Beşa yekemîn: Baş hatîye gotinê “ dar li ser koka xwe - TopicsExpress



          

Beşa yekemîn: Baş hatîye gotinê “ dar li ser koka xwe hêşîn dibin,mirov li ser zimanê xwe”…… Xwedî û bankerê nirxên mirovahîyêye tewrebilind ê cîhanê kurd têne hesibandin.NETEWEK EFSANEWÎYE. BI CESARET mirov dikare êtîraf bike ku gelê kurd netewek ji bîrnekirî û ne veşartîşye,dîrokîye Dîrokêda tu tişt veşartî namîne,dîrok sêra xayî nake .Dîrok hertim zindî û hişyare. KURD RÊWÎYÊ DÎROKÊ, EVÎNDAR Û NIRXANDARÊ HEQÎQETÊNE Gellek dîroknas,nivîskar,ruhulatzan,gerok,sîyasetmedar,kesayetên dîrokî di derbarê netewa kurdada fikir û ramanên giranbuha anîne ziman. Mirov bê şik û bi cesaret dikare bêje ku analoga netewa kurd tunene,dereqa tu cîvak û netewanda hawqas gotinên balkêş, giranbuha û xaş nehatine gotin. Xwendevanên hêja û bi rêz,,di vê gotarêda hinek ji van gotinan ên bijare bi baristanî ên ku hatine berav kirinê dîyarî we dikim, ji bo ku xwe nasbikin û binirxînin balkêşîyek van gotinan heye, hêjayî firnax bûnê û şanaz bûnêye… Ji bo ku yekbûna xwe ava nekirîye gelê kurd demeke dirêje negêhiştîye armanc û daxwaza xwe hêja û pîroz . Gel çiqasî tê xapandinê hawqasî bi çûk û zeîf xuya dibe. Netewa kurd bi deman hatîye xapandinê Kurda hertim bê temene alîkarîya mirovan kirine,alîkarin ji xwe ra peywir hesibandine. Yên ji xwe zeîftir tu wext pêpez nekirine.Kurd bi sîdqê xwe tewrebilindva naşipin yên din . Ruhê kurdada hukmê azadîyê gur û pire. Bi xwedava bi bawerî û hêvîke mezin ve girêdayîye. Kevneşopî cîvaka kurd ji dema hemdemî qut dike.Tayfetî kurda ji xwera kirine kar û pêşe, bûye bela serê kurda. Bê fehmî, nezanetî cîvaka ji pêşketinan dûr dixe. . Kurd efrandarê edaleta dîrokê a gerdûnîne . MÊRXASÊ DÎROKÎNE ,,Çi dem ku ez hînbûm dîrokên kevnar, Min biryar da soz vekim ji gelê navdar. Buhurya vî gelî bi şeref heye, Ev şeref îro jî dîrokêdaye. Têgîhanên mezin çi dem ku rabûn , Esnafê dunyayê kurda re şabûn… Ji bo azadîyê gellek qurban da, Ev gel tê bîrkirin nizanim çima ,, SEBAHEDDÎN ÊLOXLÛ şaîr-fîlosof, AZERBAYCAN. “Gelleka re yê usa bê xuya kirin ku azadîhizya gelê kurd bi rewşa wî a cîvakî,sîyasîva girêdayîye.Lê evîn û eşqa azadîhesîyê di ruhê her kurdîdaye.Nolî mexrûrîya wî bi îrsîye(dolîye) .” CÊYMS OLDRÎC, nivîsarkarê îngîlîz ê navdar. VÊYDÊNBAÛM nivîsîye..” KURD JI HÊNÊ KEVNARDA NAVDARIN,ÇAWA BINELÎYÊN MÎDÎYAYÊ----KURDISTANA HEMDEMÎ “ “….Rengekî arîyaye bi cesûr Mîdyayî li bilindîya çîyayên berz li ber dergê Kafkazê dijîn. Bi artêşek bi sehm,bi rext, rimê birqonekîva navdarin “.Êsxîl .Fîlosofê dema antîk. “Belkî jî ez Kurdistana Azad nebînim,lê zarokên min yê ese bivînin Kurdistana serbixwe.Hun layîqî,hêjayî dewleteke taybetin.,hun gelekin, ranewestin,pêşeroj ya weye.” Nêlson Mandêla (JI xelata dewleta Turkyayê ye tewrebilind a li ser navê Ataturk înkar dike ). “Qêyreta kurd jê bistînî tu tiştê wî namîne.” yek jî “Dîrokêda tu dem tu kesî bi tenha sere xwe bi kurda nikarbûye “ Rojname TAYMIS 18.o7. 1921.Angilya. “KURDISTAN şûrekî mezine” Ataturk “Kurd risarê rojhilatêne” X. ABOVYAN nîvsarkarê navdar ê ermenî. “Her jineke kurd mêrxas û helbestvane “ X. ABOVYAN. “Kurd zir ewladê dîrokêne “. Lîngvîst,kavkaznas, kurdnas,ruhulatnas,akadêmîk N.YA. MARR. “Kurd miletekî şen-şox,natîg,aqil û poêtîke. Bi gilikîve netewek mustesnaye (bê eveze)”. A.VASÎLYÊV, RUHULATZAN. “Kurd ji mirinê jî natirse”. KSÊNOFONT fîlosofekî antîk “Gelê kurd mêrxas û merde” H. ELÎYÊV prêzîdêntê Azerbaycanê,sîyasetmedar ê navdar. “Kurd miletekî bi sîyanet û xwedanê sozê xweye.,dilsoze. Wekî kurdekî ji tera gilî da ku te sax û silamet bigîhîne êwirê dikarî rehet bawerîya xwe lê bînî.” Gerokek fransiz. “Kurd bi hêz û jêhatîne,berbicavin. “ V.VAYGRÊM. “Heya naha pir cara gelê kurd hatîye xapandinê.Di pêş cavê dunyayê li hemberî gelê kurd komkujî (gênosîd) berdewam dike.Ji bo vê em jî berpirsîyarin-sîyasetmedar,rêxistin,tevgerên aştîyê,dewlet bi gilîkîva em tew tawanbarin”. H.ŞHARRÊNBROÎOC sîyasetmedar,Almanîya. “Ji demên kevnar bigire ta heya roja îro gelê kurd hemû bûyerên ku li Asîya rojava qewimîne têdabûne. Gellek hukumdar û serleşkerên turkîye,Îran û ereban ên dengîn bi eslê xwe ve kurd bûne.Gelê kurd bi taybendmendîyên xwe gelêrîve netewek newekilandîye. Xemilandbûna çanda cîhanêda efrandarîya kurda balkêşe,roleke wan girîng heye.” M.S. LAZARYÊV,.KURDNAS. “Gelê kurd ê rencandî,hincirandî hewil dide di Kurdistaneke serbixweda azad bijî.Ev maf û heqê wî însanîye.” Bêrît Erîksson.,sîyasetmedar Îsvêç. “Kurd li dijî xwîn rijandinêye,ne ew kurde,tenê li qada şêrda ji bo ku xwe biparêze xwînê dirêjîne“ T.F. ARÎSTOVA kurdnas. “Dîroka gelê kurd di hemberî grêk,ereb,mongol,fars,turk û di dijî dagirkerên herêmî berxwedana dîrokîye.Gelê kurd ji şerên dîrokîye mezin û giran hertim bi serbilindî derketîye,çand û zimanê xwe parastîye.” T. F. ARÎSTOVA,KURDNAS. “Gelê kurd miletekî pir milyone.Bi çand û resena xwe a newekilandîva tek miletekî mezine kîjan ku bê dewlete., dewleta wî tunene’”. ÇARLZ LÊYN,.Amêrîka, rojnemavan. “Netewa kurd lawên xwe li bin nave îranî,turk,ereb,ermenî undakiriye. Ewledên kurd dîroka van wek helbestvan,hunermend,serleşker ên navdar xemilandine,meşhûr kirine.” Î.A. ORBÊLÎ .ruhulatzan. “Di şerên giranda artêşên dujmin di hemberî kurdan acîz mane,gellek undabûn dane,bi kurda nikarbûne,ji şêr îmtîna kirine, paşda vekişyane.Kurdên azadîhes û cesûr ji bo serxwebûnê bi îsrar hertim qada berxwedan ê da bûne.” EREB ŞAMÎLOV,nîvsarkarê kurd. “Ji netewên kevnar ên Rojhilata Navîn û Nêzînk yek jî kurdin.Ev gel bi demên dirêjve xwedanê çandek dewlemende.Gellek abîdên arxîtêktûr û edebî ên ku hatine derketine dema me ji vê yekêra sûbûta zindîye.Dereq cesûrtîya û çalaktîya kurda dîrokvanên yûnana ên dema antîk Hêrodot û Ksênofont pesinê wan didin.” M. RÛDÊNKO kurdnas. “Ez hertim bi netewa kurd re bûme,tu wext min helwesta xwe neguherîye.Ji bo ku piştgirîya her çar parçên Kurdistanê dikim,Turkîye,Surîye û dewletên din me gellekî rexne dikin (Lîvîyê).Lê min gotîye û diweklînim ,.netewa kurd li ser axa xwe dijî û mafê wî serxwebînê heye” . . MÛAMMAR KADDAFÎ.. “Ez bi dil dibêjim,ez hejmekarê cesaret,biryar û hêza berxwedana gelê kurdim.” HAROLD PÎNTÊR ,nîvsarkarê îngîlis. “ Çaresernekirina pirsgirêka netewa kurd ji bo pêşketina çanda kurd derbeke mezine “ Vêra BYUDÎN SAÊDPÛR.,Amêrîka, zanyar. RUHULATZAN,DÎROKNAS Ê NAVDAR M.S.LAZARYÊV DEREQA KURDADA WEHA DINÎVSE. “Gelê kurd demeke dirêje li ser axa xwe netewî dijî. Miletek din weha dijwar yê peydabe.” “Kurd miletekî ne kêm hejmare,miletekî bê dewlete.Welatê wî çar cî hatîye parçe kirinê. Berxwedana gelê kurd ne tevgereke sêparatîste,tevgereke rizgarîyêye.” VALÊRÎYÊ DÊ POÛLPÎGÎÊT, mafnas,Fransa. “Ji bo rizgarîyê gelê kurd berxwedanê dike. Kurd ji bo azadîyê amadane canê xwe jî qurban bidin. Vê rêçêda îrada gelê kurd ê şoreşger şikêstandin nabe.” CAVAHÎRLEL NÊHRÛ. Rêberê gel ê hînd. “Ez bangî nîvîsarkar û gelê kurd ê qehreman dikim Berxwedana ku we destpêkirîye berdewam bikin,.heya dawîyê herin..Ev mecbûrîyete,pêwîste.” LOÎRA MÎNGÊLÎ, nîvîsarkar ê Îspanîya (bask). “Peyva kurd bê şik tê vê weteyê - merd û qehreman.Gellek mêrxasê deman û lehengên navdar ji nav vî gelî derketine.” Şerefxan Bîdlîsî, dîroknas. “Ez gellekî şanazim ku miletê min kurde ,kurdim.Gelê me hawqas êş û jan ,rencandin dît lê pey bobelatan re ji bo tolhildanê nafikire”. MESÛD BERZANÎ., SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ. BUHURTÎYA XWE KU HÎNBE MUSELMAN, HERTIM YÊ BITEWE BER DERGÊ KURDAN…. SEBAHEDDÎN ÊLOXLÛ, şaîr-fîlosof, Azerbaycan. ,,DI DILE HER KURDEKI DE KURDISTANEKE SERBIXWE HEYE.,, M. M. BERZANI. ,,Kurd -- navê xweda ê veşartîye,kurd çawa navê dostê teye, heja laşê mirov û heja serkeftinêye,, Dênîs TÛKMANOV, rojnama Zavtra, hejmara 1o adar, 1999. GELÊ KURD XWEDAN ZÊHNÎYYETEK ZELAL , MENEWÎYYETEK DEWLEMEND Û P A Q I J E…. EM KÎNE Em kurdin. Mêrxasê deman., Rêberê gelan, Kurd tên ji qurnan, JI qadê giran, Jîn bi serhildan, EMIN BERXWEDAN…. BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ . - See more at: rojevakurd/nivisar/13182-Kurd-dunyay.html#sthash.2gh7od3l.dpuf
Posted on: Wed, 12 Jun 2013 20:03:14 +0000

Recently Viewed Topics




© 2015