(Ji quncikê "Perspektîv" rojnameya Kurdistanê Nwê hejmareya - TopicsExpress



          

(Ji quncikê "Perspektîv" rojnameya Kurdistanê Nwê hejmareya roja 2.9.2013) Bi Kongra Netewî kart ji nû ve li hev dikevin! Herçend berê jî çend carek gotegotên ragîhandina dewleteke Kurdî di medya û reya giştîda deng veda, bipaşdexistina Kongra Netewî (KN) eşkere dike hîç amadekarîyeke Kurd´an ji bo wê hedef û armancê tunebûye. Hege na, KN ku yekem hingava Kurd e ber bi netewebûn, carê carkî nedihat bipaşdexistin. KN ne organîzasyoneke teknîkîye belku biryar û bûyereke girîng û dîrokîye ji bo gelê Kurd. Bi KN gişt kartên siyasî û hizbî ji nûve lihev dikevin û sînorên siyasî ji nav perçeyan radibin. Bi KN, ew sînorên ku ji 92´yan virde di navbera perçeyande hatîye hûnan dê hêdî hêdî rabin û divê rabin. Bo nimûne têbînî û têrwanînên Bakûrîyek li ser Başûr, an Başûrîyek li beramber Bakûr, dê wek ”desttêwerdan” neyê dîtin. Bi KN gelek pirsên ku bandorî li ser rewş û çarenivîsa Kurd (bi giştî) dike, dê ji qalibê herêmî û hizbî û perçe derkeve û bibe babet û mijareke giştî li ser astê her çar perçe. Hêvîya here zêde ku KN dide min ev e. Bo nimûne pirsa Peymana Stratejîk di navbera Partî û Yekîtî´yê de, dê idî ne tenê babeta taybetbe bo ronakbîrekî Kurdê Başûr. Her weha têbînî û pêşnîyar li ser Pêvajoya çareserîya pirsa Kurd (li Bakûr) dê idî ne tenê mafê PKK´ê û Kurdê Bakûr be belku mafê her kurdekî be li ku dibe bila bibe. Bi biryara KN ve, alîyên siyasî hebûna xwe li Rojava eşkere kirin ku tişta here rast a. Herçend dev û zimanên fermî (an jî rasttire bêjin kesayetî û alîyên bibandor), hokarê(n) sistî û bipaşdexistina KN bi hinek xal û rewşên teknîkî û tengasîyên waxt û derfet ve girê didin jî, gelek faktor û hesasîyetên siyasî û hizbî di navbera hêzên sereke de, dewreke girîng dibîne. Kes inkarî li wê yekê nake ku KN hingaveke çend zor û zehmet û aloz e, lê gelek ji van zehmetî û alozîyan, zehmetî û alozîyên me bi xwe ne û di encama siyaset û nêzîkbûyîneke ne tendurust ya di navbera alîyên siyasî û perçeyên di jêr bandorîya wan de durust bûne. Ji nihave bi qasî ku civata hizbî û reyagiştîya siyasî ya Kurd ketîye endîşe û heyecana ”gelo kî dê bibe serokê KN û kîj alî û kîj perçe dê çawa û bi çi rêjeyekê di organên KN de were temsîlkirin” kes gengeşîya wêya nake gelo KN divê li ser çi hedef û armancî bicive û çi peyam bide. Kongre an Konferansa Netewî hege dê tenê ji bo partîyên siyasî û serok û serkirdeyan nebe, hege dê organek be ji bo noneratîya netewî û bi çarenivîsa netewî re mijûlbe, pêvîste her ferdekî neteweya Kurd têbînî û pêşnîyarên xwe li ser wê bike û her weha li ser hokarên bipaşdexistina wê jî. Bo rexne û pêşnîyarên we: mesutzilan@hotmail
Posted on: Wed, 04 Sep 2013 10:10:21 +0000

Recently Viewed Topics




© 2015