YPG᾿ê şêniyên Cenûb El-Red diparêze MONDAY, 15 JULY 2013 - TopicsExpress



          

YPG᾿ê şêniyên Cenûb El-Red diparêze MONDAY, 15 JULY 2013 09:16 E-mail Ji bo çapkirinê PDF inShare TIRBESPIYÊ – Yekîneyên Parastina Gel(YPG) li ser daxwaza şêniyên gundên Taya, Mehemed Diyab, Mişêrfe, Ebû Xezef û Sofya yên herêma Cenûb El-Red a li başûrê Tirbespiyê ku piraniya şêniyên wê erebin bendên kontrolê danîn. Piştî ku bûyerên kuştin, revandin û talankirin li gundên başûrê Tirbespiyê zêde bûn, şêniyên van gundan serî li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dan û ji wan xwestin ku wan ji komên çekdar ên girêdayî rêjîm û Artêşa Azad biparêz in. Li ser daxwaza şêniyên herêmê ku piraniya wan ji êlên ereban pêk tên, hêzên YPG᾿ê bendên kontrolê li ser riya gundên Taya, Mehemed Diyab, Mişêrfe, Ebû Xezef û Sofya danîn û dest bi parastina şêniyên herêmê ji komên çekdar kirin. Şervanên YPG᾿ê yên li ser bendên kontrolê jî dan zanîn ku piştî bûyerên dizî û talnkirinê li herêmê zêde bû û herî dawî jî komên çekdar 2 ciwan ji vê herêmê rev andin û li se daxwaza şêniyên herêmê şervanên YPG᾿ê bendên kontrolê li van gundan danîn û dest bi parastina gelên herêmê kir. Şervanên YPG᾿ê destnîşan kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe hemû pêkhateyên herêmê ji komên çekdar û êrîşan biparêzin. Şêniyên herêmê jî bi hatine YPG᾿ê herêmê kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku YPG᾿ê dê hemû pêkhateyên herêmê biparêzin.
Posted on: Mon, 15 Jul 2013 07:31:55 +0000

Trending Topics



/div>

Recently Viewed Topics




© 2015