Tuzel: Karê me hilweşandina dîwarê şermê ye ENQERE - TopicsExpress



          

Tuzel: Karê me hilweşandina dîwarê şermê ye ENQERE 27.10.2013 11:01:42 Parlamenterê Stenbolê Levent Tuzel di axaftina vekirinê ya HDPê de destnîşan kir ku HDP ji bo gelan hêza çareserî û hêviyê ye. Tuzel bal kişand ser dîwarê şermê yê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û got, Wezîfeya me ya pêşî hilweşandina vî dîwarê şermê ye. Wezîfeyeke me ya din jî heye; Emê dîlên azadiyê azad bikin. Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Levent Tuzel di axaftina vekirinê ya 1. Kongreya Awerte ya HDPê de diyar kir ku ewê nîşan bidin ka welatekî çawa dixwazin û dikarin çi bi ser bixin. Tuzel got, HDP ji bo gelan hêza çareserî û hêviyê ye. Li dijî partiyên pergalê yên heta niha zilm li gelan kirine û pirsgirêk mezin kirine, HDP alternatîfeke rast a gel e. Tuzel bal kişand ser dîwarê şermê yê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tê lêkirin û got, Wezîfeya me ya pêşî hilweşandina vî dîwarê şermê ye. Wezîfeyeke me ya din jî heye. Ev welat bûye girtîgehek ku girtiyên azadiyê lê dîl hatine girtin. Emê zarokên van gelan azad bikin. Komar li ser bingeha înkar û asîmîlasyonê ye. Em komareke bi vî rengî naxwazin. Bi têkoşîna xwe re em dixwazin, erdnîgariyê bikin erdnîgariya eşq, ked, xwişk û biratiyê. Li dû axaftina Tuzel dîwan hat avakirin. BAKIRHAN: HDP KEVNEŞOPIYA DENÎZ, KEMAL Û MAZLÛMAN E Serokê Dîwana Kongreya HDPê Tuncer Bakirkan, berî axaftinê hemû kes ji bo kesên di şoreşa cîhanê de jiyana xwe ji dest dane dawetî rêzgirtinê kir. Di rêzgirtinê de sirûda Çerxa Şoreşê hat xwendin. Piştî rêzgirtinê Tuncer Bakiran anî ziman ku îro 1. Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan tê lidarxistin û wiha got: Ev kongre ji îro de dest pê nekiriye. Destpêka kongreyê ji têkoşîna Denîz, Îbrahîm, Mahîr, Kemal Pîr, Hayrî û Mazluman tê û bi projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihiştiye vê astê. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan jî dibêje kesên hedefa wan ne zelal bin nagêjin armanca xwe û dê bi HDPê bigêjin hedefa xwe. Piştî Bakirhan bernameya kongreyê aşkere kir Hevseroka HDPê Fatma Gök axivî. GOK: KONGRE DÊ JI BO XWESERIYA DEMOKRATÎK BIXEBITE Hevseroka HDPê Fatma Gok bi gelek zimanan dîwanê kongreyê silav kir û anî ziman ku demek dirêj e xebata vê kongeryê dimeşînin. Gok, anî ziman ji bo vê kongreyê kedek mezin hatiye dayîn û wiha got: Em hemû têkoşerên ji bo şoreşa di erdnîgariya Anatolu û Mezopotamya de jiyana xwe ji dest dan em bibîr tînin. Berî ku em vê rêxistinê ava bikin gelek kesên din berîya me derketin rê û ev rê ji mere vekin. Em bi salan e di vê rêya demokratîkbûna civakê dene û em niha riya wan berdewam dikin. Ez hemû kesên di vê têkoşînê de cih digirin û bi taybetî jinên kurd ên di vê têkoşînê de cih girtin silav dikim. 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin û hemû jinên bedena xwe di vê têkoşînê de feda kirin silav bikim. Gok, anî ziman ku wan bi armanca parastina mafên hemû reng, civak, bawerî û nasnameyên li ser vê axê dijîn dest bi tekoşînê kiriye û wiha berdewam kir: Ji bo mafê hemwelatiyên wekhev em dê têbikoşin. Ji bo jiyana demokratîk, laîk, wekhev, edalet û yekîtiya demokratîk em dê bixebitin. Ji bo civakek nû, Tirkiyeyek nû edalet û heqîqetê em dê têbikoşin. Em dê li dijî dagirkerî, metîngerî, serdestî, navendîbûnê, ji bo parastina ziman û çandan têbikoşin. Ji bo her kes bi zimanê xwe bi çanda xwe bijî û perwerde bibe em tê bixebitin. Divê civaka nû de dê her kes bi zimanê xwe fêr bibe. Her kes dê bi zimanê xwe bixwîne û perwerde bibe. Gok, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 21ê Newrozê û wiha got: Birêz Ocalan di Newrozê de bang li hemû gelan kir û dawetî aştiyê kir. Bang li yekîtiya gelan kir. Niha ev proje bi ruh dibe. Ji bo kongreya Demokratîk a Gelan gelek bedel hatin dayîn. Em dê bi Partiya Demokratîk a Gelan di hilbijartina rêveberiyên herêmî de gavek nû bavêjin. Gelê me dê di nava aştî, wekhevî û edaletê de xwe bi rêxsitin bikin. Ev modela partiya me rêveberiya nû, rêxistinek nû û jiyanek nû armanc dike û ji bo vê yekê xebatê dimeşîne. Li ser feraseta Xweseriya Demokratîk û li dijî îxtîdar, sermayeyê tev digere. Ji gotinê bêtir dê xwe bi pratîk û jiyana xwe xwe îspat bike.
Posted on: Sun, 27 Oct 2013 10:44:12 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015