Feqiyê Teyran (1307-1375) yek ji helbestvanên kurd yên mezin û - TopicsExpress



          

Feqiyê Teyran (1307-1375) yek ji helbestvanên kurd yên mezin û klasîk e. Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê girtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebû ne. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên zimên û wêjeyê hatine dayîn. Bi navê “feqî” peyva ilm û şagirtiyê ya “teyrê” ji berhema bi navê mentiq et-teyrê têt in. Ev berhema ku pir tê zanin a Ferideddin Attar e. Wateya wê axafitina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîsê hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Ferîdeddîn Atarî girtiye. Mewlana ji tesîr ji ferasate tesewufî ya Ferîdeddîn Atarî girtiye. Feqî di wêjeya kurdî de helbestvaneki girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsiye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miski, Xoce, Mîr Mihê, Mim û hê ji bi kar aniye. Navê wî yê rastîn Muhammed e. Li gorî lêkolînan dibe ku Feqî ji malbateke mîran be. Tirbeya wî hê jî ji navçeya Miksê ya Wanê ye.
Posted on: Mon, 08 Jul 2013 19:39:31 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015