ESÎRA DEST QEDERA-10- Evîn kéye de béjin- nizanim béjim - TopicsExpress



          

ESÎRA DEST QEDERA-10- Evîn kéye de béjin- nizanim béjim kéye Evîn ew yara doste,sipehiya Diné ye Ne durû ne bé bexte, xwdî biryar û soz e Evîn li pey evîndaré xwe şev roj guh léye Evîn ev e 9 Evîn ne wek evîna, li seré wan senguva Desté hevudu bigrin, bi vir sozé roj şeva Soza évarî naghé sibhé, ji hev dixweydin, Evîné dikin xwîna héstirén herdu çahva Evîn ne eve Çibkim min nizaniya, evîn ew qas bé biha Her dibé melkemuté, wan can û dil û riha Dil diké serkekehniya, çem cu rubarén girî Dibé wek bexté soza, évaré negha sibha Evîn derewe Çi béjim ji evîné, kanî evîna serast Yan kezî jékirine, avétne Dicle Firat Yan bisk qusandine, avétne çemé Zab Aras Yan li rojava ma, benda tav tîroja welat Evîn çiye Evîn ewe li dîroké, bibe efsane û doz Rengé wé gulbişkoya, gula Méhrîcan Newroz Ko vé sibé hat xewna min, got ezé herim bém Li xewé de mam li benda wé, gulçîçeka Zagros Evîn nehat Hé li xwé de bum hat, Gulçîçeka Kurdistan Gula welaté min a, bavkalké min Xaldistan Min lé nérî ew naskir, Gula xewna min beré Keçka qelem kitab desta, dihat ji dibistan. Evîn ka kûdé Min zan î ev yara min, gelek îro dil tirse Dibéjé li rojava, gelek Kurd man şepirze Evîna me dereng ket, rébar hatine girtin Derdé me gelek kûre, li ser dil bun axûze Evîn kul û derde 10 Loma şev û rojé, bandikim evîné were Em nizanî çi qewmî, çi ceng û fitne şere Herkes wek xwe dibéjé, rastya gel kes nabéjé Lé digerim nabînim, nizanim çi tevgere Ka evîn Çibkim lé min zanî, evîn ne desté xwe de Nikaré béye cem min, gelek dil kul û rihte Evîna Dilpét Jélî navé wé Belazîze Yara xewna sibéye, lév gule ziman Krde Evîn nezîvrî Cejna min pîroz nekir, yan devé wé negera Dîsa ez lé nagirim, yan bîré neht bigera Bawerke ew qas zané, ji vé çétir nizané Çi béjim ew nizané, êsîra dest qedera Evîn bizivré çiye Yan maye nû pirsa xwe, bibéye cem hin kesa Zané ew destûr nadin, esîra dest bé kesa Ti derî dîl bend esîr, nika bibin xwey biryar Encek li feysbuka de, bigerin li hin dewsa Evîn dilé mirove 11
Posted on: Wed, 18 Sep 2013 06:42:20 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015