursî û erş Erd ronî kir hat ber dil Gula geliyé Laleş Min got ev gul spehékéye Ronahya ser şeva reş dilé Dilpété Jélî Ji eşqa bu péta geş Dilpété Jélî, 6 Haziran 07:32 Dılpet Jeli Şev baş roj xweş,wek te gul geş Bé te jiyan, tu car nameş Çibkim qeder, neht bibîn Ka rû sosina béhn binefş Kî zané gul çi gule Béhné da kursî û erş Erd ronî kir hat ber dil Gula geliyé Laleş Min got ev gul spehyé kéye Ronahya ser şeva reş dilé Dilpété Jélî Ji eşqa bu péta geş Dilpété Jélî 7 Haziran 09:40 Dılpet Jeli Kürt esintiler ~ Hiçbir Arkadaşlar ancak Dağları Arama: ,
Posted on: Mon, 05 Aug 2013 08:56:09 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015