AGİRROJA MİN Îro min béhriya te kirye,de lez were gula - TopicsExpress



          

AGİRROJA MİN Îro min béhriya te kirye,de lez were gula çiya Sisepeya sipehyén Diné béhna kulîlkén dar giya Fîstan rengé Ala Rengî,li te bibînim vî belgî DİVé nemînî derengî min bhrya te kir guljiya Were Tu zanî ez hej te dikim,héstirén çahvan diréjim Dixazime rex te bijîm, dev û léhv ziman bimijim Dila deynime ser dila vehejinime namila Derman bikim derd û kula,hélma te ya xweş hilkişim Were Were rû rojé çav stré brih hîvé gerden zéré Rex hev biçîne Mahabad, Qamûşlok Amed Hewléré Dest sr styé te werînim,vé sebra xwe bi te bînim Li wan geşta te bibînim,por sûlavé stu biloré Were Zanim tuwî keçka Kurda çav kil xeté Zenda Westa Ehnî tav tîroja welat ronîya Ahura Mazda Havîn pehîz zivistan yar, li ber xemla te bun bihar Her der bune fereşîn war,mérgezer Berçelber te da Were WEre tuwî taca sera,te hildim jor li ser sera Sing û ber mircan nazenîn,Şehkesa mîrûr û beglera Lam kulîlk hinar şeng şoxé,léhv lîlozé erzen gul xoxé Awir pét piring Karduxé,kes ne qama çekhigira Were Ji eşqa te nefes birha,xewna mina seré sibha Pîroza mirada dila , Belazîza rumet biha Deşt û çiya ber te tewyan,teht û zinar laht hejiyan Wé roja tu şev evroj geryan,dalda dila sal û meha Were Were dam hev silavkin,bi maç geza hev dil şakîn Geştén Newroz méhrîcanan,eşq û evîn hev pîroz kîn Ev sebra min bé te hewté, desté min ji te naqeté Kezî Dicle û Firaté,kengé béyî rex hev şûkîn Were Tu wî gula çiyayé Spî,divé xwe bighîn derya Spî Tuxwîbé welat nîşan kî,ta derya Reş Hurmoz Qaspî Da bibînim gotiya xwe,Lol Anzan Hor Subarya xwe Kardu Mîtan Qasitya xwe,Nevya Selhedîn Eyubî Were Ax delalé Maş Nehrîyé Xaldî Arartî Madîyé Hevala min Menaîyé,Aryanî û Zerdeştiyé Ji vî eslé kevin pakî,Magî û Manî Mazdekî Jîr jéhtya ji wî nifşé,Ebu Muslum Xurosaniyé Were Tu réhevala lî her cî, ne solçiyî ne umetçî Keçka Kurd û Kurdistan yî,welatparéza hevpişk çî Bizane ez çi dibéjim, ,çi rıste bu te vedréjim Nané te bu te dipéjim,Agirroja mina Kurdçî Were Deryé evîné zû veke, min ber dila himbiz bike Tu zanî ez pîr û kalim,wekî xwe min ciwan bike Rûrostérhîva mşn tu sorgula mina netewî Tené evîndaré te me,dilé min zûka derman ke Were Hevala dil de her wextî,çend salin ji min nependî Dilketme te kulîlk û gula serxwebun azadî Zanim gelek dil qarîmî,Pémaya Xané Dimdimî Awir wek Leyla Qasimî,şeng û şox şepal jéhatî Were dil bu te dinalî, şev û roj digrî dikalî Qey nizanî ezé bimrim ji wé kula te bi talî Li ser te bume evîndar,xewna îsal û par pérar Bé te ez nakime hedar,tu wû yara Dilpét Jélî, Were Dilpét Jélî. 10 Ekim 2012
Posted on: Sun, 04 Aug 2013 22:03:53 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015