Êrişên komên çekdar didomin Çavkaniyên heremî ragiyandin - TopicsExpress



          

Êrişên komên çekdar didomin Çavkaniyên heremî ragiyandin ku êrîşên çeteyên Dewleta Îslam Iraq ve Bîladî El Şam/Cephet El Nusra li herema Girê Sipî (Til Ebyed), Girkêlegê, Kobanê didomin.Hat ezanîn piştî îlana bêçalakiya Yekîneyê Paratina Gel (YPG) jî, êrîşên çeteyên Dewleta Îslam/ Cephet El Nusra li Rojavaya Kurdistan didomin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin komên çete duh bi şev ji gundê Camis bi topên hawanê avêtin gundê Kendal û êrîşên komên çeteyan bi çekên giran li herema Girê Sipî didomin.Hate zanîn şevêdin li gundê Yûsifiyê yê giradiyên Girkêlegê komên çeteyan bi çekên giran bendên kontrole YPG’ê tacîz kirin. Çavkaniyê heremî didin diyar kirin şerên li gundê rojavaya Kobanê Dugurman, Qordîne, Qîne jiber êrîşên komên çekdar şerên demî rûdane.Hêzên rejîma Sûriyê şevedin êrîşî taxa Şêxmeqsût ya Helebê kiri bûn û şer hate saetên sibê domand dibû. Nûçegiyanê ANHA ji Serêkaniyê ragiyand ku ji duh ve bêdengiyek li bajar heye.
Posted on: Fri, 09 Aug 2013 10:27:26 +0000

Trending Topics



Recently Viewed Topics




© 2015