- Lêkolînên zanistî Îdiayên ku "Zaza ne Kurd in" ji binî ve - TopicsExpress



          

- Lêkolînên zanistî Îdiayên ku "Zaza ne Kurd in" ji binî ve pûç kirin Înstîtuta Leipzig Max-Blanc ya Almanyayê, Zanîngeha Zanistî û Teknolojîyê ya Norweçê û Laboratûara Referansê ya HGI, Navenda Xwînê ya Netewî li Londonê bi hev re ji bo berhevdana komên Kurd ên cîhêreng ji alîyê genetîkê ve lêkolînek pêk anî û encamên wê di kovara “Annals of Human Genetics“ ya di warê Genetîkê de navdar de hatin weşandin. Di nav van encaman de li ser esilê (orîcîn) Kurdên Kırmancki-Zazakî-Dimilkîaxêv agahîyên zanyarî yên girîng hebûn. Encamên lêkolînê li gel spekulasyonên ji alîyê Dewleta Tirk ve ku qaşo Kurdên Zaza bi esilê xwe Tirkên ji Asya Navîn in, argumentên spekulatif ên li ser hîmê lîngûîstîkî (zimanzanî) ku xwedê giravî Kurmanc û Kirmanc (Kird, Zaza, Dimilî)yên ku bi zaravayên cuda dipeyivin, gelên (xelkên) cuda ne, Zaza bi esilê xwe ji Bakurê Îranê ne (MacKenzie, 1962) jî ji binî ve pûç kirin. Di raporê de wisa tê gotin: “… hat dîtin ku kesên Zazakîaxêv bi gelemperi pir nêzîkî komên din ên Kurd in (Kurmanc, hwd, B.R.) … Ji ber vê yekê hîpoteza kevn a ku mirovên Zaza girêdanên xwe yên nêzîk bi nifûsên Bakurê Îranê re hene (MacKenzie, 1962) nikane piştevanîya genetîkî bistîne…” Her weha di raporê de tê gotin ku ev koma Kurd ji alîyê genetîkê ve herî pir û bi nisbeteke mezin dişibe komên din ên Kurd, ew û komên din ên Kurd bi hev re ji alîyê etnîkî ve herî pir dişibin gelên Rojavayê Asyayê. Dûre jî îronîyekê dîyar dike ku ev komên Kurd herî pir dûrî gelên Asya Navîn in, anku herî pir dûrî Tirkan in…
Posted on: Wed, 28 Aug 2013 21:15:43 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015