Kongra Netewiya Kurdistane anjî bo dema 6 Heyîviye? Serokê - TopicsExpress



          

Kongra Netewiya Kurdistane anjî bo dema 6 Heyîviye? Serokê Kongra netewi ya Kurd dê kî be? Mesud Barzanî herji despêkêde Kandil û Goran Xetekî Sor danin pêşya wî û gotin; Nabe tu bibî serikê Kongra netewî bo herdem! Mesûd Barzanî dê bibe sebep ku Layengirê Partiya Nijatperest MHP bibe serokê Kongra Netewi ya Kurd? Ev çawa dibe gelo? Jixwe Sahdi Ehmed Pîre liber deriyê avahiyê civîna komisyona amadekariya Kongêrê got: „Serokê Kongra Netewî bo daim nabe û dê serokatiyeki hevbes hebe“. Fivti- Fifti-Fifti-disa Fifti????!!! Ma em Kurd bune dewletên Ewropayî? Ma em Kurd kengê bune 25 dewletên Ewropayî yên serbixe û Paytexta me ji buye Bruxel? Ku em 6 Heyivan Suriye, 6 heyivan Türkiye û 6 heyivan İran û 6 Heyivan jî İrakê bikin serokê Kongra Netewiya ku qedera Miltê Kurd dilxwede dê çareserbike? Ev işreta neserketina Kongra Netewiye. KCK anjî MHP ev herdo partiyan jibona gelê Kurd gelik xeterin hatta dijminatiya Partiya Nijatperesta Türk MHP diyare, lê KCK dibin kirasê Kurde dijminê doza dewletbuna Kurdistanê ye. Û destekvanê Parastinsa siyaseta Nijatperestên Türkin yên wekî MHP.Erê dê KCK bibe serokê Kongra Netewî? Yanjî Goran bibe serokê Kongra Netewî? Gelo 19.8. 2013 de biryarbu logoya Kongra Netewî bête ragihandin erê çilêhat? Endamê sekreteriya Kongra Netewî Sahdî Ehmed Pîre(YNK): “Yekxistina Zimanê Kurdî ne karê Kongra Netewiye” got. Erêherê başe erk û karên Kongra netewî eger ne parastina Mafê çarenûsbe bo gelê Kurd, eger ne erk û karên yekbuna zimanê Kurdîbe, eger ne erk û karên parastina yek hitaba siyasibe beramberê cihanê; erê erkên Kongra netewî gelo çiye? Kongre dê bo delegeyên beşdarbibin êkdo nasbikin kongrê çêkin. yanjî bo yek hitaba siyasî bo raya cihanê bikêşe ser parastin û destekdayina mafê gelê Kurde bo dewletbuna Kurdistan Kongê çêbike? Diyardibe ku Kongre nikare Zimanê Kurdî bike yek. Erê eger kongre bivî karê navxweyî pênerabe û weko erkekî pîroz nezane û nebîne û neke yek, dê çawa bikare ji dinyayê doza destek xwestinê bo dewletbuna Kurdistan bixwaze? Eger Kongre vê şaşityê bike ku diyare rewş welê dixweyêt van yek partiyê lê bi dehan partiyan weko delegeyên xwezayî beşdarbibin, dê didirokêde bête tawanbarkirin: “KCK, BDP,DTK, PÇDK, PYD, PJAK ,KNK û nizanim çend rêxistinên din yên KCK weko delege beşdarbibin her ji îrode ew Kongre sernakeve û ez hiç bawerjî nakim ku Kongreya ku KCK û A. Öcalan têde beşdarbe bo doza gelê Kurd serbikeve. Dîroka KCK û siyaseta wê ev 30 salin direkt liber çavên gelê Kurd têne xweyakirin ku dijminatiya doza dewletbuna miletê Kurd dike. KCK siyasetekî Kurdewar nameşîne, berovajî Kurdewariyê dixweze bifetisîne. KCK dinava xwede Kurdê Kurdistaniyê fikir bike mafê jiyana wî nine û evejî di belgeyên KCK bixwede hatine tomarkirin. Bo Nimone dema Konseya PKK dinameya ku bo serokê Partiya Nijatperest MHP re şandî direkt diyarkiriye. Xwe amadekirin û Berevanîkirina Rojhilata Navîn, navnetewî bo doza dewlerbuna Kurdistan bivê rewş û karên siket yên ku didespêkêde rudayin, ne hon, çi meletekî dinjî be nikara xwe weko yekpareyi bide pêş bo biparastina doza xwezayiya Gelê Kurd, bo berxwedana diplomasî, têkilî, peywendi û desteka siyasî, civakî û wekî din bistîne. “Bigorî endamê serokatiya PDK İrak´ê Eli Ewnî Cemil Bayık di jiyana xweya siyaside daima dijê yekbuna miletê Kurd xebat kiriye, hêji berdewame” got. Erê ew kesên dijê yekitî û standina doza dewletbuna Miletê Kurd xebatê dikin dê çawa bibin serokên Kongra Netewa Kurd û Kurdistanê? Îsmaîl Girikî 22.8.2013
Posted on: Thu, 22 Aug 2013 14:48:48 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015